21 juni 2015

PKKê di şer da zora tirkan bir, ma siyaset


Ji bo Emerîka û Ewrûpayê Rojhilata nêz him ji alî dewlemendiyên xwe û him jî di warê coxrafîk da herêmeke pir stratejîk e. Emerîka vê herêmê ji Rûsyayê, Tirkiyê û Îranê ra nahêle.
Lê li herêmê jê ra mitefikekî saxlem lazim e. Ew jî tenê kurd in.
Li vê herêmê bêyî kurdan tu miletekî din, tu dewleteke din nabe mitefikekî saxlem û pêbawer yê Emerîka û Ewrûpa yê. 
Di van 20 salên dawî da Emerîka û Ewrûpayê ev yek bi tecrûbeyên xwe dîtin. Ne ereb, ne faris û ne jî tirk ebeden nabin mitefikên stratejîk yên Emerîka û Ewrûpayê.
Ji bo ku em kurd jî kanibin li herêmê bibin xwedî dewlet û dû ra jî bijîn û ji alî guran ve nayên xwarin, dibê Emerîka û Yekîtiya Ewrûpa dostên me bin, mitefik û piştgirên me bin.
Heger Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê nebin mitefikên me yên stratejîk em bibin xwedî dewleteke serbixwe jî em nikanin di nava hewqas gur da bijîn, kînga bixwazin dikanin me bixwin.
Ji bo ku em ji alî guran ve neyên xarin wek Îsraîl dibê em kurd jî bibin mitefikên Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê.
Wekî din tu şansê me tuneye. Bi hêza xwe tenê, bêyî piştgiriya Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê em nikanin zora van hersê dewletan bibin. Loma jî mitefîkiya bi Emerîka û Ewrûpayê ra ji bo me dibê hedefeke stratejîk be.
Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiye ne mafên me bi rehetî didin û ne jî dibin dostên me, mitefikên me.
Roja kanibin me ji ortê rakin ewê qet texsîr nekin, ewê bikin. Loma jî dibê pişta me hebe, Emerîka û Ewrûpa piştgiriya me bikin, bêyî pişt em nikanin li herêmê bijîn.
Menfeeta me jî û ya Emerîka û Ewrûpayê jî di hevkariyê û mitefikiyê da heye. Ya wan mesela karê ye û ya me jî mesela hebûn û tunebûnê ye…
Heger kurd, bi taybetî jî PKK, ji ber ku nuha li bakur û li rojava tenê PKK hêz e û tenê ew dikane xera û çê bike, siyaseteke biaqil, siyaseteke ku dixwaze piştgiriya Emerîka û Ewrûpayê bigre bimeşîne Kurdistan çêbûye.
Çimkî li herêmê tenê berê kurdan bi Xerbê da ye, tenê kurd bi rastî demokrasiyê û plûralîzmê dixwazin.
Ji ber ku em mecbûr in demkrat bin, em mecbûr in plûralîzmê, wekheviyê û edaletê biparêzin û ji ereb, faris û tirkan pêşdatir bin, medenîtir bin.
Heger li herêmê em kurd ji ereb, faris û tirkan ne demokrattir bin, ne medenîtir bin Emerîka û Rojava piştgiriyê nadin me.
Li hemberî dîktatoriya tirkana û dîndarî û fanatîzma ereb û farisan çeka me ya herî xurt azadî, demokrasî û plûralîzm e. 
Li başûr û rojava Kurdistan çê dibe, beşên din jî ewê li pey werin. Tirkiye ya jî hêzeke din nikane bi zorê û bi şer zora kurdan bibe û rê li ber çêbûna Kurdistanê bigre.
Nuha hertişt girêdayî zîrekiya siyasetê ye, PKKê di şer da qezenc kiriye, maye siyaset. Heger PKK di warê siyasî da van qezencên pir mezin û dîrokî heder neke, wek pêşiyên me neyê lîstika tirkan Kurdistan çê bûye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE