08 april 2015

Hedefa HDPê: yek milet û welatekî mişterek e!



Rojnameya Ozgur Gundemê ji bo lîsteya parlamenterên  HDPê manşeta ”Demokratik Cumhuriyet, demokratik ulus û ortak vatan” namzetên jiyaneke nuh” bi kar aniye.
Yanî  ji bo”Cumhûriyeta demokratîk, miletê demokratîk û weletekî mişterek, namzetên jiyaneke nuh”!
Bi gotineke din, lîsteya HDPê berbî tirkbûnê, berbî yek  miletbûnê  û wendakirina Kurdistanê ve gaveke pir muhîm e.
Û rast e jî. Armanc em û tirk bibin yek milet. Yanî em bihelin bibin tirk.
”Cumhûriyeta demokratîk”, sîstemeke îdareyê ye, me ew fêm kir. Lê ”demokratîk ulus” yanî miletê demokratîk çi ye?
Milet çawa dibe demokratîk?
Gelo li ku dera cîhanê ”miletê demokratîk/demokratîk ulus” heye?
”Ulus” yanî milet, li gorî ferhenga tirkî maneya wê, ”koma însanên li ser eynî axê dijîn û di nabêna wan da yekîtiya dîrokê heye û hedef, îdîal, hest, urf û adetên wan yek in.”
Heta nuha kurd û tirk nebûbûn yek milet, dîroka wan, xeyalê wan, hedefa wan, kultura wan, urf û adetên wan, zimanê wan ne yek bû. Belovacî wê, li dijî hev bûn. Tirkan dixwestin kurdan ji ortê rakin, bikin tirk û kurdan jî li ber xwe dida, digotina m nabin tirk.
Lê bi projeya ”wetenê mişterek û miletê demokratîk/demokratîk ulus” dixwazin kurdên heta nuha neheliyan e, nebûne tirk, bikin tirk. Û xeyala Kurdistanê jî ebediyen ji dilê kurdan derxin û Kurdistanê bikin milkê tirkan…
Heger meriv sernivîsa Ozgur Gundemê û hedefa HDPê ji bo fêmkirinê hinekî din jî basîst bike, ev proje ye, berbî ”yek miletî û yek wetenî” ve gaveke girîng e.
Ev rast e.
Bi dîtina min jî ji bo tirkkirina kurdan û jibîrkirina Kurdistanê HDP projeyeke pir mezin û pir girîng e. Û jixwe wa ye ew jî viya venaşêrin û pir vekirî dibêjin:
”Demokratik Cumhuriyet, demokratik ulus û ortak vatan”!
De li ser xêrê be û li me kurdan bimbarek be…

XXX


Îsmaîl Beşîkçî gotiye, ”slogana Tirkiyeya serbixwe şoresgerî ye, lê belê gotina Kurdistana serbixwe miliyetçîtî ye…”
Rast e, mixabin îro wiha bûye.
Berê tirkan, çepên tirk ji kurdên serxwebûnxwaz ra digotin mîlîyetçî, lê nuha ji tirkan bêtir kurd ji kurdên serxwebûnxwaz û Kurdistanparêz ra dibêjin mîlîyetçî!
Wê demê bi 40 sal micadle û bi dehhezaran şehîd kurdan tew ji xwe ra xerabtir kiriye.
Û tirk jî heta dereceyekê gihîştine armanca xwe. Ji ber ku tirkan dîtina xwe bi piraniya kurdan dane qebûlkirin. Xwestina Kurdistaneke serbixwe, xwestina dewleteke kurd li gorî pirnaiya kurdan jî êdî paşverûtî û mîlîyetçîtî ye…
Emê hîn gelek sosiretên ecêb bibînin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE