05 juni 2015

Çare dibê em jî bibin xwedî dewlet

Gelî kurdên ji her fikrê, ji her baweriyê, ji her partiyê, ji her sinif û tebeqeyê, heger dewleta me hebûya, heger em ne bindestên tirkan da bûna, çeqel û çuqûlên dewleta tirk îro li li bjarê me, li Erzeromê nikanîbûn me lînc bikin, nikanîbûn me bi saxî di wasiteyên me da bişewitînin.
Nikanîbûn siyasetmedar û rîsipiyên me bidin ber pihîn û kulman û dev û pozên wan di nava xwînê da bihêlin.
Tirk dikanin vê zulmê li me bikin ji ber ku ew xwedî dewlet in û em jî bê dewlet û bin...dest in.
Loma jî dibê em hemû kurd baş bizanibin, heta em wiha bindest bin halê me ewê tim ev hal be, tirk tim ewê me lînc bikin û bişewitînin û tepa xwe tu carî ji ser serê me kêm nekin…
Kesên dibêjin em dewletê naxwazin, em "demokarsiyê" dixwazin dibê dev ji vê siyaseta şaş berdin. Dewleta tirk tu carî nabe dewleta me, demokrasiya Tirkiyê tu carî nabe demokrasiya me. Dibê statuyeke me ya siyasî hebe, dibê li welatê xwe em desthilat bin, em xwe îdare bikin.
Di bin îdareya tirkan da emê tu carî rehet nekin, emê tim werin lînckirin û şewitandin.

Çare azadî ye, rizgarbûna ji bin destiyê ye, xwedîdewletbûn e.
Helbet tirk bi rehetî ji welatê me dernakevin, helbe ji ber ku em dixwzin ewê nebêjin fermo hûn jî dewleta xwe ava bikin. Ji bo vê xebat, hêz û dem lazim e.
Lê çare ev e, dibê em kurd jî wek tirk, ereb û farisan bibin xwedî dewlet, ji bindestiya xelkê rizgar bibin.
Heta ev nebe emê tim di bin nigên ereban, farisan û tirkan da bipelixin.
Hinekê me lînc bikin û bişewitînin, hinekê wek gûşiyên tirî me darên sêpiyan ve li ba kin û hinekê jî serê me jêkin û tecawizî keç û jinên me bikin…
Ji ber ku dewleta me tuneye, loma jî em bêxwedî û bêpişt in…
Miletê bêdewlet wek pezê bê kûçik û bê şivan e.
Pezê bê şivan tim qûtê guran e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE