05 juni 2015

Ev teba jî çeteyekî dewletê ye

Edîtorê kovara Turk Solu Gokçe Firat Çulhaoglu, çep û faşîstekî tirk e. Yanî him çep e, him faşîst e. Lê bi îhtîmaleke mezin ajan e jî.
Dogu Perînçek, bi îthama ew ajanekî MITê ye ji partiyê îxrac kiriye. Lê nuha serokê hin çepên tirk e.
Jixwe hemû faşîst, nîjadperest, kemalîst, îslamîst û teferûatên din giş jî ajanên dewleta tirk yên minêkar in, yanî yên bêpere, bi daxwaza xwe ajantiya dewletê dikin.
A vî Gokçe Firat Çulhaoğlu, di twîtteke xwe da kîn û nefreta xwe ya li he...mberî miletê kurd wiha aniye zimên, gotiye:
”Xwedê teala qewetê bide Daîş ê, bira hemû pêşmergeyan bikujin, ji bo ku cenazeyên wan careke din axa(erdê)Tirkiyê qilêrî neke.”
Bi qasî ku ji durûvê wî xuya dike qereçî ye. Heger ne qereçî be jî mahcirekî kirêkirî ye.
Ez ji w era bibêjim, hema hema hemû lûmpen, qatil, faşîst, gur û segên dewleta tirk mahcir in.
Dewletê bi milyonan sûtal, çeqel û çuqûl ji Balkanan, ji Kafkasan û ji Îranê û Afganîstanê anîn û wek hêzeke çekdar li Kurdistanê li hemberî kurdan bicî kirin.
Ji bo ku dema lazim be bi pûlis û leşkeran ra êrîş î kurdan bikin. Dewlet vê hêza qatil, çete û devbixwîn li hemberî kurdan tim bikar tîne. Tiş tê nikane bi pûlis leş kerên xwe bike, bide kirin, bi van hêzên xeyrînîzamî dide kirin.
Komara Tirkiyê di vî warî da xwedî tecrûbeyeke pir mezin e, bi milyonan rûm bi van çeteyên devbixwîn dan koçkirin û dest dan ser mal û milkên wan.
Ev qatil û sûtalên li Samsûnê, li Eskiş ehirê, li Edenê û li Erzeromê wek gur û segên har êrîş î kurdan dikin hêza dewletê ya xeyrînîzamî ye, yanî dewlet bi xwe ye.
Dewletê ev hêz û gurûhên qatil û devbixwîn ji bo kurdan tim di bin destê xwe da girtiye, gava hewce be bi riya MITê û pîlisan hefsarê wan birdidin û dajon ser kurdan. MHP û hin partiyên nêzî wê jî beş ekî legal yê vê hêza qatilan e. Patronê hemûyan dewleta tirk e.
A Gokçe Firat Çulhaoğlu yanî ev tebayê diş ibe însên jî elemanekî siyasî û întellektuel yê vê hêza dewletê ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE