07 maj 2015

Agahdariyeke biçûk

Bîstik berê ez ji konferansê bi kêf hatim mal. Li qesreke dîrokî (ji sedsala 13a) me du rojên pir xweş borandin. Min çend rismên xweş kişandibûn. Min got ezê îşev bi nivîseke li ser qesrê ra belav bikim. Lê bi şaşî min malik li xwe şewitand, min nêzî  200 rismên xwe avêtin. Û yên min do û îro kişandibûn jî min kir ne kir min nikanîbû li kompîtorê bar bikira. Sibe li ciyê kar belkî yek alîkariya min bike. Heger wenda nebûbin ezê sibe belav bikim. Lê 200 û belkî hîn jî zêde, rismên min çû.
Loma jî bîna min gelkî teng e, bi vî moralî îşev nikanim tu nivîsan jî binivîsim...
Ev du roj bûn em li Södertuna Slotê bûn. Ciyekê muhteşem e, wek cinetê ye.
Me kêf kir. Min gelek risim kişandin. Bi wê kêfê min got him ezê îşev him risman bi we ra parve bikim û him jî li ser dîroka qesrê nivîsekê binivîsim. Ji ber ku dîroka qesrê bi min pir balkêş hat.
Lê kêfa min qurçimî, ji heyecanê min dosyayek(200 risim) rismên xwe avêtin. Û rismên do û îro min kişandin jî neqelî kopîtorê nabin, Yanî ez ji heq dernayêm. Bûne bela û ji telefonê dernakevin.
Loma jî nuha moralê min di bin sifirê da ye....
Sibe netîce çwa be jî ezê nivîsekê binivîsim...


XXX
Gelî dost û hevalan, sibe bi hevalên kar ra diçim konferansekê. Ezê du rojan(6-7) ne li mal bim. Roja pênşemiyê ezê wegerim. Heta wê çaxê bi xatirê we. Sibe zû, bi şefaqê ra rêwî me...



2015-05-06

1 kommentar:

  1. Yaw Xalo welle tu her roj li konferansa yi. ma hina nu tu ji ya bere vi hati.

    SvaraRadera

PARVE BIKE