08 juni 2015

Hilbijartin qediyan, nuha ewê çi bibe?






Hilbijartinên do netîceyeke pir tevlihev û komplîke derxist ortê. Kes nizane kê bi kê ra li hev bike û ewê hukûmeteke çawa çê bibe?
Ya jî hukûmetê çê nebe û ewê herin hilbijartineke zû.
Heger em ji gotin û sozên muxalefetê bawer bikin hersê partiyên muxalif jî gotine ewê bi AKPê ra koalîsyonê çê nekin.
Bi taybetî MHPê û HDPê ev soz  pir vekirî dan hilbijêrên xwe.
Lê gelo ev soza HDPê dal gel, soza Ocalan bû jî?
Ya jî lihevkirina Erdogan û Ocalan mimkûn e?
Û heger tiştekî wiha bibe HDP ewê çi bike?
Axir vana hemû pirs in, lê bersîvên wan nuh ne mimkûn in, di rojên pêş  da ewê diyar bibe…
Bêguman şêla AKPê girêdayî biryara Erdogan e.
Gelo Erdogan ewê çi bike?
Berî hertiştî Erdogan merivekî pragmatist e. Dibê meriv zêde guh nede wan zirtên wî, herçiqas merivekî rasyonel xuya nake jî lê li gel vê îrrasyoneliya wî jî dikane dev biguhere û bibe hewariyekî aştiyê û demokrasiyê.  
Erdogan dikane hertiş tî bike ji ber ku mecbûr e, sûcên pir mezin kirine, dibê bi riya îktîdarê xwe ji girtinê biparêze.
Yanî Erdogan dikane dev ji siyaseta xwe ya berê berde û bi MHPê, HDPê ya jî bi CHPê ra koalîsyonekê çêke.
Lê dikane tiştekî qet ne di hesêb da jî bike û bide pêş . Dikane di hilbijartineke zû da israr bike. Ji ber ku di hilbijartineke nû da şansê AKPê ji bo îktîdareke bi serê xwe ji partiyên din zêdetir e. Erdogan dikane bi programeke nuh vê riyê biceribîne.
HDP ewê çiqasî terefdarê hilbijartineke nuh be ez nizanim. Lê ez bawer nakim HDP bi qasî AKPê û MHPê bixwaze. Ji ber ku gelek kes bi zor û ji piyangoyê hatin hilbijartin. Gelo ev kes ewê bixwazin vê îmkanê ji dest xwe berdin û herin hilbijartineke nû?
Ez zêde bawer nakim. Dibe di hilbijartina nû da neyên hilbijartin, nekevin lîstê…
Welhasil rojên pêş  ewê gelkî bi xirran û kaşan derbas bibe. Teşxele mezin e…
Lê ya muhîm kurd hêzeke pir mezinn in, bêyî beşdariya kurdan li Tirkiyê tiştek nabe, herkes, her hêz mecbûrî beşdarî û piştgiriya vê hêza kurd in.
Lê helbet bi şertê ev hêz wek hêzeke kurd û Kurdistanê hereket bike, xwe wek nûnerê miletê kurd bibîne, ne wek hêzeke tirk û Tirkiyeyî.  
Heta nuha tu partiyek tirk bêyî alîkariya kurdan nehatiye ser hukum û bêyî alîkariya kurdan ji ser hukum da neketiye.
Eynî tişt hat sere AKPê jî.
Ne destega kurdan bûya Erdogan kortika husutuyê xwe didît lê serokwezîrî û serokkomarî nedidît. Bi alîakriya kurdan hat ser hukim û bû serokkomar.
Û nuha jî dike bi destê kurdan serserî têk biçe. Ji ber ku kurd hêdî hêdî dev ji AKPê berdidin, wek partiyên din ewê jî îktîdara xwe wenda bike. Di vê hilbijartinê da têkçûnê dest pê kir û ewê dom bike.
Di hilbijartinên 7ê hezîranê da partiya herî serketî bêguman HDP ye. Dibê meriv viya qebûl û teqdîr bike.
Lê ya muhîm di rojên pêş da HDP ewê ji bo kurd û Kurdistanê siyaseteke çawa bimeşîne û ji bo kuran çi bixwaze?
Tirk ji bo ku HDPê baş  bikin partiyeke tirk ji nuha da dest bi propagandeya ”rayên emanet” kirine.
Rast e, hin tirkan di vê hilbijartinê da ray dan HDPê, lê belê ev yek ne faktor û rêjeyeke tayinker e. Hêza HDP bi ser xist Kurdistan e û piştgiriya kurdan e. Kurdên ji AKPê veqetiyan, kurdên dîndar îcar rayên xwe dan HDPê.
Loma jî ji tirkan bêtir hêviyên kurdan ji HDPê hene. Heger HDP sebebê hebûna xwe piştguh bike û wek partiyeke tirk hereket bike, çawa ku kurdan dersa AKPê danê, careke din ewê dersa HDPê jî bidinê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE