29 juni 2015

Heta ku tirkên wek Nursel Aydoganê nûnerên me bin yekîtî û azadbûna me xeyal e


Parlamentera HDPê Nursel Aydoganê di Nûçe TV da ji serokkomar Erdogan ra gotiye,
”Kurd li Sûriyê xweseriyê dixwazin tu qebûl nakî, tu dibêjî ezê mudaxele bikim. Lê li alî din tu bi xwediyên federasyonê ra hevkariyê dikî. Çaxa Barzanî û fikra wî li ser hukim be federasyon jî dibe. Heger tu dikanî here mudaxeleyî federasyonê bike…”
Belê, Nursel xanima tirk û parlamentera kurdan ji dewleta tirk ra dibêje here mudaxeleyî Kurdistana başûr bike…
Û him jî di rojeke ku kurdji her demê bêtir muhtacî hevkariyê û alîkariya hevin viya dibêje…
Ev ne cara pêşî ye Nursel Aydogan û tirkên di nava HDPê û PKKê da tiştên wiha dibêjin, heta nuha gelek carên din jî gotine û dibêjin.
Û ne tenê dibêjin, bi rastî jî dixwazin Kurdistana Federe ji ortê were rakirin.
Îraq ya jî Tirkiye ya jî Daîş, kî Kurdistana Federe ji ortê rake Nursel û hemû tirkên di nava HDPê û PKKê da ewê destên xwe hine bikin.
Daxwaza tunekirina Kurdistana başûr di bin şiûrê wan da ye, carnan bêhemdî didin der.
Bi baweriya min, tiştek pir vekirî ye, hemû tirkên di nava HDPê û PKKê da di warê îdeolojîk û siyasî da ajanên dewleta xwe yên objektîf in. Yanî ji bo feydeya dewleta xwe, ji bo perçenebûna Tirkyê siyasetê dikin.
Wezîfeya wan ya esasî di nabêna kurdan da fêsadiyê bikin û kurdan berra hev bidin. Ev xizmet ji şerê dewletê yê li hemberî kurdan dide bi feydetir e.
Ne ku hemû ajanên dewletê yên resmî ne, ji dewletê meaş digrin û MIT dîrektîf û wezîfeyê dide wan.
Na, ez wiha nabêjim, ew bi xwe, bi dîtin, bi îdeolojî û bi siyaseta xwe, bi fêsadiyên xwe wek zilam û ajanên dewleta xwe hereket dikin.
Mîsalen, dewlet jî naxwaze Kurdistan çê bibe, ew jî naxwazin. Dewlet jî naxwaze kurd bibin yek, têkiliyên PKKê û PDKê baş bibin û tifaqa xwe çêkin, ew jî naxwzin. Bi kirinên xwe, bi beyanên xwe rê li ber yekîtiya kurdan digrin. Bi fêsadiyên û kurdan dikin dijminên hev.
Ê jixwe dewlet jî viya dixwaze, dixwaze kurd perçeperçeyî bibin, rast, çep, dîndar, PKK, Huda-Par bi hev kevin. Kurd çiqasî perçe bibin ji dewletê ra hewqasîbaş e.
A Nursel Aydogan viya dike…
Mesela piştî vê beyana Nursel Aydoganê bi hezaran kurd ewê êrîşî HDPê û PKKê bikin.
Û ew jî ewê Nurselê biparêzin û êrîşî PDKê û Barzanî û kurdên din bikin.
Yanî netîce tiştê dewlet dixwaze Nurselê bi beyaneke xwe kir, kurd berra hev dan.
Ma ji viya çêtir çi heye?
Jixwe ajan jî vî karî dike…
Ne hefs, ne kuştin, ne surgûn, tu tişt bi qasî perçebûna siyasî û û deolojîk kurdan qels û dewletê xurt nake.
Çeka dewleta tirk ya herî mezin perçe bike, berra hev bide û îdare bike(böl yönet).
Nursel Aydogan vî karî dike, kurdan berra hev dide. Û bi vê kirina xwe jî bîna dewleta xwe fire dike.
Ji ber ku kurd bi hev dikevin û bi vê yekê ra hêza wan kêm dibe, yekîtiya wan çê nabe…
Bi dîtina min heger a nuha di nabêna kurdên bakur, başûr û rojhilat da yekîtiyeke netewî hebûya li Kurdistana rojava û bakur (Tirkiyê)Kurdistan çê bûye.
Sebebê li Tirkiyê Kurdistan çê nabe ne qelsiya leşkerî ye, siyasî ye, em Kurdistanê naxwazin û loma jî ji bo vê yekîtiyeke netewî çê nabe.
Heger PKK bixwaze û siyseteke netewî bide ber xwe û van ajanên dewleta tirk ji nava xwe paqij bike Kurdistan çê bûye, li ber çêbûnê ye. Dewleta tirk bi şer nikane bi kurdan. Ev vekirî ye. Problema me siyasî ye.
Û heta ku tirkên wek Nursel Aydoganê berpirsiyar û parlamenterên kurdan bin, em ne yekîtiyekê dibînin û ne jî Kurdistanê.


 2015-06-28

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE