04 juni 2015

Dibê tirk hergav nikanibin vê heqaretê li me bikin !

Li Erzeromnê tirkan dîsa xwîna kurdan rijandin, dîsa kurd lînc kirin.
Li Erzeromê mahcirên faşist û çeteyên dewleta tirk êrîş birine ser mitînga HDPê û çend kurd dîsa lînc kirin. Jixwe her roj dikin…
Deh heban, bîst heban wek gurên har bi hev ra êrîşî ser xotekî kurd dikirin, di orta pûlisan da lînckirina xwe didomandin.
Pûlisan jî wek ku wan ji hev diqetînin, wek ku yê kurd diparêzin dikirin…
Lê tenê wek ku… ...
Û faşîstan jî di nava lepên wan da li kurdê bi tenê û bêxwedî dixistin û lê dixistin…
Bi zalimî, bi bêûjdanî, bi hovîtî, bi kîn, bi nefret û derba mirinê li yê kurd dixistin…
Dixwestin bikujin, dixwestin perçe perçeyî bikin…
Dixwestin xwïna wî vexun...
Dora wî girtibûn û bi zalimî, bi pûsstî û bi qelessî û bi qahpikî ji her alî da lê dixistin, ji par ra, ji pê ra, ji rast û çep da…
Xortê kurd bi tenê bû, ketibû nava guran, nava keftaran, nava hovên neyarên qewmê xwe.
Yên lê dixistin tirk bûn, cceteyên dewletê bûn, mahcirên qatil bûn, neyarên miletê kurd bûn, dixwestin xwîna kurdekî vexwin…
Ji ber ku ew kurd bû, kurd hatibû dinyayê û dixwest wek kurd bijî ew lînc dikirin…
Pûlisan jî wek ku wan ji hev biqetîne xwe dilivandin, carnan ji êrîsskaran ra digotin ”de bes e,          de bes e… ”
Yanî we dersa wî dayê…
Û wan jî di nava lepên pûlisan da yê kurd diheciqandin, derba mirinê lê didan….
Ji ber ku kurd bû dibê bihata lînckirin…
Ji ber ku li bajarekî welatê xwe beşdarî meşekê bûbû dibê bihata kusstin…
Bi zalimî lê dixistin ji bo ku ji kurdên din ra jî bibe ibret.
Di destê wan da sator û kêr û êrîşî kurdan dikirin. Lêdan, lînckirinê dilê wan rehet nekir, wasiteya HDPê şewitandin. Dixwestin hemû kurdan bişewitînin...
Êdî bes e, dibê dawî li vê zulmê were.
Dibê em nehêlin, rê nedin tirk tim vê heqaretê li kurdan bikin.
Dibê kurd xwe biparêzin.
Dibê tirk hergav nikanibin, newêribin vê heqaretê li me bikin !
Bi dîtina min sûcê HDPê û berpisiyaran e. Ew dizanin li bajarên wiha tirk, çeteyên dewlwetê sedîsed ewê êrîşî wan bikin.
Ji ber ku dewlet ewlekariya wan nagre û wan ji tirkan naparêze, loma jî dibê kurd bi xwe, xwe biparêzin. Dibê sîstemeke parastinê ava bikin…
Yanî dibê tedbîrên xwe bigrin.
Dibê HDP, kesên berpirsiayr bi sedan însanên ku kanibin şer bikin, bikin parêzvanên mitîngan. Geva xelkê êrîşî wan kir dibê ew xwe biparêzin û bersîvê bidin êrîşkaran.
Dibê yên tên pelçiqandin û lînckirin tenê ne kurd bin, dibê ew jî derbê bixwin, dibê ew jî birîndar bibin…
Di her mitîngê da çend kurd ji alî tirkan ve tên lînckirin û kuştin. Bes e êdî.
Çare xweparastin e, di her meşê da dibê kurd li hemberî êrîşkaran kanibin xwe biparêzin û bersîvê bidin faşîstên tirk….
Wekî din tu rê tuneye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE