19 juni 2015

Medyaya tirk ji bo şerekî li hemberî kurdan cî xweş dike


Rojnameya Sabahê ya tirk manşet avêtiye, ”PYD, ji Daîşê tahlûketir e”!
Ji roja rizgarkirina Girê Spî û û virda ye medya tirk û bi taybetî jî medyaya AKPê ji bo êrîşeke ser kurdên rojava civatê amade dike, zemîna psîkolojîk xweş dike.
Tim wiha kirine, berî ku êrîşî kurdan bikin, bi riya medyayê şerekî psîkolojîk dimeşînin, dest bi derewan dikin, xeberên vir, bêbingeh belav dikin. 
Medyaya tirk bi piranî wek dahîreyeke dezînformasyonê, wek dahîryeke MITê dixbete, medyayek pir adî û pir bêşeref e, her derew, sextekarî li ba wan mubah e. Dema mijar dibe kurd û Kurdisan medyaya tirk ji ya nazîstan jî xerabtir e.
Tiştê meriv ji medya AKPê fêm dike hukûmet dixwaze êrîşî ser PYDê û kurdan bike.
Netîceya bi riya Daîşê bi dest nexistin, dixwazin îcar bi midaxeleyeke rasterast biceribînin.
Ji bo êrîşê biryara xwe dane, amadeyiyên xwe kirine û dikin, lê ji Emerîka şayişan dikin, dixwazin ji Emerîka sinyala kesk, ”ok”eyekê bigrin.
Lê Emerîka jî dibêje na, hemû tiştên hûn dibêjin derew in.
Rûsan jî bi îhtîmaleke mezin gotin na.
Ewrûpa jî li dijî midaxeleya Tirkiyê ye.
Yanî ji bo midaxeleyeke leşkerî ya li hemberî PYDê û kurdan piştgiriyeke navnetewî tuneye. Hetta Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê li dij e û piştgiriyê didin PYDê.
Li hundur jî bêyî MHPê û hin hêzên marjînal kes piştgiriya şerekî bi kurdan ra nake.
Heta di nava AKPê bi xwe da jî belkî di vî warî da piştgiriyeke total tunebe, hin kes muxalifê midaxeleyeke bi vî rengî bin. Gava ez dibêjim hin kes, qesda min ne kurd in, kurdên di nava AKPê da hemû jî xulamên Erdogan in, yek jî newêre îtîrazî emrê wî bike. Praktîka wan ya heta nuha viya nîşan dide, emirqûlî ne û di cepheya dijmin da ne. Ez bi xwe ji bo kurd û Kurdistanê tu hêviyekê ji wna nakim.
Lê li gel vê jî faşîst û nîjadperestên wek Erdogan, Davutoglu û Bahçelî gelo ewê biwêribin dînîtiyeke wiha bikin ya na, ez nizanim.
Hêvî dikim serî li macarayeke wiha nedin, lê heger bikin jî bêyî liberxwedanê tu riyeke din li ber kurdan tuneye. Û jê pêda jî dibê PKK êdî serxwebûnê bike hedefa xwe. Çimkî heta li bakur kurd azad nebin û Kurdistan çênebe tirk kurdan li tu beşekî Kurdistanê rehet nahêlin. Ev pir vekirî ye. Tiştê bi salan li Îraqê kirin, dixwazin îcar jî li Sûriyê bikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE