06 juni 2015

Dewleta tirk Diyarbekir kir gola xwînê

Çete û qatilên hukûmeta AKPê do li Diyarbekrê d dîsa destên xwe di xwîna kurdan gerandin. Di teqînên di nava milet da 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar hene.
Ev êrîş bi emrê dewleta tirk û hukûmeta AKPê hatiye kirin, piyon û qatil kî bin jî bi emrê dewletê kirine.
Bêyî dewleta tirk û hukûmeta AKPê li Diyarbekrê dijminê kurdan tuneye. Êrîşeke wiha mezin û neyarane ancax dewleta tirk bike û bide kirin.
Yanî hêza evêrîş kiriye û daye kirin diyar e.
Erdogan ji bo ku îktîdarê ji destê xwe bernede Plana B xistiye dewrê. Di Plana B da êrîşên ser kurdan, kuştin, sabotaj, teror û girtina bi sedan, bi hezaran kesî heye. Û jixwe ev çend roj in vê yekê bi rengekî bênabên dikin. Her roj li vî bajarî û wî bajarî davêjin ser malên kurdan û însanan digrin bin çavan.Heta nuha bêyî HDPê kesî êrîş nebiriye ser tu partiyeke din, yek endamê tu partiyeke din nehatiye girtin, yên hatine girtin û marûzî êrîşan bûne tenê kurd in. Di nava girtiyan da muşahidên sandoqan pir in. Di nava van du rojan da bi sedan muşahidên sandoqan girtin. Ev jî nîşan dide ku ev yek ji teref hukûmetê ve tê meşandin. Hukûmet rê li ber diziya rayan xweş dike, pir vekirî dibêje em nahêlin HDP barajê derbas bike.
Li hemberî van êrîşan tiştê ji kurdan tê dibê yekîtiya xwe xurt bikin û rayên xwe nedin AKPê. Piştgiriya AKPê, piştgiriya van êrîşan û terora dewletê ye.
Hevalbendiya bi AKPê ra neyartiya miletê kurd e, piştgiriya terora dewletê ye.
Û ya din jî dbê kurd êdî fêm bikin ev dewlet nabe dewleta kurdan û dev ji xeyala ewê bibe dewleta me berdin. Ev siyaseteke berradayî ye, ji vê siyasetê tu tişt sadir nabe. Çare di siyaseteke netwî da ye, di azadî û serxwebûna Kurdistanê da ye. Ketina meclîsa Tirkiyê mesela kurd çareser nake...
Ez vê êrîşa hukûmeta AKPê ya faşîzane bi nefret protesto dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE