08 juni 2015

De ser xêrê be

De ser xêrê be waye HDPê baraj derbas kir. Ji dêlî 36 parlamenteran ewê li dora 80 parlamenteran bişîne meclîsa Tirkan.
Nuha dor hat mesela kar û xebatê. Ev partî û 80 parlamenterên wê ewê ji bo kurd û Kurdistanê çi bikin?
Ya muhîm ev e. Milet wezîfeya xwe kir, nuha dora partiyê û parlamenteran e.
Ji ber ku kurdan bi hêviya ewê zulma li ser wan rabe û mesela kurd çareser bibe rayên xwe dan HDPê. Yanî ji bo wezîfeyekê ew şandin meclîsê.
Hêvî dikim HDP wek partiyeke tirk hereket neke û sebebê hebûna xwe ji bîr neke, yanî azadî û çareserkirina mesela kurd bike madeya yekem ya rojeva xwe. Çimkî sebebê piştgiriya kurdan ev e…
Û ya din jî li Kurdistanê kêmbûna rayên AKPê pêşketineke pir baş e, ez pir kêfxweş kirim. Dûrketina kurdan ji AKPê tiştekî pir muhîm e, dibê meriv pê kêfxweş bibe.

2015-06-07

XXX
Tiyatro û hilbijartinên tirkan qediyan. HDPê ji sedî 15-20 jî girtibe îhtîmal heye Erdogan qebûl neke û rêjeya rayên HDPê daxe ji sedî 8-9a. Tiştekî wiha ji dewleta tirk û ji hukûmeta AKPê ne dûr e, îhtîmala tiştekî wiha bikin zêde ye..
Gelo ewê biwêribin kurdan li derî meclîsê bihêlin?
Di normalê da kirina tiştekî wiha rîskeke pir mezin e, dibê nekin. Lê li gel vê rîskê jî bi baweriya min îhîtîmala HDPê li derî meclîsê bihêlin heye.
Min berê jî gotibû, heger wiha bikin ji bo kurdan ewê hîn baştir be. Wê demê îhtîmal heye PKK-KCK dev ji partiya Tirkiyê û siyaseta tirkyebûnê berde û bibe tevgereke kurd ya netewî. Ew gaveke wiha navêjin, gel ewê israra di vê riyê da qebûl neke. Argumentên wan ewê gelkî zeîf bibe...


2015-06-07

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE