08 maj 2015

Îcar jî Îranê dest bi terorê û êrîşan kir


Hin pûlis ya jî ajanên dewleta Îranê ya jî hin zilamên wan li bajarê Mahabadê li Otêla Tara di 4ê mehê da xwestine bi zor tecawizî keça kurd Ferînaz Xusrowanî bikin. Ji bo ku ji destên tecawizkaran xelas bibe Ferînazê xwe ji qatê çaran avêtiye jêr û miriye.
Li ser vê, bi hezaran kurd daketin kuçe û kolanên Mahabadê û ev tecawiz û qetla keça kurd protesto kirin. Hêzên ewlekariyê yên rejîma zalim, faşîst û ceberrûd jê dêlî ku sûcdaran bigrin û ceza bikin, êrîşî milet kirin. Ji gel gelek birîndar û girtî hene. Gel bi gerseyî li ber xwe dide. Otêla Tara ji alî gel ve hat şewitandin.
Kurdên herçar perçên Kurdistanê dibê li herderê vê bûyera rejîma îranê ya faşîst protesto bikin û gelê Mahabadê û Kurdistana rojhilat bi tenê nehêlin.
Bindestî, bêdewletbûn wiha ye, geh tirk, geh ereb û geh jî farsi li hustuyên me siwar tên, tecawizî namûsa me dikin, me dikujin, çavên me der dixixin. Bi kêmanî ev dused sal in halê me ev e, erem, tirk û faris me dikujin û dikujin. Me pîs dikin, dest davêjin namûsa me, jinên me ji xwe ra dikin kole û cariye, li mazatan harac mazat difroşin. Li hemberî vê bindestiyê û zelûliyê meriv ji êdî ji jiyanê nefret dike, naxwaze wek milet hebe. Meriv tê nuxteya dibêje xwezî em kurdli vê dinayê tunebûna.
Pasdarên rejîma meleyên faşît şûjin di herdu çavên xurtekî kurd ra kirine. Barbariyeke ji ya Daîşê ne kêmtir e.
Hercara kurd li başûr qala îlana serxwebûnê dikin, hêzên îşxalkar planekê dixin dewrê û dest bi êrîşê dikin. Pir ne dûr e têkiliya vê bûyerê jî bi Kurdistana başûr ra hebe.

XXX
Yaho ev tirk bi rastî nexweş in, tu kîjan kanala telewîzyonê vedikî birek însanên aqilfiroş li ser kurdan dipeyivin. Herkes aqil dide kurdan. Tirkê herî kêmaqil jî aqil difroşe kurdan.
Rojnameyên wan li ser kurdan e, nivîsên wan li ser kurdan e, axaftinên wan li kurdan e, twittên wan li ser kurdan e, yanî bi kurdan radbin û bi kurdan radikvin.
Tu dibêjî belkî ev dewlet û ev milet ji bo kurdan hene, hal û karên wan kurd û kurd, kurd û kurd.
Fena ku li vê dinyayê mijara li ser bipeyivin tenê kurd in.
Ez dibêjim heger tirk hefteyekê li ser kurdan nepeyivin ewê dîn bibin, ewê hiş berdin.
Em bûne benîştê devê van bêbavan. Bi xêr û xweşî Kurdistan zû çê bibûya em ji van nexweşan xelas bibûna.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE