12 april 2015

Netîceya zilamtiya xelkê wiha ye


Mehmet Emîn Ekmen di rojnameya ”Batman Postasi/Posta Batmanê” da ji ber ku AKPê ciyekî baş nedaye wî ji Erdogan gazin kiriye, gotiye esas ew li Stenbolê di rêza yekê da bûye, lê serokkomar Erdogan ew ji wê lîsteyê derxistiye û li Batmanê kiriye rêza duyem. Û loma jî ew ji namezediyê vekişiya ye.
Mehmet Emîn Ekmen sebebê îstîfa xwe bi van gotinên hezîn û dramatîk ku dibê meriv ibretê jê bigre aniye zimên:
"Kes bi rastiyê nizane, dema lîsteya namzedan birin Qesrê ji serokkomar ra navê min wek namzedê yekem yê Stenbolê yê Herêma yekê bû. Lê belê Erdogan navê min ji wir derxist û xist nava namzedên Batmanê. Wek M. Emîn Ekmen, bi salan min ked da partiya xwe. Ji min ra gotin were di hilbijartinên mehelî da bibe namzed ez bûm. Gotin bixebite ez xebitîm. Ez çûm Agiriyê 40 rojan li wir xebitîm. Hemû haziriyên kongreyên AKPê min girtin ser milê xwe. Di “Heyeta Rîsipiyan” da min cî girt, di pêvajoya çareseriyê da çi ji destê min hat min kir. Lê li gel vê jî gotin were di rêza duyem da bixebite…”
Yanî, çi emir û wezîfe dane wî hemû jî bi zêdayî bicî aniye, lê dîsa jî neketiye çavê Erdogan.
Ev gotinên M. Emîn Ekmen pir hezîn in, rebenî, pepûkî û netiştbûna wan nîşan dide.
Ji bo ku xwe têxin çavên Erdogan û Davutoglu hemû emir û wezîfeyên wan bi cansîperane, bêkêmasî bicî tînin, lê dîsa jî têrê nake.
Lê ne
Ev teserufa Erdogan bi M. Emîn Ekmen tenê ne sînorkirî ye. Li ba Erdogan, qedrê hemû parlamenter û wezîrên kurd bi qasî
serê pîvazekê jî tuneye. Û ew jî bi viya dizanin. Lê dîsa jî jê qut nabin.
Erdogan, tiştê anî serê Ekmen, dikane bîne serê hemû kurdên din jî. Çimkî Erdogan bi çavê wasitayekê, aletekî bikaranînê li wan dinêre, heta hewcedariya wî bi wan hebe ji xwe ra bikar tînin, lê roja hewcedarî nemîne pihînekê li “qûna” wan dixe û ban hinekên dike, wezîfê dide hinekên din.
Lê ev trajediya Ekmen û Abdulkadir Kurt çi heyf ku ji bo kurdên mayî nabe ders, ew bi heysiyeta xwe dev ji hevakriya neyarên xwe berndin, li bendene hata ku rojekê Erdogan wan jî wek Dengîr, Ekmen û Kurt bi kibarî biqewitîne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE