27 juni 2015

Hey gidî dinya yê, em ji ku hatin ku ?



Kurdekî bi navê Murad Ciwan heye, berê serokekî kurd bû, serokê partiya me bû. Lê nuha bûye aqilmendekî AKPê.
Murad Ciwan, di tiwîtta xwe da li ser kêmbûna rayên AKPê û zêdebûna rayên HDPê gelkî xemgîn bûye û bi tirkî gotiye:
”Rayên ji AKPê çûn HDPê ji qetandineke ji AKPê bêtir, cêhêbûneke ji ber siyaseta Erdogan ya nuh ya li dijî pêvajoya çareseriyê ye. AKP, di meseleya çareseriyê da heger nîşan nede ew ne di riya Erdogan da ye, ev ray ewê ebediyen venegerin AKPê.”
Serokê berê serxwebûn û yekîtiya Kurdistanê dixwest û lema jî em hevalên hev bûn, ji dêlî ku bi veqetandina kurdan ji AKPê kêfxweş bibe, xemgîn bûye. Ketiye ber heyf û xema kêmbûna rayên AKPê, partiya ku Kurdistana rojava kiriye gola xwînê û Daîşê li hemberî kurdan sewq û îdare dike. Partiya ku hukûmet e û dewleta tirk îdare dike.
Ji bo ku AKP rayên kurdan dîsa paşda bigre aqil dide serokwezîrê dewleta tirk Davutoglu, dibê ji bo ku hûn kanibin rayên kurdan paşda vegerînin, dibê hûn ji Erdogan piçekî ferqiyeta xwe nîşan bidin, nedin ser riya wî…
Serokê do Kurdistaneke serbixwe û yekbûyî diparast îro aqil dide berpisiyarên partiyeke dijimin û serokwezîrê dewleta tirk.
Ew naxwaze AKP ji ser hukim da bikeve, çimkî li meaşê xwe, li karê xwe difikire. Heger AKP îktîdarê wenda bike ew jî dikane karê dewlet didê wenda bike. Lema jî eşkere AKPê diparêze, êdî vê hevalbendiya xwe venaşêre û jê fedî jî nake…
Ma trajediyeke ji viya mezintir heye?
Dema serokê partiyeke kurd bû, dema bi rahmetî Dr. Qasemlo, Mam Celal Talabanî û Mesûd Barzanî ra ji bo Kurdistaneke serbixwe, li dijî dewletên îşxalkar, ji bo avakirna cepheyeke netewî civîn çêdikir bi kurdî dinivîsî, lê cergî bûye aqilmendê AKPê hema hema ji binda dev ji kurdî berdaye, êdî hemû pêşniyar û fikrên xwe yên giranbiha bi tirkî dinivîse.
Diyar e ji bo ku tirk û hevalên wî yên AKPê jê fêm bikin, ji bo ku bibînin bê ew çiqasî xêra dewletê û AKPê dixwaze bi tirkî dinivîse, pêşniyarên xwe bi tirkî dike. Êdî kîm caran û ew jî tiştmiştên pir bêqîmet bi kurdî dinivîse…
Xuya ye gava meriv cephe guhert, meriv zimên jî diguhere…
Hey gidî dinyayê ye, em ji ku hatin ku ?
Em çi bûn û bûn çi ?
Û kî dizane emê hîn bibin çi û çi ?
XXX
”AKP'den HDP'ye giden Kürt oyları, AKP'den ziyade Erdoğan'ın çözüm süreci karşıtı yeni politikasından kesin kopuştur.
AKp, çözüm konusunda Erdoğan'ın yolundan yürümedığini gösteremezse, bu oylar AKP'den de kesin bir kopuşa dönüşür.”
Murad Ciwan

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE