09 april 2015

Piraniya kurdên bakur Kurdistanê naxwazin


Erê bi meriv pir zor tê, giran tê, meriv pê diqehere lê ev yek rastiya heye naguhere. Ya rast, piraniyeke pir mezin ya kurdên Kurdistana bakur(Tirkiyê) êdî dewletê û Kurdistaneke serbixwe naxwazin û naxwazin ji bin destê tirkan azad bibin. Rastiya îro ya piraniya kurdan ev e.
Di dawiya çel sal micadele û dana bedelekî pir mezin jî daxwaza Kurdistaneke azad li gorî 30-40 sal berê li ba kurdan lawaztir û kêmtir bûye.
Kurdên dixwazin ji Tirkiyê veqetin ya jî bi Tirkiyê ra federasyonekê ava bikin li gorî 30-40 sal berê îro kêmtir in, pir kêmtir bûne.
Û ne tenê kêm in, di serda jî piraniya kurdan wan biaqil û realîst jî nabînin. Gava meriv dibêje serxwebûn û dewlet mafê miletê kurd e jî û dibê meriv vî heqê xwe tim bîne zimên, bi meriv dikenin ya jî di dilê xwe da dibêjin ev camêr ji xwe ra xewnan dibîne. Jixwe carê Murad Ciwan got ”daxwazên wiha xewn in û siyaset jî bi xewnan nabe…”
Sebebê vê bêhêvîtî û alabora siyasî bê guman di serî da siyasetmedarên kurd in, siyasetmedarên kurd, ev xeyala ku demekê di dilê kurdan û hemû siyasetmedarên kurdan da pir xurt bû vemirandin.
Ji dêlî avakirina Kurdistanê, hedefa ”tirkîyetiyê” û ”ortak vatan/welatekî mişterek” dan ber kurdan.
Kurdistan heye, kurd hene, zimanê kurdî heye, lê daxwaz û hedefên miletekî li meydanê tunene.
Hêza herî xurt, partiya herî xurt êdî qala daxwazên, mafên miletekî dike milet nake. Gava ev tunebe milet jî tuneye, diqede.
Ji ber ku miletek bi daxwazên xwe yên netewî, bi statuya xwe siyasî û netewî dibe milet ya jî nabe milet.
Îro li Tirkiyê piraniya kurdan ji rewşa xwe, ji halê xwe memnûn in. Dixwazin azadiya wan hinekî zêde bibe, demokrasî hinekî din jî bi pêş keve û hinekî din jî dewlemend bibin. Lê veqetandina ji Tirkiyê, serxwebûnê naxwazin.
Ev îro rastiyek e, lê bêguman ne rastiyeke ebedî ye, dikane were guhertin û dibê were guhertin.
Piraniya kurdan naxwazin ji Tirkiyê veqetin û bibin xwedî dewlet çimkî berî her tiştî hest û şiûrê vê daxwazê gur û xurt dike kor bûye. Îradeya însanan hatiye xespkirin.
Û ya din menfaet e, bi hezaran siyasetmedar û bi milyonan kurd bûne şirîkên tirkan û sîştemê. Di berdewamiya sîstemê da kara wan heye.
Bi milyonan kurd asîmîle û bi civata tirk ra entegre bûne. Bi milyonan kurd li Tirkiyê bicî bûne, bûne xwedî meqam û kar, bi tirkan ra tîcaretê dikin. Bi tirkan ra zewicî ne. Li peravên deryayên Tirkiyê havîngehên wan hene. Pirên wan bi kurdî nizanin, bi tirkî dipeyivin, ji muzîka tirkî hez dikin. Fêrî jiyan bi tirkan ra bûne û bi vê re ji civata kurd û kurdayetiyê dûr ketine, daxwaza dewletê û welatekî serbixwe li ba wan hema hema nemaye. Van siyasetmedaran bi xwe ra milet jî guhertin, kirin wek xwe.
Loma jî ji partiyên îro li Kurdistana Tirkiyê û li Tirkiyê xwedî hêz û qudret in bêyî îltîhaqa civata tirk, bêyî qebûlkirina asîmîlasyon û entegresyonê ez bawer nakim tu tiştekî din sadir bibe.Bi kêmanî siyaseta wa nya îro ev e.
Lê li alî din hejmareke pir hindik ya kurdên hîn xwe kurd dibînin û bi rastî jî dewletê û Kurdistanê dixwazin jî heye. Ev kurd pir hindik bêguman di nava wan hêz û partiyan, di nava HDPê da jî hene.
Kurdên azadîxwaz û serxwebûnxwaz îro pir hindik in û dengê wan naçe derekê û tu giraniyeke wan jî di nava milet da tuneye.
Li ber van kurdan du rê hene, ya ewê teslîmî siyaseta tirkîtiyê û wendabûnê bibin ya jî ewê li ber xwe bidin û daxwaza kurd û Kurdistanê tim dubare bikin û zindî bihêlin.
Bi dîtina min dibê meriv teslîmî vê siyaset û îdeolojiya tirkbûnê û ”ortak vatan/welatê mişterek” nebe û xeteke kurd û Kurdistanî bimeşîne.
Nuha ne mimkûn e, lê di rôjên pêşda belkî rewş biguhere û xeta kurdperwer û Kurdistanî xurt bibe.
Lê ji bo vê jî bi taybetî xebat û micadeleyeke îdeolojîk û îstîkrar lazim e. Serok û hin lîderên karaîzmatîk lazim in. Ev aliyekî meselê ye, aliyên din jî derî îrada me ye, meriv nizane di rêjên pêşda çi diqewime…
Bes nuha kes û hêzên tirkiyeparêz yên dibêjin ”miletê demokratîk” û ”welatekî mişterek” yanî devjêberdana ji Kurdistanê biserketine. Tahl be jî, bi meriv zor were jî ev rastiyek e. Ev rewş demekê ewê wiha dom bike…

XXX
Li ser exlaq, gotineke Mewlane Celaledîn ya pir xweş heye, gotiye:
"Tiştê cahilekî wek hesin ji zanayekî wek zêr bi qîmettir dike exlaq e."
Bi rastî exlaq serê her tiştî ye. Bi însên ra exlaq tunebe ya jî zeîf be însan dikane hertiştî bike.
Sîstemê li Tirkiyê însan pir bêexlaq û bêşerm kirine, rojê dikevin boyaxekê. Dema meriv li wan guhdarî dike û beyanên wan dixwîne, meriv şikir dike ku meriv di vê siyseta qirêjê negeriya ye, jê dûr e…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE