11 april 2015

Dibê Bayik ji kurdan jî lêborînê bixwaze

Serokê KCKê Cemîl Bayik, di hevpeyvîna xwe ya bi ajansên alman WDR û NDR ra ji ber kirinên PKKê yên salên 90î yên wek xweşewitandin û îşxala otoban û riyan ji gelê alman lêborîn(uzir) xwestiye. Bayik, di hevpeyvîna xwe da wiha gotiye:
-Ez li ser navê PKKê ji gelê alman lêborînê dixwazim. Tevgerên wiha ewê careke din nebin.” 
Bayik, li ser şerê çekdarî yê li hemberî Tirkiyê jî xwe gotiye:
”PKK êdî doza dewleteke kurd ya serbixwe jî nake. Em dixebitin ku bi Tirkiyê ra çareseriyeke siyasî bibînin. Êdî em nazwazin li hemberî Tirkiyê şer bikin. Êdî em dibêjin bes! Bi şer ne em gihîştin armanca xwe û ne jî dewleta tirk.”
PKK dev ji şerê li hemberî Tirkiyê berdide bernade, bi Tirkiyê ra li ser çi li hev dikin ew karê wan e.
Lê bi dîtina min jî dibê meriv demekê şer bide aliyekî û li hin riyên din bigere, hin riyên din biceribîne.
Ez bi xwe 30 sal bi derengî be jî lêborînxwstina Bayik ji gelê alman tiştekî baş dibînim û hêvî dikim ku PKK di vî warî da cidî ye. Meriv ji ku dera şaşiyê vegere baş e.
Lê dema em li hemberî vê zorbatî kirinên PKKê û şîdetê derdiketin û me digot şaş e, ev ne tu rê ye, Bayik û hevalên xwe êrîşî me dikirin, gotinên nemayî ji me ra digotin.
Piştî 25-30 sal, Bayik hat ser gotina me. Dît ku şîdet, zorbatî, terorîzekirina xelkê ne rast e û loma jî îro ji gelê alman lêborînê dixwaze. Heger di destpêkê da gurra hêzên derî xwe bikirana, li hemberî muxalifên xwe şîdet bi kar neaniyana Ewrûpayê mohra terorîstiyê li wan nedixist. Lê bi derengî be jî wa ye şaşiya xwe dîtin û dibêjin emê êdî tiştekî wisa dubare nekin. Bi hêviya rast be.
Lê li gel vê jî ez meraq dikim, ew kesên wê demê bi emrê Bayik li Almanya û li welatên din rê dibîrîn, teşxele derdixistin, êrîşî kurdan dikirin, li xelkê dixistin, însan dikuştin, piştî vê lêborîna Bayik gelo çi dibêjin û çi his dikin?
Wek min li jor jî got, lêborînxwestina Bayik tiştekî pozîtîf e. Lê bi baweriya min dibê PKK ne ji gelê alman tenê, dibê eynî lêborînê ji kurdan û ji partiyên kurd jî bixwaze. Ji ber ku PKKê eynî şîdet û zorbatî û heta gelkî zêdetir li hemberî kurdan jî kiriye, ji hêzên însan kuştine, hevalên xwe kuştine.
Loma jî dibê PKK ji kurdan jî lêborînê bixwaze. Lêborînxwestina ji kurdan ewê tesîreke pozîtîf jî bike.
Netîce ez vê beyana Bayik pozîtîf dibînim û hêvî dikim ku di rojên pêşda ji bo kurdan jî gaveke wiha bavêjin.
PKK, hîn jî ji alî Yekîtiya Ewrûpa û Emerîka ve wek rêxistineke terorist tê dîtin û di lîsteya rêxistinên terrorist da ye. Bi hêviya ev rewş biguhere.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE