10 juni 2015

Dewlet dixwaze kurdan dîsa berra hev bide

Dewlet berê dide kuştin û dû ra jî fena ku li qatilan digere dike. Heger dewletê nexwesta ne qetlîama di mitînga HDPê dibû û ne jî Aytaç Baran îro dihat kuûştin. Herdu bûyer jî li ser daxwaza dewleta tirk bûye, tiliya wan têda heye.
Heger Huda-Par bi aqilê selîm hereket bike dibê dev ji PKKê berde û di nava dewletê da li qatilan bigere.
Piştî kuştina Baran grûbek Huda-Pariyên bi maske li taxê êrîş birine der û dorê û 3 kes kuştine. Wer tê gotin.
Kî dizane ew kesên bi maske ne meriv û ajanên, heta ne tîmêm dewletê ne? Ji bo ku bûyerê mezintir bikin dikanin ew bin.
Dibê kurd bi dû vê meselê jî kevin.

XXX


Dewleta tirk dîsa li pey provaksyonan e, dixwaze kurdan bera hev bide. Loma jî îro li Diyarbekrî serokê Îhya Derê Aytaç Baran dan kuştin.
Qatil kî be, hevalê kê be, nêzî kîjan hêzê be neyarekî miletê kurd eû ajanê dewleta tirk e. Ev, qetil karê ajanan e.
Di 5ê mehê da di mitînga HDPê ya Diyarbekir da dîsa ji bo ku kurdan bera hev bidin du bombe teqandin. Di teqînan da 4 kes hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn. Tavilê sûtalek girtin û gotin qatil ev e. Çawa dîtin, çawa girtin ew jî gelkî tarî ye.
Kesê îro Aytaç Baran kuştin jî eynî hêz e. Dewleta tirk bi rengekî pir sinsî yekî ji vî alî, yekî ji wî alî dide kuştin ji bo ku Huda-Parê û PKKê dîsa bera pêxîla hev bidin û kurdan bi kurdan bidin kuştin.
Dibê serok û berpirsiyarên herdu aliyan şiyar bin û neyên vê lîstika dewletê.
Tu sebeb tuneye PKK tiştekî wiha bike û bide kirin. Tiştekî wiha ne mimkûn e. Dibê berpirsiyarên Huda-Parê bi aqilekî selîm hereket bikin û neyên lîstika dewleta tirk.
Çawa ku qatilê bûyera mitînga HDPê girtin, dibê qatilê vê bûyerê jî bigrin û eşkere bikin.
Lîstik eşkere ye, dewlet li pey provakasyonên mezin e, dibê em hemû kurd vê plana dewletê bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE