21 juni 2015

Aman, dibê tirk careke din jî me nexapînin !


Li gorî xebera malpera AVESTA KURDê, serokê PYDê Salih Muslim, ji bo ku bi bepirsiyarên hukûmeta AKPê ra hevdîtinan bike ji ser Qoser û Mêrdînê bi balafira Tirkiyê (THY) çûye Stenbolê û ji wir jî ewê derbasî Anqerê bibe. Berpirsiyarên hukûemta AKPê dixwazin bi Salih Muslim ra li ser Girê Spî bipeyivin.
Hevdîtin, diyalog baş e, dibê aliyê kurd ji diyalogê nereve. Lê li alî din dibê kurd pir şiyar bin û neyên xapandin.
Netîceya Tirkiyê li Girê Spî bi destê Daîşê bi dest nexist nuha dixwaze bi entrîka, bi dek û dolaban, bi hîle û xapandinê bi dest xe.
Ya na Davutoglu Muslim dawet nedikir.
Yanî di esasê xwe da hêviya hukûmeta AKPê û dewleta tirk êdî bi zorê û bi şer nemaye, di vir da kurdan zora wan û mitefikên wan bir.
Di destê dewleta tirk da maye hîleyên siyasî. Tirkiye nuha li pey wê ye.
Ewê bixebitin bi destê hin kesan û bi gelek riyan zafera kurdan û YPGê û PYDê di şer da bi dest xistin, li ser masa siyasî pûç bikin.
Yanî hesab û nêta tirkan ev e.
Heger mecbûr nemînin Salih Muslim dawetî Anqereyê nakin. Ji ber ku dibêjin PYD û YPG terorîst e û ji Daîşê jî xerabtir e. Û ev dîtina xwe hîn jî neguhertine.
Erdogan hîn di axaftina xwe ya do da got, ”alîkariya kurdan tenê dikin, hemû grûbên din tasfiye dikin. Ev lîstikeke. Emê destûrê nedin vê lîstikê.”
Mêrik vekirî dibêje emê qebûl nekin kurd li welatê xwe, li bajarê xwe bibin xwedî desthilat. Yanî dîsa ji kurdan ra ”NA”!
Lema jî dibê PYD û PKK di vî warî da pir şiyar bin û neyên lîstika tirkan û wek dema Şerê Cîhanê yê Yekem careke din nebin aliyê têkçûyî.
Ev şansê kurdan yê dawî ye, ji meriv ra hertim wiha li hev nayê. Li der û li hundur, di her warî da kurd xurt in û xwedî piştgiriyeke mezin in. Tirk viya dibînin û dixwazin vê rewşê di aleyhê kurdan da biguherînin, dixwazin wextê qezenc bikin. Tiştê di dema Şerê Cîhanê yê Yekem da anîn serê kurdan, dixwazin careke din dubarebikin. Yanî dixwazin van zaferên kurdan vegerînin Lozaneke Duyem.
Lema jî dibê PYD û PKK di hevdîtinan da pir şiyar bin û tu carî bi soz û ahdên tirkan nexapin….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE