03 juni 2015

Di nav me da ker pir in


Xortekî ji kalê li kêleka xwe pirsî, got:
- Kalo dunya alem tev bûn xwedî dewlet, gelo em kurd çima heta nuha nebûn xwedî dewlet, sebebê vê çi ye?
Kalo bi hêrs got:
-Ji ber ku di nav me da ker pir in. Çimkî ji keran ra dewlet ne lazim e…

XXX
Ban qul be binban şil e.
-Çira ji koran ra, def ji keraran ra bêfêde ye.
Carnan dibêmeriv wiha kin bibêje belkî baştir were fêmkirin.
Ban: xanî,

XXX
Ji Satilmiş Dîlbazê tirk pirsîn, gotin:
”Satilmiş, ma tu ji Misto pir hez dikî ya jî ji Reco?”
Satilmiş got:
-Ji Reco
Gotine çima Reco?
Got:
-Ji ber ku Misto geh rast dibêje, geh derewan dike. Bêîstîkrar e. Lê Reco tim derewan dike, min nawestîne…
Nuha we fêm kir bê miletê tirk çima ji Erdogan hez dike.



XXX
Îro bi berbanga sibê ra pûlisên Erdogan li Şirnexê girtin ser çend malan û gelek kes girtin bin çavan. Ewê bikin, ewê bigrin û ewê tiştên hîn xerabtir jî bikin.
Erdogan ji tirs û xofa wendakirinê har bûye, lema jî dikane her xerabiyê bike.
Lê bêfeyde ye, ew bi hezaran însan bide girtin jî xelasiya wî tuneye, taliya wî ewê pir trajîk biqede. Ji ber ku heq kiriye, him jî pir heq kiriye.
Tu zulm ne bêdawî ye. Virek çiqasî hosta be jî rojekê xelk bi derewên wî dihese û tac û kursiya wî serobon dike…. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE