17 juni 2015

Ev tirk çi henekçî ne!

Yaho ev tirk çi nazadar û henekçî ne!
Tu çi dibêjî dibêjin "na" û naziya dikin, lêva xwe ba didin û dibêjin:
-Niççç
Kurd dikin nakin, nikanin tiştekî bi van tirkên nazlî bidin ecibandin…
Dema YPGê li Kurdistana rojava avabûna ”kantonan” îlan kir, hukûmeta AKPê got:
-Niççç, em qebûl nakin  !
Nuha kantonan dikin yek, îcar jî dibêjin:
-Çima hûn kantonan dikin yek?
Kurro hûn çi dixwazin?
Kurd kantonan çê dikin hûn dibêjin:
”Niççç, em qebûl nakin”.
Kantonan dikin yek, hûn dîsa dibêjin:
”Niççç, em vê jî qebûl nakin”!
Yê we jî ne tu hawe ye yaho!
Em nikanin modelekê bi we bidin ecibandin.
Hûn geh dibêjin kin e, geh dibêjin dirêj e…
Hûn kantonan qebûl naki.
Serxwebûnê qebûl nakin.
Federasyonê qebûl nakin.
Otonomiyê qebûl nakin.
Me li dinyayê model nehîşt, lê hûn bi yekê jî razî nabin. Hewqasî jî naz û cîle nabe, dibê hûn yekê qebûl bikin…
Dema Cizîr, Koban û Efrîn di bin îşxala Sûriyê da bû hûn pê razî bûn, we qet negot, ”niççç”!,
Heta hûn pê pir kêfxweş bûn.
Lê dema kurd dixwazin li welatê xwe, xwe îdare bikin, wek beqa bahjînî ji we tê û hûn dibêjin:
 ”Naaa, em qebûl nakin”!
Kurro jixwe kê ji we pirsî ye.
Heta zikê we diêş bibêjin, ”niç” û  em ”qebûl nakin”!
Heta ji we tê civînan cêkin û planan bigerînin.
Hûn nikanin tiştekî jî bikin.
Jixwe kes ji we napirse, çimkî tu têkiliyeke we bi Sûriyê û bi kurdan tuneye.
Hûn ji xwe ra xwe li ber baranê şil dikin.
Hûn ji xwe ra lêdixin û ji xwe dilizîn…
Me hevûdu baş nas kiriye, fort û gefên we li ba me êdî du quruş û nîva jî nake.
We ji bo Kurdistana başûr jî got ”na, em qebûl nakin…”
Lê çi bû, we wek berxikan qebûl kir û di ser da jî li dilê xwe xist.
Bi Xwedê hûnê ”kantonan” jî û federasyonê jî qebûl bikin.
Hûn mecbûr in.
Ji ber ku ev heqê me ye.
Em erdê kesî jê nastînin, em welatê kesî îşxal nakin.
Em dixwazin li welatê xwe, xwe îdare bikin, wek her miletê azad bijîn.
Hema heta ji we tê bibêjin, ”niççç û em qebûl nakin…”!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE