10 juni 2015

Di îşxala Mûsilê da tiliya Tirkiyê hebûye



Komîta lêkolinê ya parlemantoya Îraqê li ser dagirkirina Musilê raporeke amade kiriye. Komîteyê di rapora xwe da gotiye destê Tirkiyê di dagirkirina Musilê da hebûye û konsulê Tirkiyê yê Mûsilê jî di dagirkirina Musilê da roleke pir mezin lîstiye.
Jixwe ji destpêkê da dihat gotin di îşxala Mûsilê da tiliya Tirkiyê heye, hukûmeta AKPê tim înkar dikir.
Lê bi vê raporê îspat dibe ku îşxal bi destê Tirkiyê hatiye kirin û îşxala seferatxaneya wan jî tiyatro bûye.
Lê bi dîtina min ne îşxala Mûsilê tenê, êrîşa ser Şengalê û Kobanê jî bi emrê Tirkiyê hat kirin. Erdogan nexwesta, emir neda, MITê û artêşa tirk êrîş koordîne nekirana, alîkariya lojîstîk nedanayê ne Mûsil dihat îşxal kirin û ne jî Daîşê êrîş dibir ser Şengalê û Kobanê. Ev hemû bi daxwaza Erdogan û destega Tirkiyê bû.
Şerê Sûriyê jî wisa ye, ne Erdogan bûya li Sûriyê şerê hundur çênedibû, yê li Sûriyê şer derxist Erdogan e, hukûmta AKPê ye. Dibê ev yek baş were zanîn, mucrimê van sûcan hemûyan Erdogan e, hukûmeta AKPê ye.
Û ev jî sûcekî pir mezin e. Di îssxla Mûssilê, Ssengalê û Kobanê da bi hezaran însan hatin qetilkirin. Di sserê Sûriyê da bi sedhezaran însan ahtin kûsstin û bi milyonan jî koçber bûn. Bi sedan gund û dehan bajar hatin wêrankirin.
Mesûl û sûcdarên van qetlîaman hemûyan yê dereca yekem Erdogan û taximê wî ye. Dibê li dadgehên navnetewî gilî li Erdogan û taximê wî were kirin. Erdogan û taximê wî sûcên pir mezin kirine. Dibê ev yek ji Erdogan ra nemîne.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE