16 juni 2015

Hûnê pir poşman bibin

Ev zêdeyî mehekê ye li Tirkiyê heyeta wezîran neciviya bû. Lê piştî ku gerîlayên kurd Girê Spî ji çeteyên Daîşê paqij kirin, heyeta wezîran tavilê civiya û birrek biryar girt.
Bi îhtîmaleke mezin biryarên girtine piranî li ser kurdan e, li ser zafera kurdan ya li Girê Spî ye. Miheqeq dîsa fîtneyekê difikirin.
Bi vê zafera kurdan hukûmeta AKPê û bi taybetî jî Erdogan û Davutoglu dîn bûn. Qet bawer nedikirin cceteyên wan ewê ji ber gerîlayên kurd birevin û xwe bavêjin dexlê wan.
Lê tiştekî bikin jî tuneye.
Ji bo Tirkiyê riya herî rast û herî baş dev piştgiriya Daîşê û ji neyartiya kurdan berde û realîteya heyî qebûl bike. Destê xwe nexe nava kar û barê Sûriyê û kurdan. Dev ji fêsadî û gelaciya kurdan berde. Bi serketina kurdan kêfxweş bibe.
Lê bi qasî xuya ye hîn jî nêta Erdogan tuneye dev ji siyaseta xwe ya berê û piştgiriya Daîşê û neyartiya kurdan berde.
Berdevkên hukûmeta tune dîsa kurdan tehdît dikin û dibêjin efendim PYD li tirkmenan zilmê dike, efendim em vê rewşê qebûl nakin, filan û bêvan.
PYD li tirkmenan zilmê nake, ev îdîa derew e.
Birayên delal, weleh tu tiştekî hûn bikin tuneye, hûnê wek berxikan qebûl bikin. Fortên we, gefên we pênc qurişan jî nake. Çi ji destê we hat we kir, we her alîkarî da Daîşê, ji wê zêdetir hûn nikanin tiştekî din bikin. Li derve giranî û îtîbara we di bin sifirê da ye, hûn wek dewleteke hevalbendê Daîşê tên zaîn.
Û tiştê heta nuha we kiriye, alîkariya we daye Daîşê jî sûcên li hembrî însdaniyetê ne, rojekê li Dîwana Edaletê ya Lahiyê hûnê hesabê wê bidin.
We çawa statuya kurdên başûr qebûl kir, hûnê ya kurdên rojava jî wek berxikan qebûl bikin. Hûn mecûr in qebûl bikin û hûn nikanin tu tiştî jî bikin.
Haaa, hûn dikanin li hemberî kurdan şer îlan bikin, ev mimkûn e û ji we tê. Lê wê çaxê jî ewê Kurdistan ava bibe.
Dibê hûn vê jî hesab bikin.
Heger hûn dînîtiyeke wiha bikin, tiştê hat serê Îraqê û Sûriyê ewê were serê we jî. Dibê hûn viya baş bizanibin.
Şerê kurdan li hemberî Daîşê dan ewê li hemberî we jî bidin. Ji ber ku wekî din tu rê tuneye. Kurd dev ji micadela xwe ya azadiyê û serxwebûnê bernadin. Piştî hewqas xebat, 40 sal micadele û bedelên pir giran û bi sedhezaran şehîd kurd dev ji daxwazên xwe yên netewî bernadin, viya ji bîr bikin.
Tu hêz, tu dewlet êdî nikane kurdan wek berê îdare bike, ew dewr ç û, dibê hûn vê rastiyê bibînin û baş fêm bikin.
Ji bo we jî û ji bo me jî riya herî baş diyalog e, ç aresertiyeke aştîyane û demokratîk e. Heger emê bi hev ra bijîn, dibê hûn hemû mafên me qebûl bikin û bidin, hûn xwediyê kîjan mafan in dibê em jî bibin xwediyên wan mafan.
Yek, dibê hûn dev ji neyartiya kurdên rojava berdin û zafera wan qebûl bikin û dev ji piştgiriya Daîşê berdin.
Ya dudiyan, dibê hûn dev ji siyaseta xapandinê berdin û bi PKKê û hêzên kurd ra rûnin û mafên me yên netewî qebûl bikin. Dirêjkirina meselê we xelas nake û kurdan jî naqedîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE