01 juni 2015

Demirtaş ji înfazê xelas bû



Dengir Mîr Mehmet Firat gotiye, ”girtina ser mala Demirtaş ji alî pûlisan ve pir tahlûke bû, heger Demirtaş biaqil hereket nekira û derî vekira ewê bihata înfazkirin.”
Bi dîtina min jî ev texmîna Firat rast e û ji bo kuştina wî çûbûn. Plan jî hazir kiribûn, xwedêgiravî mala yekî din bû. Ewê bikuştina û bigotana şaşiyek bû. Lê biaqilî kir derî venekirin.
Piştî bûyerê di telewîzyonê da min li Demirtaş guhdarî kir, wî wek Firat negot ji bo kuştina min hatibûn, mesele hinekî sivik kir, got edres ya mala min bû, lê nav şaş bû û filan û bêvan…
Dibê bigota bi baweriya min ji bo kuştina min hatibûn. Ûjixwe şiklê bûyerê bêyî kuştinê tu îhtîmaleke din nahêle.
Bi baweriya min tiliya hukûmetê û MITê di vê planê da hebû û ji bo kuştinê hersê pûlis şandibûn. Bêyî haya MITê tiştekî wiha nabe.
Hertişt ji Erdogan û hukûmetê tê.
Çimkî di telewîzyonê da rojnamevanan eşkere tehdît dike, dibêje ez viya jê ra nahêlim, ewê bedeleke giran bide.
Loma jî dikane di bin ra biryara kuştina Demirtaş jî bide…

XXX
Bi xêr û xweşî ev hilbijartina li Tirkiyê derbas bibûya û kurdan dev ji şerê hev berda ewê pir baş bibûya. Me yê hinekî rehet bikra.
Hêvî dikim HDP ji sedî 20 bigire, hêvî dikim 100 parlamenterî derxe. Emê bibînin hela ka ji havilê dikin....

XXX


Ecêba giran, Erdogan do di telewîzyonê da bi rengekî eşkere Can Dundarê rojnamevan tehdîd kir, got ”Kesê ev xeber çêkir ewê bedelekî pir giran bide, ez wî wer rehet bernadim.”
Wek tê zanîn çend roj berê rojnameya Cumhurriyetê li ser TIRên çek û cebilxane dibirin Sûriyê xeberek çêkir û rismên çekan belav kir. Erdogan tim digot barê TIRan ne çek bûn, derman û xwarin bû. Lê rojnameya Cumhûrriyetê îspat kir ku derman û xwarin derew e, hemû bar çek bûn.
Lê tehdîdkirina rojnamevanekî bi rengekî hewqasî vekirî derî kultur û edeba siyasetê ye, îşê çeteyan û serokên mafyayê ye.
Lê Erdogan guh nade tiştekî, mêrik herkesî tehdîd dike. Ev rewş ewê here bigihîje ku ne diyar e. Bi qasî xuya ye li pêş Tirkiyê rojên pir tarî û zor hene…
Helbet ji tirkan bêtir îşê me kurdan pir zor e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE