30 april 2015

Ev kurdên misilman çima dibin hevalên dijmin û neyarên gelê xwe?



Terorîstên li pişt teqîna Hewlêrê(17/4-15)ji alî hêzên ewlekariya Kurdistanê ve hatine girtin û her pêncan(5)jî sûcên xwe îtaraf kirine.
Bi vê serketina hêzên ewlekariyê pir û pir kêfxweş bûm. Wan ji dil û can pîroz dikim.
Cezayê van xayin û bênamûsan dibê pir û pir giran be.
Lê wek teqînên berê îcar jî kurd derketine. Çar jê kurdên soran in û yek jî erebekî kerkûkî ye. Serokên wan, yê emrê teqînê daye meleyekî kurd e.
Ez dikim nakim fêm nakim çima hewqas xayin ji nav soranên îslamî derdikvin?
Bi qasî xuya ye bi sedan, belkî jî bi hezaran soran çûne gihîştine Daîşê.
Dibê pisporên terorê, sosyolog, psîkologên kurd li ser vê yekê rawestin, sebebên vê îxanetê yên sosyal, ekonomîk û psîkolojîk bibînin.
Çima hewqas xayin ji nav soranên îslamî derdikevin?
Sebeb çi ye, çima bi neyar ra dibin yek û îxanetê bi qewmê xwe ra dikin?
Erê ji kurmancan jî dikane dikane hebin, lê heta nuha tiştê min dîtiye ji sedî nodûnehên wan soran in.

XXX
Merivê birçî rehet tê xapandin.
Rewşa kurdan dişibe rewşa merivê birçî. Dijmin çi got “bawer” kirin û bi gelê xwe jî dan bawerkirin.

Lê nuha wa ye dijmin dibêje:
“Weleh min hûn xapandin…!”
Mahcirê Gurcîstanê, simîtfiroşê Kasimpaşayê, serokê dewleta tiroviro, hukmdarê hemû hukumdaran birêz Recep Tayyip Erdogan bi wî aqilê xwe ev 3 sal in baş bi PKKê û HDPê(BDPê)list, wek zarokan henekê xwe bi wan û bi kurdan kir. Û efendî nuha jî dibê, “Tiştekî bi navê mesela kurd tuneye, kîbibêje gelşeke wiha heye irkçîtiyê dike. Qebûlkirina mesela kurd têkçûna dewletê ye. Tu tiştekî kurdan ji tirkan ne kêmtir e, çiyê tirkan hebe yê kurdan jî heye…”
Li dinyayê merivên wiha bêexlaq jî hene…
Lê esas PKK û aliyê kurd jî dixwazin werin xapandin, ji ber ku dev ji sebebên hebûna xwe berdana…


XXX

29 april 2015

Tobe tobe, tiştê wiha jî dibe....

Serokkomarê dewleta tiroviro, hukumdarê hemû hukumdaran hunkar Recep Tayyip Erdogan, îcar hinekî din bi mesela kurd û çareseriyê da çû ye û gotiye “kî qala hebûna mesela kurd bike irkçîtiyê dike...
Wê demê tiştên heta nuha ji bo çareseriyê hatin gotin hemû lîstik û tiyatrobû, pêkenïna bi kurdan bû.
Lê diyar bû ewê netîce ev be...
Hunkar û hukumdar Erdogan, çend sal berê got “mesela kurd hûn di serê xwe da çê dikin, hûn nefikirin mesela kurd tuneye.”
Dû ra li Diyarbekrê got “mesala kurd mesela min e û ezê çareser bikim.”
Dû ra got ”na, mesal kurd tuneye, tiştekî wiha tuneye bira! We ev ji ku derxist?”
Lê wa ye do jî tarîfeke nuh aniye, gotiye bi navê Xwedê ”kî bibêje mesela kurd heye ”nîjadperestiyê/irkçîtiyê dike.”
Hûn dikanin vê teşbîha serokkomarê dewleta tiroviro hunkar Erdogan wiha jî fêm bikin:
”Ji nuha û pêda kî qala mesela kurd bike ezê tiliyên xwe li herdu çavên wan xim!”
Beyana hunkar Erdogan ya dawî ya derbarê ”pêvajoja çareseriyê” û mesela kurda da wiha ye:
”Kî bibêje mesela kurd heye nîjadperestiye dike. Tiştekî ku em jê ra bibêjin gelş êdî tuneye Ka çi problem heye? Li vî welatî dewlet heye. Ji bo çareseriyê maseyeke em li dorê rûbniştibin tuneye. Hebûna wê têkçûna dewletê ye…”
Dizê bîstanan li xwe mukur tên zivistanan…
Heger kurdan xwe nekirana qurbana wî û ray nedanê ewê newêrîbiya van gotinan bike. Lê mirêk çi dibêje jî kurd ji dû qûna wî venaqetin...

XXX

Tobe tobe, tiştê wiha jï dibe....

Ecêba giran, sosreta kesnedîtî, Îsmet Kayhanê ajanê dewleta tirk ku di sala 2012a di dema operasyonên KCKê da ajanekî bi nabvê Mustafa Ozer navê wî eşkere kiribû û gotibû ez bi wî ra dixebitim û rojnameya Tarafê jî îfadeya Mustafa Ozer belav kir. Di îfadeya Ozer da diyar dibe ku ev Îsmet Kayhan di nava ANFê da wek ajan çawa xebetiye û çi înformasyon dane elemanên MITê.
Lê ev ev Îsmet Kayhanê ajan wa ye hîn jî di rojnameya Yenî Ozgur Politikayê da quncikê wî heye. Ez matmayî mam.
Xwedê meriv ji bêtarên girantir bisitirîne! Merivekî hewqasî bi şaîbe, li ser îfadeyên ajanekî din heye lê hîn jî nivîskarê Yenî Ozgur Polîtîka ye….
Tobe tobe, ttiştê wiha jî dibe....
Kurro qey vana êdî ji ajanan jî natirsin û  aciz nabin….
Mêrik ev sê sal in, yanî piştî ku ajantiya wî eşkere bû jî li ser karê xwe ye. Heta bi îhtîmaleke mezin rutbeya wî jî bilintir bûye.
Van ajanên tirk dezgehên PKKê, medya PKKê êdî wek mala xwe dizanin, mêrika êdî ji îfşabûnê jî natirsin.
Ji ber ku piştî îfşa dibin jî karê xwe didomînin. Îspata wê jî ev ajan e...
Heta nuha bi sedan ajanên wek Îsmet Kayhan ji nava PKKê û dezgehên girêdayî wê derketine û zirarên pir mezin dane PKKê. Lê PKK dîsa jî rê li ber van ajanan nagre.
Hemû jî çepên  tirk in. Bêyî medya PKKê nikanin têkevin dereke din, ji ber ku deriyên medya PKKê heta dawî ji wan ra vekiriye loma jî bi sedan di navda didin cirîtê...



Bi saya serê van serokan tirkê hîn pir bi me bikenin

Min nuha di telewizyona IMCê da li tiştekî ecêb temaşe kir. HDP li Mêrdînê bi navê ”Kursiya hilbijartinê/seçîm kursusu” li meydanekê standek vekiribû û fikrê milet dipirsî. Yê bixwesta fikrê xwe digot û pirs dikir. Yekî, ji berpirsiyarê HDPê pirsî, got ”li gorî te mesela kurdan demokrasî ye ya dewletbûn e ?”
Yê berpirsiyar devê wî li ber hev ket û got daxwazeke me ya wiha tuneye û dewlet jî ne baş e, demokrasî baş û filan û bêvan…
Xwediyê pirsê mîkrofon girt û got, berê kurdan dewlet dixwest, lê nuha çerxeke U dan xwe(U donuş)û dev ji vê daxwazê berdan. Bi dîtina min dibê dev ji daxwaza dewletê bernedin. Ez bi xwe fêm nakim kurdan ji bo çi dev ji vê daxwaza xwe berdan e.
Dû ra tirkê civîn îdare dikir got ez dixwazim pirsekê ji xwediyê pirsê bikim. Lê xwediyê pirsê çûbû. Li ser vê mêrik bi tinaz(qerf)got:
”Minê ji wî biraderî bipirsiya dewleta kurd ewê karkirên biyanî jî bigre? Çimkî ez ne kurd im.
Û got, ”hehehehehe…”, bi gotina dibê kurd dewletê bixwazin keniya…
Pirsa, kurdan çima dev ji daxwaza dewletê berda bi vî ajanê tirk pir zor hat, loma jî him reng avêt û him jî henekê xwe bi pirsê kir. Bi îhtîmaleke pir mezin pûlis e, durfê pûlisekî boşnak pê diket. Ne pûlis be ji vê pirsê hewqasî aciz nedibû û bersîveke wiha qeşemerî nedikir.
Li ba HDPê daxwaza dewleteke kurd êdî bûye mijara pêkenînê...
Tirkekî hewqasî neyarê kurdan çi îşê wî li Mêrdînê heye?
Çima ewê were li Mêrdînê civîneke kurdan îdare bike û bi kurdan bikene?
Çima ewê bi tikî pirsan ji gel bike?
Ma li Mêrdînê kurdan neman?
Min di googlê da dît li Colemêrgê jî ev ajan bû. Diyar e Kurdistan teslîmî wî kirine.
Bi qasî xuya ye civîn û propagandeyên li Kurdistanê jî di bin kontrola tirkên ajan da ne, ji bo ku kurd bi kurdî nepeyivin û qala tiştên tahlûke nekin…
Dema kurdî yasax bû doza serbestiya zimên dikirin, digotin zimanê me yasax kirine, filan û bîvan. Baş e wa ye zimanê we serbest e, de çima hûn bi zimanê xwe napeyivin?
Çima hûn mîkrofonê didin destê qumsêr û ajanekî tirk û li Kurdistanê digerînin?
Heger ne derew e bira kurd bikin, bi gel ra bi kurdî bipeyivin, bira milet bi kurdî bipeyive…
Lê vir e, xapandin e, tu derdekî we yê zimên tuneye…

28 april 2015

Îngilterê û Fransayê çima dewleteke kurd jî ava nekirin?



Kovara Dengê, li ser sebebên bindestî û bêdewletbûna kurdan, ”çima Kurdistaneke kurdan ya serbixwe tunye”, bi sosyolog  ÎsmaîlBeşîkçî ra hevpevîneke pir xwes kiriye, çend pirsên pir xweş jê pirsîne.
Kovara Dengê, ev çend pirsên bi hev ve girêdayî ku dibê her kurd van pirsan ji xwe bike, ji Beşîkçî kirine:

“Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem li Rojhilata Navîn hema hema her miletek bû xwedî dewlet. Tenê kurd ji mafê dewletbûnê mehrûm hatin hîştin, çima? Xalibên wê demê, bi taybetî jî Îngilistan û Fransa li gorî menfaetên xwe û di bin kontrola xwe bi dehan dewletên ereb ava kirin. Eynî Îngilistanê û Fransayê çima dewletek kurd ava nekirin? Avakirina dewleteke kurd çima nehat hesabê van herdu hêzên emperyalîst? Tiştê nehîşt Îngilistan û Fransa viya bike çi bû?

Beşîkçî sê sebebên gelek kurd nizanin nîşan dane. Hersê sebebên Beşîkçî nîşan dane gelkî balkêş û rast in.
Lê pir kêm kurd bi van sebeban dizanin. Ev jî ji ber qelsî û zeîfiya zanîna dîrokê tê. Em kurd, bi taybetî jî siyasetmedarên Kurdistana bakur ji dîroka xwe ya nêz pir bêhay in. Tiştê tên zanîn jî zanîneke şaş û belovacî ye. Ji ber ku çavkaniyên zanîna me bi piranî ne em in, dijminê me ye. Em dîroka xwe ji wan fêr bûn. Hêdî hêdî em bi vê malwêraniyê dihesin.

Besîkçî, ji sebebên çênebûna Kurdistanê yek, têkiliyên Sêx Mahmûdê Berzencî û Mustafa Kemal nîşan daye û gotiye:

“Herçiqas Şêx Mahmûdê Berzencî ji Îngilistanê ra digot “Ez qiralê Kurdistanê me, min wek qiralê Kurdistanê nas bike”, lê li alî din bi Musta Kemal ra jî di nava têkiliyê da bû. Mustafa Kemal jî dixwest kurd bi Îngilistanê ra şer bikin. Wî dizanî bû ku di vî şerî da ewê kareke kurdan tunebe. Lê Mustafa Kemal bi xwe bi van hêzên emperyal ra, him bi dizî û him jî eşkere di nava her babet têkiliyan da bû.
Şêx Mahmûd, bi fikrê ewê Padîşah rizgar bikin, Xelîfe xelas bikin, Îslamê xelas bikin bi Îngilistanê ra ket nav şerekî pir giran. Di vê demê da Şerîfê Mekkê Husên, ji bo ku dewleteke ereb ava bike bi Îngilistanê ra hevîtinên bi dizî û eşkere dimeşand. Û kurdan jî ji bo ku Padîşah, Xelîfe di destên hêzên emperyal da êsîr in, îslam di bin dîzmeyên dijminan da dinale, dibê ew werin xelaskirin şer didomandin. Esas ev plana Mustafa Kemal bû, wî îdare dikir.
Ev, di wan salan da (salên 1920a da) dikane sebebekî avanebûna dewleta kurd ya serbixwe be.”

Sebebê duyem jî Beşîkçî bi qirkirina ermeniyan û antîpatiya ewrûpiyan ya li hemberî kurdan ve girê dide, dibêje navê kurdan di qirkirina ermeniyan geriya û ev yek jî bû sebebê peydabûna îmajeke ne baş, heta dijminatiyeke, bêbaweriyeke li hemberî kurdan.
Loma jî Beşîkçî dibêje:

”Sebebê duyem jî, di sala 1915a da hin kurdan di qirkirina ermeniyan da bi dewletê ra tetîkçîtî kirin, hevkarî kirin. Li herêmên Diyarbekrê, Mêrdînê hevkariya hin kurdan bi dewletê ra heye. Di sala 1909a li Hakkariyê, di 1894-1895a li Sasonê di qetlîama ermeniyan da roleke kurdan ya xerab heye. Ev bûyer bûn sebeb ku li Ewrûpayê li hemberî kurdan hestên ne baş bi pêş kevin.”

Bi dîtina min di vê tespîtê da jî para rastiyê pir e. Yanî tesîra propagandeya ermeniyan li derve çêbûye rast e.
Lê vê propaganda antî-kurd bi qirkirinê ra det pê nekir. Gelkî berê qirkirina 1915a, di orta salên 1850î da bi riya hin mîsyonerên ewrûpî û pêşeng, nivîskar, dîndar û ronakbîrên ermenî dest pê kiribû.
Vê propaganda ermeniyan li derve li hemberî kurdan navekî xerab çêkiribû.

Ermenî ji ber ku him xiristiyan bûn û him jî li gorî kurdan bêtir ziman dizanîbûn. Û vê yekê jî îmkan dida wan dengê xwe yekalî bigihînin derve, bûyeran yekalî neqil bikin.
Li hundur jî heta 1915a têkiliyên ermeniyan û partiyên wan him bi padîşah ra û him jî bi îttîhatçiyan ra gelkî baş bû û tim giliyên kurdan dikirin.

Beşîkçî di vî warî da çend numûneyên din jî daye, qala şerê Mîr Bedirxan û Nastûriyan kiriye û gotiye van bûyeran di civta Fransa û Îngilistanê da gelek cî girtin. Loma jî di bîr û raya giştî ya Ewrûpayê da li hemberî kurdan hest û fikirên gelkî negatîf çêbûn û xurt bûn.

Lê ya herî balkêş Beşîkçî, koka nehezkirin” ji kurdan, dijminatiya ewrûpiyan ya li hemberî kurdan dibe digihîne Selahedînê Eyûbî û girtina Qudsê ji Xaçparêzan.
Beşîkçî dibêje,
”Di sala 1918a da gava Sûriye ji alî Brîtanya Mezin û Fransayê ve hat dagirkirin, generalekî îngilîz li Şamê çûye ser gorra Selahedînê Eyûbî, nigê xwe li gorra wî xistiye û gotiye:

 “Rabe Selahedîn, em dîsa hatin...!”

Bûyer çiqasî rast e, çiqasî nerast e li aliyekî, lê bingehekî vê dîtina Beşîkçî xoce ya dîrokî heye.
Û ev nehezkirina ji kurdan di sala 1980î da dema em hatin Ewrûpayê min bi xwe jî dît û his kir.
Mesela li Swêd ev antîpatiya li hemberî kurdan hîn jî xurt e. Û ez bawer dikim ku li welatên din jî zêde ne cuda ye.

Piştî liberxwedana Kobanê û şerê li dijî Daîşê ev rewşa antîpatî hinekî guherî û berbî sempatiyê ve çû.
Miletên xwedî şiûrekî netewî û zanîneke dîrokî têkçûnên xwe, ew bûbin noteke dîrokî ya bêmane jî ji bîr nakin. Yanî bi rastî jî evbûyer, ev anekdot dikane rast be.
Yanî zabitekî ewrûpî dikane viya bike.

Heger li ba serokên kurdan jî wek vî generalê îngliîz ev şiûr hebûya Şêx Mahmûd bawerî bi Mustafa Kemal nedianî. Lê çi heyf ku bawerî bi Musta Kemal anî û jê ra çend mektûp şandin. Lê Mustafa Kemal jî bi destê zabitê ”elçî”, ku ew jî kurdekî xayin bû, nameyên Şêx Mahmûd bi organîza tirkan dan Îngilîzan û gotin binêrin bi we ra çi bêbextiyê dike. Û bi wê jî nesekinîn, li ser navê îngilîzan bersîv dan Şêx Mahmûd û bi vî hawî ew û înglîz anîn heberî hev û berra heva dan. Yanî baweriya bi Mustafa Kemal û tirkan li başûrê Kurdistanê bû sebebê şerê bi îngilîzan ra û têkçûna kurdan.

Li gorî Beşîkçî, sebebekî din jî petrola Kurdistanê bû. Li Kerkûkê petrol hatibû dîtin. Li Mûsilê petrol hebû. Mustefa Kemal li ser Mûsilê heq îdîda dikir, ew di nava Mîsaqî Millî da didît.

Li gorî Beçîkçî, ”Mustefa Kemal ji Îngilîzan ra gotiye em ji heqê xwe yê petrolê ferexet dikin,(û ji xwe wisa bûye) hûnê jî li hemberî daxwazên kurdan yên serxwebûnê rawestin, piştgiriyê nedin wan.”

Em kurd ji ber ku ji dîroka xwe bêhay in loma jî gelekê caran dost û dijminên xwe baş ji hev nagerînin.

Mesela, wextekê em heyranê Lenîn û Stalîn bûn, me rexneyên pir giran li siyasetmedar û serokên kurdan digirt, me dijminê xwe tenê emerîka û hêzên emperyal dizanî, me digot heger serokên me berê xwe bidana Sovyetê, bibûna sosyalîst û alîkarî ji wan bixwestana nuha em jî xelas bûbûn û bûbûn xwedî dewlet.
Lê halbûkî serokên kurdan ji Lenîn jî û ji Stalîn jî alîkarî xwestine, ji wan ra name şandine, gotine heyran em jî wek we. Lê wan jî wek hêzên emperyalîst destê alîkarîkariyê dirêjî kurdan nekirin. Kurd di nava lepên guran da hîştin û kirin qurbanê berjewendiyên xwe.

Mesela Şêx Mahmûdê Berzencî di sala 1923a 3 name ji Lenîn ra şandin û jê alîkarî xwest.
Lê Lenîn bersîv jî neda nameyên Şêx Mahmûd.

Em dizanin Tevgera Azadî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem bi Sovyetê ra ketiye têkiliyan, çend hevdîtin bi konsulê wan ra çêkirine, ji wan sîlhan xwestine, lê serokên Sevyetê yên weê demê bi zanetî serî li kurdan gerandine, ew xapandine, ji bo ku nikanibin serî hildin.

Dîsa Qadî Mihmed jî di dema Komara Kurdistanê da alîkarî ji Stalîn xwest lê nedan, gotin  were îltaca bike.
Di dema Barzanî da jî eynî tişt hat dubarekirin. Sovyetê dîsa Beasî û Seddam tercîhî kurdan kir.
Yanî yê bi kurdan ra bêbextî kirine ne hêzên emperyal tenê ne, yên komunîst û sosyalîst jî bi qasî wan û heta ji wan zêdetir bêbextî kirine. Îcar em xwe nas nakin, loma jî dost û dijminên xwe jî baş ji hev nagerînin….





Îşev ji min hewqas...

Îşev piştî şîvê, li ber telewîzyonê, di dema guhdarîkirina xeberên swêdî(19.30)da wek mirîşkan ez di xew ra çûm. Saet heta 20.00a nîv şiyar, nîv raketî min li ber xwe da, lê dû ra li ser ”emrê” xanimê min berê xwe da nava nivînan. Û nuh ji xew ra bûm. 
Ji êvar da ye min di serê xwe da haziriya nivîsa xwe kiriye, lê bi xwedê îşev taqeta min tuneye. 
Û li ciyê kar jî qet fersend çênebû ez rêzekê jî binivîsim. Nêt hebû lê keys çênebû. Carnan şert zora dil dibe…
Ji bo ku îro vî quncikî ji bin da vala û bênivîs nehêlim ez van rêzan dinivîsim. Naxwazim navê tembeliyê bi min keve.
Roja tiştekî nenivîsim xwe wek xwendevanê neçe dibistanê, ji dersê fîrar bike his dikim. Fena ku xwe ji wezîfeyekê vedizim dibînim. Loma ji xew rabûm.
Îşev hewqas ji min tê. Hêvî dikim maqûl were dîtin…

2015-04-27

26 april 2015

”Abê sen nerelîsen?*



Hamidê Omerî gotiye:
”De ka wê çawa ev dil rihet bibe pirsa ewil a ku li Diyarbekir ji min hat pirsîn: Abê sen nerelîsen?”
Dilê min jî bi qasî yê Hamid Omerî xemgîn bû, heta kelogirî bû. Lê xemgîn jî û girî jî felaketa hatiye serê me naguherîne. Dewleta tirk di siyaseta xwe ya asîmîlasyonê, bi gotineke hîn rasttir di siyaseta xwe ya jenosîda kulturî da baş bi ser ketiye, pişt li miletê kurd şikandiye.Ji bo ku meriv vê rastiyê nebîne dibêmeriv kor be.
Ez jî bi qasî Hamidê Omerî xemgîn bûm, ji ber ku ew pirs gelekê caran ji min jî hatiye pirsîn:
”Hecî nerelîsen ?”, ”dayi nerelîsen?”, ”hocam nerelîsen?”
Yanî hecî tu ji ku yî ?, xalo tu ji ku yî ?, mamoste tu ji ku yî?
Ji bo yekî bîr bibe ev pirs helbet wek derbeke xencerê ye, meriv pê diêşe û gelkî xemgîn dibe.
Ji bo kurdekî tiştê herî xerab û zor ew e xwe li welatê xwe xerîb his bike, xerîb bibîne, nikanibe bi kurdan ra bi kurdî bipeyive.
Li hemû bajarên Kurdistanê wek kurd êdî meriv xwe wek turîstekî his dike, dikeve rewşa turîstekî bi tirkî dizane.
Carnan meriv li hin kesên bi zimanê meriv, bi zimanê ”turîstan” dizanin rast tê. Lê ew jî girêdayî daxwaz û israra te ye, dibê tu bipirsî…
Ji bo kurdekî bixwaze li Kurdistanê bi zimanê kurdî bijî jiyan heram bûye.

*Keko tu ji ku yî?

XXX
Serokê Kongra Gel Remzî Kartal gotiye biryar hatibû dayin ew û Zubêr Aydar ji HDPê bibin namzetên parlamenteriyê. Û ev yek ji alî ”Îmraliyê” ve jî hatibû qebûl kirin. Lê Erdogan li dij dereket û nehîşt ew bibin namzet. Gotin heger ”hûn vegerin Tirkiyê hûnê werin girtin.”
Li ser vê îtîraza padîşahê padîşahan, serokomarê Komara Tirkiyê birêz Recep Tayyip Erdogan, HDPê namzediya wan qebûl nekiriye û ew û Zubêr Aydar venegeriyana Tirkiyê û dev ji namzediya parlamenteriyê berdane.
Ê wisa xuya ye Erdogan êdî ne Tirkiyê û AKPê tenê, HDPê jî îdare dike.
Ji xwe dema meriv bala xwe dide deklarasyona HDPê û hin namzetên wê meriv vê rola Erdogan texmîn dike û hetta xweşik dibîne.
De ser xêrê be, ecela me tuneye, bira ev lîstik jî were ceribandin…



Nêçîrvan Barzanî jî li Çanakaleyê bû !


Serokwezîrê Kurdistana Federe Neçîrvan Barzanî do li Çanekaleyê beşdarî merasîma ”Şerê Çanakaleyê” bû.
Tirkan heta nuha di 18ê adarê da ev roja zafera xwe pîroz dikirin. Lê îsal ji bo ku hejmara beşdarên bîranîna 100 saliya jenosîda ermeniyan ya li Êrîvanê kêm bikin, tarîxa merasima Şerê Çanakaleyê bi merasima jenosîdê ra xistin eynî rojê... 
Ev yek bi serê xwe li hemberî ermeniyan û 1,5 milyon kesên hatin qetilkirin bêhurmetî û neyartiyeke mezin e.
Lê tiştê ez dixwazim li ser rawestim ne ev bêhurmetî û neyartiya hukûmeta AKPê ya li hemberî ermeniyan e. Ev meseleyeke din e.
Bi dîtina min çûna Nêçîrvan Barzanî ya Çanakaleyê şaş bû, dibê bahaneyek nîşan bida û neçûya. Tu karekî wî li Çanakaleyê tunebû û dibê yekî wek wî neçûya Çanakaleyê.
Nêçîrvan Barzanî bi çûna xwe ya merasima ”Zafera Çanakaleyê” him şaşî kir û him jî dilê gelk kurdî hîşt.
Tirk piştî Şerê Cîhanê yê Yekem bûn xwedî welat û kurd ji xwe ra kirin bindest û Kurdistan jî kirin kolonî.
Û ev sed sal in li hemberî kurdan siyaseteke jenosîdê dimeşînin. Tiştên anîn serê ermeniyan ev sad sal in gav bi gav, merhele bi merhele anîne serê kurdan.
Ma Nêçîrvan Barzanî bi viya nizan?
Hebûna me înkar kirin, zimanê me yasax kirin, heta nuha bi sedhezaran kurd kuştin û bi milyonan kurd jî kirin tirk. Û Kurdistan jî di bin îşxala wan da ye.
Û ne li hemberî kurdên bakur tenê, li hemberî Nêçîrvan Barzanî û kurdên Kurdistana başûr jî gelek xerabî kirin, bi sedan car Kurdistan bombebaran kirin. Di bin ra gelek zirar dan wan, Daîş bera ser wan dan. Yanî kirin û kirin. Bi gotinê dawî nayê.
Hîn heta do li hemberî hukûmeta Nîçîrvan Barzanî bi dehab xettên Erdogan yên sor hebûn. 
Berpirsiyarên dewletê û hukûmeta AKPê hîn jî navê Kurdistanê nagrin devê xwe, ala kurd qebûl nakin.
Yanî ez bi xwe tu sebebekî ciddî nabînim ku Nêçîrvan Barzanî bazde here merasima Zafera Çanekaleyê û bi tirkan ra vê ”zaferê” pîroz bike. 
Tirk serketina xwe ya Çanakaleyê pîroz dikin heqê wan heye, ji ber ku mêrikan bûn xwedî dewlet û em jî kirin koleyên xwe. Û welatê me jî ji me stendin û ew jî kirin welatê xwe.
Lê emê çima û ji bo çi zafera Çanakaleyê pîroz bikin?
Bi zafera Çanakaleyê me çi bi dest xis?
Çimakî em nikanin wek yekî îngilîz, fransiz, wek xerîbekî û wek dostekî tirkan bifikirin û hereket bikin.
Welatê me îşxal kirine, hebûna me qebûl nakin, zimanê me qedexe ye…
Loma jî ciyê birêz Nêçîrvan Barzzanî ne Çaneqale, Êrîvan bû, dibê biçûya wir. 
Lê em ferz bikin ku çûna Êrîvanê rast nedîtin, ewê ji wan ra hin gelş peyda bikira û loma jî neçû. Me qebûl… 
Lê wê demê dibê ji bo tirkan jî baheneyek bidîta û ew bi xwe neçûya Çanakaleyê, wezîrek bişanda.
Çawa ku hin xetên tirkan yên ”sor” hene, dibê yên kurdan jî hebin.
Neçîrvan Barzanî nikane îşxala Tirkiyê û bindestiya 20 milyon kurdî nebîne û bi Tirkiyê ra wek serokwezîrekî ewrûpî bide û bistîne.
Beşekî welatê Nêçîrvan Barzanî di bin îşxala Tirkiyê da ye, ne rast e ew wek ku tiştekî wiha tunebe hereket bike.
Di têkiliyên bi Tirkiyê ra nabe ku ew tenê li xwe, li beşê xwe û li kara xwe bifikire, ew mecbûr e hesabê kurdên bakur jî bike. Li hest û hesasiyetên wan jî bifikire.
Heger ev hesab û hizra netewî tunebe, heger herkes tenê li xwe bifikire wê demê kurdên Tirkiyê, partiyên Kurdistana bakur jî dikanin herin bi Bexdayê ra rûnin û bi wan ra peymanan çê kin. Her roj bibin mîvanên Bexdayê.
Li hemberî têkilyeke wiha Nêçîrvan Barzanî ewê qiyametê rake, ewê rexne bike, lê ji bo xwe ew her babet têkiliya bi tirkan ra normal û mubah dibîne.
Lê ne îro tenê, ji destpêkê da ye birêz Nêçîrvan Barzanî zêde hasabê kurdên bakur nake û Tirkiyê jî dijmin mijmin nabîne û gelkî jî qedrê Erdogan û Davutoglu digre, gotinên wan qet li erdê naxe, siyaseteke dilê tirkan bihêle nameşîne. Ev baweriya bi tirkan û bi Tirkiyê ne li kara kurda ye, dibê Nîçîrvan Barzanî baweriyê bi tirkan û bi Erdogan neyne. Esas dibê meriv bi tu neyarê xwe baweriyê neyne. Kurdên bawerî bi neyarên xwe anîn tim li zirarê derketine.
Yanî baweriya bi Tirkiyê pir rahlûke û şaş e. Lê ne birêz Nêçîrvan Barzanî tenê, piraniya kurdên başûr piçekî zêde aşiqê tirkan û Tirkiyê û demokrasiya tirkan in. Û tirkan wek ereban zêde dijmin nabînin. Ev siyaset ne ji xêrê ra ye, kurd ewê poşman bibin.
2015-04-25

25 april 2015

Meriv dikane bi pera însanan jî û dewletan jî bikire


Heger meriv xurt be, xwedî nufûz û qudret be û aboriya meriv mezin be, meriv çi sûcî bike jî kes nikane tiştekî bi meriv bike. Meriv qatil be jî, gelan qir bike jî kes newêre ji meriv ra bibêje qatil û sûcê meriv ra jî bibêje qetil.
Sebebê ku Emerîka, Swêd û gelek welatên Ewrûpa ji Tirkiyê ra nabêjin tiştê di 1915a da we anî serê ermeniyan, suryanî-asûrî û êzdiyan jenosîd û kurdan ev yek e, li ba Tirkiyê pere heye. Û ew jî pûlperest in.
Perê kê hebe dikane însanan jî û dewletan jî bikire, dikane însanan jî û dewletan jî bêûjdan û bêmoral bike. Dikane bi însanan jî û bi dewletan jî rastiyê nede gotin.
Tirkan ermenî tenê qirnekirine , kurdan jî qirkirine.
Ji roja komara Tirkiyê ava bûye û virda ye jenosîda kurdan ya fizîkî, kulturî û zimên berdewam e. Ya ermeniyan çar salan ajot, ya me kurdan ev 92 sal in berdewam e.
Tiştê dewleta tirk aniye serê me kurdan sedîsed jenosîd e. Lê em dev ji dinyayê berdin, kurd bi xwe jî hîn nizanin tiştê hatiye serê wan jenosîd e…
Siyasetmedar û ronakbîrên kurd gav û saetê qala jenosîda ermeniyan dikin, lê nizanin tiştê xelkê aniye serê wan jî jenosîd e.
Ma tiştê îro ereb li Sûriyê û Îraqê dikin ne jenosîd (qirkirin) e?
Ma tiştê Seddam anî serê kurdan ne jenosîd e?
Ma titê Daîşê heta nuha aniye serê kurdan ne jenosîd e?
Ma tiştê tirk ev 90 sal in dikin ne jenosîdeke spî û gav bi gav e?
Ji ber ku em kurd in me terorîze dikin, malên me talan dikin, gundên me dişewitînin, serê me jê dikin, jinên me ji xwe ra dikin kole.
Ji bo ku welatê me ji me bistinîn em bi milyonan, bi darê zorê mecbûrî koçberiyê kirin û mahciran anîn li gund û bajarên me bicî kirin.
Ji bo ku me asîmîle bikin û bikin tirk ev 90 sal in zimanê me yasax kirine.
Tirkiyê, Sûriyê, Îranê û Îraqê ev tişt û gelek tiştên din hemû anîne serê kurdan û hîn jî tînin.
Ev, ne kêmî jenosîda ermeniyan e.
Lê ji ber ku em miletekî nezan û bêxwedî ne, loma jî ne em û ne jî kesekî din dibêje ev jenosîd e.
Û heta ku kurd nebin xwedî dewlet ewê tu carî ji zulmê û jenosîdan xelas nebin.
Gava deletek, miletekî ya jî grûbeke etnîkî, dînî ji ber sebebên dînî, nîjadî, siyasî, kulturî ya bi derbekê da ya jî qedeme bi qedeme bikuje, tune bike, mecbûrî koçberiyê bike, zimanê wan qedexe bike û zimanê xwe li ser wan ferz bike, ev jenosîd e.
Bi kinî tarîfa jenosîdê ev e.
Û li gorî vê tarîfê tiştê Tirkan û ereban heta nuha anîne serê kurdan jenosîd e û jê wêdetir e jî.



Di perwerdeya Tirkiyê da Mamoste "ga" ye û xwendevan jî "ker" e

Li Tirkiyê li qeza Kêşanê Mudûriyeta Perwerdeyê du kitêbên bi risim li xwendevanên dibistana destpêkê belav kiriye. Di kitêban da mamoste ”ga” ye û xwendevan jî ”ker” in.
Belê, mamoste ”ga” û xwendevan jî ”ker” in…
Weliyên(dê û bavên) xwendevanan, xebatkarên perwerdeyê, telebeyan kitêb rexne kirine û gotine bi van kitêban li sinetê mamostetiyê û li xwendevanan heqaret tê kirin.
Di kitêba bi navê ”Mamoste ga” da çîrok bi kinî wiha ye:
”Hebûye tunebûye, gayek hebûye. Her roj ka xwariye û av vexwariye û wekî din jî tu kar nekiriye. Aciz bûye, rojekê biryar daye bibe mamoste. Û bûye mamoste û çûye ketiye sinifê, gotiye ”ez mamoste me”. Û zarokan jî pirs jê kirine. Henekên xwe pê kirine, pê keniyan e. Li ser vê,  ew jî xemgîn dibe û ji sinifê derdikeve.
Çîrok hewqas e.
”Ker” jî rojekê xwendevanên diçin mektebê dibîne û dixwaze ew jî bibe xwendevan. Û dibe xwendevan û diçe mektebê.
Nivîskarê kitêbên ”Mamose ga”, ”xwendevan ker” Mevlana Idrîs e.
Mevlana Îdrîs gotiye,
Ker, berdilkê li xwe dike, husturkê(yaxê) girê dide û wek telebe diçe di nava zarokan da rûdine. Mamoste pirsan jê dike. Ker li hemberî hemû pirsên mamoste dizire û dibêje ez çi zanim. Ker dibîne ku ne telebeyekî serketîye, nikane bersîvên pirsên mamoste bide. Loma jî piştî dersa pêşî ji sinifê derdikeve û vedigere jiyana xwe ya berê.
Gava meriv xeberê dixwîne meriv dibêje belkî nivîskarê kitêban bi vegotineke(îfadeyeke)metaforîk li Tirkiyê qala sîstema perwerdeyeke xwendevanê wê ker e û mamosteyê wê jî ga  ye dike. Û mekteb jî axur e.
Lê Mevlana Îdrîs gotiye na, qesta wî ne ev e, wî du berhemên zarokan yên edebî nivîsîne. Ev edebiyata zarok e, meriv dikane vana wek du çîrokên fabilan yên ezop qebûl bike…
Lê bi dîtina min Mevlana Îdrîs qebûl neke jî perwerdeya Tirkiyê eynen wiha ye, mamoste ”ga” ye, xwendevan ”ker” e û dibistan jî axur e. Yanî armanca dewletê ev e, dibê mamoste ga û wendevan jî ker be…

23 april 2015

Wêranşara berê û nostaljiyek xweş



Heta salên 1980î hemû xwendevanên wêranşarî yên li metropolan dixwendin hevûdu nas dikirin. 
Ji xwe xwendevanên li zanîngehan dixwendin çend hebûn, her kesî hevûdu nas dikir, dizanîbû kî ji kîjan eşîrê û ji kîjan berê ye û lawê kê ye. Xwendina li Stenbolê û Anqerê bûyereke mezin bû, ne karê herkesî bû. Telebe bi qedir û qîmet bûn. Havînan gava dihatin tahtîlê gelkî bi fors bûn. Xortên bajêr li çayxaneyan li dora wan kom dibûn û bi heyraniyeke mezin li wan guhdarî dikirin.
Lê nuha ne wiha ye.
Nuha dinya guherî ye, Wêranşar jî mezin bûye, êdî kes kesî nas nake. Belkî jî wek Stockholmê êdî cîran cîrîn nas nake…
Êdî xwendin jî wek berê ne bûyereke mezin e. Herkes dixwîne.
Bîstek berê min bi hemşeriyekî xwe yê mamoste yê pir ezîz ra hinekî sohbet kir. Li zanîngeha Mêrdînê mastra kurdolojiyê qedandiye. Pir kêfa min hat. Bi xwedê êdî ez xwe tenê his nakim, êdî wêranşarî jî ketin defteran…
Min navê xortekî jê ra got, min got wî jî li zanîngeha Mêrdînê kurdî xwendiye û ji eşîra we ye.
Hemşeriyê min di bersîva xwe da got, ”mixabin ez wî nas nakim.”
Ez matmayî mam, min got yaho ev Wêranşar çiqasî mezin bûye, dinya çiqasî guherî ye?
Berê min hemû telebeyên Wêranşarê, bi eşîr, ber û navê bavê wan û kalê wan ve nas dikir.
Lê nuha wa ye du xortên ji eşîrekê jî hevûdu nas nakin.
Hey gidî dinya hey.
Ka ew Wêranşara min qulik bi qulik, kuçe bi kuçe û hemû telebeyên wê bi seceraya wan ve nas dikir…
Wisa xuya ye ew dewr bûye dîrokek kevnare, ancax êdî meriv di çîrok û romanan da bixwîne…

XXX
Ez kurdî me, zarokê dêmariyê û sêwî me...


Kurdê ne xwediyê dilekî dîn be nabe sewdaliyê kurdî, kurdî tu carî agirê dilê wî venamirîne.Tim wek dildarekî çavlider e.
Loma jî kurdî baş fêr nabe. Heger piçekî fêr bibe jî tim bi çavê sêwiyan ya jî bi çavê zarokê dêmariyê li kurdî dinêre.
Gava keys dikevê û fersendê dibîne, xwe dide qoziyekê û wek yara xwe bi tirkî şa dibe, bi evîndariyeke platonîk destê xwe di serê wê dide, maçî dike, himêz dike, porê wê şeh dike û guliyên wê dihûne. Dilê wî rehet naba, ji bo ku bîneke xweş jê bifûre hinek lewante jî pê wer dike…
Û dû ra Jî dikeve mile wê û di ber sêwiyên zimanê kurdî yên qilêrokî, porhinc û gijomijo ra di here û tê û bi pozbilindî bejn û bala xwe li ba dike…
Ji zarokên dêmariyê û sêwiyên hustuxwar ra bi awirên xwe dibêje, rast bibêjin, kî xweşiktir e, kî paktir û narîntir e?
De ka bibêjin…

Develet Bahçelî: Di sala 2015a da çi lazim bû miletê tirk ew kir

Sibe sedsaliya jenosîda ermeniyan e. Sed sal berê di nava împeratoriya Osmanî da li dora yek milyon û nîv ermenî bi qiç û pîlên xwe ve ji alî Îttîhatçiyan ve hatin qirkirin.
Sibe li erîvanê ji bo kesên hatin qirkirin merasimeke bîranînê heye. Serok û berbiprsiyarên gelek dewlet û saziyên navnetewî ewê beşdarî vê merasimê bibin.
Ji bo ku di merasimê da serokên dewletan gotina jenosîdê bikar neynin Tirkiye pir xebitî, mesajên tehdîtwarî belav kir.
Lê wa ye serokê Rûsyayê Pûtîn guh nedaye gefên tirkan û ji nuha da gotiye tiştê Îttîhatçiyan anîn serê ermniyan jenosîd bû û dibê meriv vê rastiyê înkar neke. Tu sebeb nikane jenosîdan bi heq nîşan bide…
Rast e, dibê meriv rastiyê înkar neke, lê kesên ji bo ku dilê tirkan ji xwe nehêlin, ya jî ji bo pera vê rastiyê înkar dikin û sibe jî ewê vê rastiyê xweşik û vekirî nebêjin.

XXX
Develet Bahçelî: Di sala 2015a da çi lazim bû miletê tirk ew kir
Serokê MHPê Devlet Pahçeliyê nazîst li ser minaqeşeyên jenosîda ermeniyan bi hêrs gotiye:
”Çi navî lê dikin bira lêkin, dixwaze bira bibêjin tehcîr, dixwaze bira bibêjin koçberî, miletê tirk li gorî şertên wê demê çi lazim bû ew kir. Bi kêmanî sed salê welatê me yê dawî girt bin temînatê.”
Ev beyan vekirî parastina jenosîdê ye, sûcekî li hemberî însaniyetê ye. Nazîst jî jenosîda xwe hewqasî vekirî naparêzin, tenê tirk jenosîda kirine diparêzin.
Û ji sedî nodê tirkan wek Bahçelî difikirin, dibêjin ne ew jenosîda ermeniyan û rûman bûya em nedibûn xwedî welat. Lê belê herkes wek Bahçelî vekirî nabêje.

XXX


Serokê Emerîka Obama ji bo hinek berjewendî û nexeyidandina Tirkiyê îsal jî ji qirkirina ermeniyan ra gotina ”jenosîdê” bikar neaniye.
Di beyana nivîskî da Obama gotiye, ”Felaketa mezin. Ermeniyên Dewleta Osmanî hatin surgûnkirin, hatin qetilkirin û şandin mirinê. Kultura wan û mîrata wan ji welatê wan yê kevn hat paqijkirin. 1, 5 milyon ermenî hatin kuştin.”
Yanî JENOSÎD !
Lê Obama efendî li gel vê tarîfê dîsa jî gotin ajenosîdê bikar neaniye…
Ne ûjdan û ne jî exlaqê dewletan heye. Hertişt pere ye. Ji bo ku hinek çekên din bifroşin Tirkiyê, çend qurişên din qezenc bikin nabêjin jenosîd…
Yên ji jenosîda ermeniyan ra nebêjin jenosîd ji ya kurdan ra tew nabêjin.Jixwe loma tirk diwêrin vê zulmê li kurdan bikin, jenosîdeke hêdî hêdî bidomînin…
2015-04-24 

117 salîya Rojnamegerîya kurdî li miletê kurd pîroz be !


Îro roja rojnamegeriya kurdî ye. 117 sal berê di 22ê nîsana 1898a da rojnameya kurdî ya pêşî "Kurdistan" li paytexta Misrê Qahîreyê ji alîyê mîr Miqdat Mîdhet Bedirxan ve hat weşandin.
Di warê şiyarbûn û xurtkirina hestên netewî û yekîtî û pêşketina zimanê kurdî da rojnameya Kurdistan ji bo miletê kurd bû gaveke dîrokî û şoreşek rojnamegeriyê.
Bi derketina rojnameya Kurdistanê miletê kurd li gorî gelek miletên din biderengî be jî cara pêşî bû xwedî rojnameyeke kurdî.
Kurdistan li derve derketibe jî, lê di nava miletê kud da tavilê olan da û reh berda û bû destpêka geşbûna rojnamegeriya kurdî.
Ji wê rojê û heta nuha li der û li hundur bi hezaran rojname û kovarên kurdî derketin û kitêbxaneya kurdî dewlemend kirin.
Kurd jî wek miletên din bûn xwedî rojname, kovar û edebiyateke nivîskî. Bi saya van kovar û rojnameyan bi hezaran bûyer, belge û berhemên kulturî, folklorîk û edebî, dîrokî ji mirin û wendabûnê xelas bûn û ji dîroka miletê kurd ra bûn belge.
Rojnamegeriya kurdî ji bo miletê kurd bû xezîneyeke bêhempa. Di vê xezîneyê da ji xebat û têkoşîna miletê kurd bigre, heta bi berhemên edebî û şer û trajediyên hatine serê kurdan, hertişt heye.
Ji sala 1973a û virda ye hersal 22ê nîsanê wek roja rojnamegeriya kurdî tê pîrozkirin.
Ez di serî da Miqdat Mîdhet Bedirxan û hemû kesên di vî warî da xwedî ked in bi hurmet bibîr tînim.
Hezar carî spas ji mîrê gorrbehişt Miqdat Mîdhet Bedirxan ra ji bo ku miletê xwe 117 sal berê kir xwedî rojname û bi vê xwebata xwe ya dîrokî bû pêşengê rojnamegeriya kurdî.

22 april 2015

HDP ji xelkê ra masiyan ji kurdan ra kûsiyan digre

 Di deklarasyona HDPê ya hilbijartinan, di madeya 8a da li ser gelşa Filistîn, Qibris, Qerebax, ermenî û azeriyan wiha tê gotin:
”Emê li hemberî siyaseta hukûmeta Îsraîl ya qetlîmcî û îşxalcî rawestin. Ji bo ku dawî li îşxala Filistîn were û mafê avakirina dewleteke serbixwe ya filistîniyan were naskirin emê her babet alîkariyê bikin.
Ji bo ku dawî li perçebûna girava Qibrisê, gelê tirk û rûm were emê piştgiriya pêşniyarên wan yên çareseriyê bikin.
Emê ambargoya li ser Ermenîstanê rakin û bi gelê ermenî ra pira dostaniyê xurt bikin. Emê deriyê sînorên nabêna Ermenîstanê û Tirkiyê ku ji alî Tirkiyê ve hatiye girtin bê qeyd û şert vekin.
Ji bo çareseriya mesela Qerebaxê emê piştgiriyê bidin xebat û hewildanên nabêna Ermenîstan û Ezerbeycanê.”
Wek tê dîtin di deklarasyonê da li dijî îşxala îsraîl tê derketin û ji bo filistîniyan dewleteke serbixwe tê xwestin.
Ji bo ku perçebûna Qibrisê ji ortê rabe soza alîkariyê hatiye dayin.
Ji bo ku ambargo ji ser Ermenîstanê rabe û deriyê nabêna Ermenîstanê û Tirkiyê vebe soza xebatê û alîkariyê hatiye dayin.
Ji bo ku Azerî û Ermenî li hev werin soza piştgiriyê hatiye dayin.
Deklarasyona HDPê dişibe tûrikê jinika qereçî, bi rengekî sloganwarî hertişt tê heye.
Lê tenê ji bo kurdan û Kurdistanê tiştek nehatiye gotin, tu soz nehatiye dayin.
Fena ku Kurdistana başûr û rojava(Kurdistana Îranê) û miletê kurd tunebin.
Fena ku micadela kurdan, şerê wan yê li hemberî Daîşê û  bi hezaran şehîd tunebin.
Fena ku li her çar perçeyên Kurdistanê kurd ne di nava şerekî man û nemanê da bin.
Fena ku ereban bi hezaran jinên kurd nerevandibin.
Fena ku Daîşê heta nuha bi hezaran kurd nekuştibin, serê bi sedan kurdan jênekiribin.
Di deklarasiyonê da bi gotinekê be jî qala vê rewşa kurdan ya trajîk ya man û nemanê nehatiye kirin û dîtina partiyê nehatiye gotin.
Meriv naxwaze bawer bike.
Gava meriv deklarasyonê dixwîne aqilê meriv disekine, meriv nizanibe, nas neke, nikane bawer bike ku ev deklarasyona partiyeke kurd e, bi milyonan kurd rayên xwe didinê.
Partiyeke ku serokê wê kurd e, ji sedî 60-70î namzetên wê kurd in, bi milyonan kurd rayên xwe didinê, ji kurdan rayên wan dixwaze û dixwaze di meclîsa Tirkiyê da jî kurdan temsîl bike, lê di beyannama xwe ya hilbijartinê da qala Kurdistanê, qala gelşên kurdan, qala riyên çareseriyên nekiriye.
Qala filistîniyan, azeriyan, ermeniyan, Qibrisê kiriye, lê bi gotinekê be jî qala Kurdistanê û kurdên başûr û rojhilat nakiriye, qala îdam û terora Îranê nakiriye, soza tu alîkariyê, tu xebatê nedaye kurdan.
Wek partiyeke ”kurd û tirkan” Qala îşxala Filistîn kiriye, lê belê qala îşxala Kurdistanê nakiriye.
Ma Kurdistan ne di bin îşxala Tirkiyê, Îranê, Sûriyê û Îraqê da ye?
Haydê em bibêjin dostên we yên tirk qebûl nakin hûn ji bo Kurdistana bakur bibêjin îşxal, lê çima hûn ji bo Îranê û Sûriyê nabêjin îşxal Kurdistan di bin îşxala wan da ye?
Çima tiştê hûn ji bo filistîniyan dixwazin, ji bo kurdên başûr, rojhilat û rojava jî naxwazin?
Heger dewlet xerab e, dibê ji filistîniyan ra jî xerab e, dibê hûn ji bo wan jî dewleteke serbixwe nexwazin.
Na heger baş  e, wê demê dibê hûn ji bo gelê xwe jî bixwazin, vî mafî layiqî gelê xwe jî bibînin.
Sebebê ku hûn ji bo gelê xwe yên perçeyên din jî eynî tiştî naxwazin çi ye?
Ma li Iranê û Sûriyê Kurdistan ne di bin îşxalê da ye?
Çawa ku hûn ji Filistîn ra dibêjin îşxal, dibê hûn ji Kurdistana rojhilat, rojava û baş ûr ra jî bibêjin îşxal.
Û dema hûn nebêjin mafê kurdan jî heye sebebê vê negotina we ji we bipirsin.
Lê ne ev tenê, ji bo kurdên bakur soza micadeleya ji bo perwerdeya bi kurdî jî nehatiye dayin, daxwazeke wiha jî di deklarasyonê da tuneye.  Ev jî ecêbek giran e. Ji ber ku heta nuha PKKê, KCKê perwerdeya bi kurdî wek şertê yekem didan pêş. Lê di deklarasyonê da daxwazeke partiyê ya wiha  tuneye. Ji bo kurdan perwerdeya bi kurdî nayê xwesitin. Tiştên li ser kurdan û ji bo zimên jî hatine gotin gotinên pir gliver, ne zelal û dîfus in.
Nuha li hemberî paradoksek wiha mezin meriv çawa dikane bêdeng bimîne?
Ma bêdengmayin rast e?
Ma piştgiriya vê deklarasyonê rast e?
Ma armanc tenê ketina meclîsê ye?
Ya muhîm ne çûna meslîsê ye, ji wê bêtir kar, hedef û programa partiyê ye.
HDP ewê ji kurdan ra çi bike, çi bixwaze, ew muhîm e.
Di vê deklarasyonê da ne ji bo kurdên Tirkiyê û ne jî ji bo kurdên din tu daxwaz, soz û pêşniyareke konkret tuneye.
Îcar çima û ji bo çi dibê kurd piştgiriyê bidin HDPê min bi xwe fêm nekiriye….
AKP xerab e, Erdogan xerab e ev temam. Dibê kurd rayên xwe nedin AKPê û partiyên tirkan. Lê HDP jî bi vê programa xwe ne alternatîfa baş  e. Bi dîtina min meriv raya xwe bide Hak-Parê baştir e.

21 april 2015

Dibê ajan û neyar nikanibin bibin berpirsiyayên dezgehên me


 Tirkekî bi navê Merdan Yanardag, li Îzmîrê di civînekê da ji Seyid Riza ra gotiye, ”Haydûdekî/eşqiyayek bû,  davêt ser gundan û xelk dişêland…”
A ev Merdan Yanardagê ku ji Seyid Riza ra dibêje ”rêbir û eşqiya” demakê mudûrê giştî yê rojnameya Özgür Gündemê bûye.
Merivekî ji Seyid Riza ra bibêje ” Haydût/eşqiya”, çawa dibe birêvebirê rojnameyeke kurdan?
Kesên berpirsiyar dibê bersîva vê pirsê bidin.
Lê ev ne iştekî nuh e, numûneyên wek Yanardag pir in. Nasyonalîstên tirk, neyarên miletê kurd û ajanên dewleta tirk tije nava medya PKKê ne, medya PKKê ji xwe ra wek hêlînê dibînin. Min çend caran li ser vê meselê nivîsî, lê PKK guh nade rexneyan û tu tedbîrekê jî li hemberî van ajanan nagire.
Rast e dewlet ranakeve, tiştên wiha tektûk dikani bibin. Lê hewqas jî ne. Tevgereke xwedî hewqas serpêhatî û tecrûbe dibê êdî rê nede van ajanên resmî û neresmî.
Sebebê ku hewqas merivên xerab û ajan dikanin têkevin nava medya PKKê musaîdiya zemîn e, îdeolojî û siyaseta van tezgehan e. Bi saya hebûna vî zemînê musaîd ajanên tirk, neyarên kurdan di bin xêliya çepîtiyê da di nava medya PKKê da didin cirîtan.
Merdan Yanardag û bi sedan ajanên wek wî heta nuha zirarên pir mezin dana van dezgehên kurd,  bi rapor û  îxbarên xwe bi sedan keç û xortên kurd xistine zindanan û mahkûmî cezayên pir giran kirine.
Hîn do li Parîsê yekî wek vî bêbavî destê xwe yê pîs di xwîna 3 jinên kurd gerand.
Di operasyonên çend sal berê yên li hemberî KCKê da bi dehan ajanên wiha derketin û bi îfadeyên wan bi sedan kurd hatin girtin û cezakirin.
Ji dêlî ku meriv bibêje ”heta em li himber neyarê xwe têbikoşin, neyar jî vala nasekine û ewê her muxbîrên xwe di nav me de bi cîh bikin”, dibê meriv vê zemînê û hawirdora ku ajanan dihewîne, wan nabîne, ajan dikanin di nav da rehet bijîn, wê siyaset û îdeolojiya ku niknane rê li ber van ajanan bigre rexne bike, xweş nebîne.
Ez bawer dikim hîn jî yên wek Merdan Yanardag di nava medya PKKê da pir û pir in. Piraniya çepên tirk, belkî ji sedî nodê wan kesên wek Yanardag, Perînçek  û Yalçin Kuçuk in. Ya ajan in ya jî ji bo armanceke xerab hatine nava medya PKKê. Dixwazin bi îmkanên medya PKKê dubendiyê têxin nabêna kurdan û  fêsadiyê bikin. Dixwazin neyartiya kurdan bikin.
Û jixwe camêran zêde jî xwe venaşêrin, bi sohbetekê meriv dikane wan nas bike, ji nivîseke wan meriv dikane derxe ku ew ne dostên miletê kurd in, ya ajan in ya jî hesabekî wan yê siyasî heye.
Giregirên HDPê piştgirî dane vî ajanî, ew wek ronakbîrekî hêja dîtine. Dema Merdan Yanardag  di sala 2013a di operasyona Ergenekonê da hatiye girtin û 10 sal û 6 meh caza xwariye, parlamenterên BDPê Sabahat  Tuncelê û Sirri Sureyya Onder ev neyarê miletê kurd parastina, gotine, ”Merdan, ronakbîr û muxalifekî  vî welatî yê herî hêja ye.”
Ev çawa dibe, vî merivî ji bo kurdan û PKKê çi kir ku Sabahat Tuncel û Onder hewqasî pê bawer bûn, hewqasî pesnê wî dan?
Mêrik merivê Ergenekonê ye, di warê siyasî û îdeolojîk da neyarê miletê kurd e, lê berpirsiyarê rojnameya kurda ye!
Ev çi siyaset û rêxistineke ku rê dide merivekî hewqasî pîs were dereke gewqasî muhîm?
Çawa meriv dikane rezaleteke hewqasî mexin hewqsî sivik bibîne?
Kê Merdan Yanardag kir berpirsiyarê Ozgur Gundemê, bi riya kê û referensa kê hat rojnameyê?
Dibê hesabê vê yekê were pirsîn.
Heta ku li hemberî ajanan şêla meriv ev xemsarî be, kesên wek Merdan Yanardag ewê di nava medya PKKê da tu carî kêm nebin…

Bêbextiya Ataturk ya li hmberî Seyid Riza derket ortê

Rojnameya Yenî Şafakê îro li ser îdama Seyid Riza û berî îdamê hevdîtina Seyid Riza û Musta Kemal belgeyeke heta nuha kesî nizanîbû belav kir.
Belge, rapora MITê yanî teşkîlata îstîxbarata wê demê ye. Li gorî vê raporê, Musta Kemal berî îdamê bi demeke kin li Xarpêtê li îstasyona trênê di vagonekê da bi Seyid Riza ra dipeyive, ji Seyid Riza ra dibêje ewê nuha te îdam bikin, lê heger ”tu bibêjî ez poşman im û ji min efûya xwe bixwazî ezê te efû bikim.”
Seyid Riza jî vê daxwaza Musta Kemal bi mêraniyeke mezin red dike û dibêje, ”ez ne poşman im û min tu tiştekî ku ji te efuya xwe bixwazim nekiriye.”
Li ser vê, Ataturk diqehere, radibe ser xwe û dibêje bibin, bidarda kin. Berî derketina ji vagonê, Seyid Riza vedigere ser Ataturk û jê ra dibêje:
”Min hîleyên we fêm nekir, bi wan ra dernekitm serî, loa jî  ji bo hevdîtinê hatim. Diçim mirinê, bira ev ji min ra bibe derd. Lê belê min jî li hemberî we hustuyê xwe xwar nekir, bira ev jî ji we ra bibe derd !”
Û dibin qada îdamê, 6 kesên din berê îdam kirine. Ji bo ku kursiyên bin nigên wan bikşînin zarokekî qereçî anîne, Seyid Riza lawikê qereçî bi destê xwe tahm dide. Hildikişe ser kursiyê û bi dengekî gurr dibêje” Em ewladê kerbelayê ne, eyb e, zulm e, cînayet e” û ben dike husuyê xwe û nigê xwe li kursiyê dixe…
Roja 15ê mijdarê(15/11) termên wan ji bo temaşeyê li wir dihêlin û di 16ê mehê da jî li nava bajarê Xarpêtê digerînin, nîşanî kurdan didin.
Piştî îdaman her heft kesan jî dişewitînin û ariya wan dixin çewalekî û dibin li derekê vedişirên. Navê cî û xerîte di raporê da heye. Û derbarê şewitandinê û cî da jî da zebtekê digrin.
Îhsan Sabrî Çaglayan bi walî û berpirsiyarên din ra civînekê çê dike û dibêje îdama Seyid Riza ewê li der û hundur olan bide, loma jî dibê em nebêjin Ataturk li vir bûye, haya serokkomar jê hebûye.
Di rapo ê da meriv durrûtiya Îhsan Sabrî Çaglayan jî dibîne. Çi ber ku di bîranînên xwe da rastî negotiye, mesele şêlû kiriye.
Û bi vî hawî derewa haya Ataturk ji îdma Seyid Riza tuneye belav kirin, kirin dîrokeke derawan.


Loma jî heta nuha tirkan ev derewa difrotin me û digotin Seyid Riza berî çûna Ataturk hat îdamkirin, heger Ataturk berî îdamê bigihîşta wir ewê îdam rawestanda.
Ev belgeya resmî ya dewletê bi tarîx û şahid nîşan dide ku çîroka haya Ataturk jê tunebûye vireke mezin e.
Di vê belgeyê da dîsa meriv dibîne ku li Dêrsimê serîhildan jî tu nebûye, ew jî dereweke tirkan e. Dewletê ji Seyid Riza çi xwestiyê kiriye, sîlehên xwe teslîm kirine, hin kesên dewletê xwestine teslîm kirine, lê dîsa jî dev ji qirkirinê bernedane.
Ji xwe Seyid Riza ji Ataturk ra dibêje, ji we çi got me kir, lê dîsa jî pere nekir, ji ber ku ji serî da nêta we xerab bû, plana we ev bû. Min ev yek nedît.
Gava meriv vê belgeyê dixwîne li alîyekî wek kurd serê meriv li hemberî mêraniya Seyid Riza bilind dibe û li aliyê din jî meriv dibîne ku ev dewlet çiqasî bêbext, rezîl, alçax û pûşt e û qeleş e. Bi bêbextî, bi soza hevdîtinê Seyid Riza xistine kemînê.
Kurd û dêrsimiyên piştî xwendina vê belgeyê jî dev ji kemalîstan bernedin, hîn jî pesnê Ataturk bidin maneya xwe kesên pir bêxîret in.
Ez dizanim ev dewlet çi bêbext û pûşt e, lê bi dîtina vê belgê kîn û nefreta min ya li hemberî vê dewletê û kemalîstan hinekî din jî zêde bû…
Li gorî vê belgeyê ew dizanin gorra Seyid Riza li ku ye. Li ser gorrên Şêx Seîd û şehîdên Kurdistanê yên din jî miheqeq eynî rapor û xerîte hene. lê nabêjin.

20 april 2015

Hîtler ji Tirkiyê cesaret girt cihû qirkirin.


Kanala alman Phoenix di fîlmê xwe yê belgesel da gotiye, ”Hîtler dît ku Tirkiye ji ber jenosîda ermeniyan ceza nebû, loma wî jî ji vê yekê cesaret girt û dest bi jenosîda cihûyan kir.”
Jixwe tê zanîn Hîtler gelkî heyranê Ataturk bû, tim pesnê wî dida û xwe wek telebeyê wî dihesiband. Hîtler di axaftineke xwe da gotiye:
”Mustafa Kemalê çavhişin, demokrasî û miletperwerî çi ye fêrî me kiriye.”
”Telebeyê Mustafa Kemal yê pêşî(ewil)Musolînî ye, telebê wî yê duyem jî ez im.”
”Ez hemû enerjiya xwe ji Ataturk digrim. Jiyana wî ronahiya me ya bi bereket/feyz e.
”Hostayê min Il-Duce ye(Mosolînî) ye, lê belê hosteyê wî jî Mustafa Kemal e.
Wek tê dîtin, îdîa ku Hîtler ji Ataturk cesaret û îlham girtiye tespîteke rast û bi belge ye. Bi rastî jî jenosîda sedsala 20a ye pêşî tirkan kir. Ataturk jî kadir û zabitekî Ittihatçiyan bû. Lê dû ra piştî ku hat ser hukim, wek dîkê spî xwe derxist paqijiyê, fena ku haya wî ji tiştekî tunebe. Bes di rastiyê da ew jî kadirekî îttîhatçiyan bû.
Lê li Tirkiyê û li Kurdistanê jenosîda fizîkî û kulturî di dema cumhûriyetê, di îktîdara Mustafa Kemal da jî dom kir. Bi emir û biryara Musta Kemal bi milyona, kesên mesîhê, rûm ji erd û avên wan, ji welatên wan bi darê zorê hatin derxistin û rêkirin Balkanan.
Û dû ra jî berê xwe da kurdan û dest bi qirkirina kurdan kirin. Bi sedhezaran mahcir li Kurdistanê bicî kirin.
Di serîhildana Şêx Seîd, Agirî û Dêrsimê da bi sedhezaran kurd kuştin û bi sedhezaran jî mecbûrî koçberiyê kirin. Û dest bi siyaseta asîmîlasyonê û helandina kurdan kirin.
Loma pir ne xerîb e Hîtler heyranê Ataturk be û bi çavê mamosteyê xwe lê binêre…

XXX
Ez bîriya rojên berê, xweşmêrên berê dikim!
Berê, di xortaniya xwe da em mirovên îdîalîst û paqij bûn, ne li dû tu menfeetê û kursî û meqamî bûn. Me ji bo azadiya gelê xwe û serxwebûna welatê xwe malê xwe jî û canê xwe jî bêteredut feda dikir.
Em merivên dobre bûn, ne wek kewê teqlebaz bûn…
Lê nuha, piştî ku em mezin bûn, me rî û por spî kir em pîs bûn, bûn merivên durû, bûn kewê teqlebaz, bêîdeal û pûlperestên pir erzan.
Helbet ne herkes, lê ji cîlê min gelek însan wiha bûne. Meriv nikane bawer bike ku ew, merivên 30-40 sal berê ne.
Xwezî min ev roj nedîta…
Berê xweştir bû, ez bîriya rojên berê dikim, bîriya samîmiyet, canfedayî, îdealîstî û xweşmêrên berê dikim. Lê ew hemû mir in…
Ka ew mêrên berê ?

XXX


Di tercumeya biwêjan(deyiman)da dibê meriv ne gotinê, maneyê weregerîne. Heta dibê meriv tercumeyê jî bi vî mentixî bike.
Kurdên rojnamevaniyê dikin, di melperan da xeberan dinivîsin, di telewîzyon û ajansan da dixebitin di bin tesîra tirkî da ne, bi tirkî difikirin û gotinên tirkî motemot tercumeyî kurmancî dikin, haya wan ji sentaksa kurmancî tuneye.
Gotinên kurmancî li dû hev rêz dikin, lê cumle ne bi kurdî ye, ji ber ku ne li gorî qaîdeya hevoksaziya kurmancî ye. Loma jî kurdekî ne bi tirkî nizanibe ji nivîsê, xeberê û cumleyê fêm nake.
Ji ber ku xeberan rasterast bi kurmancî çênakin, bi kurmancî baş nizanin û di ser da haya wan jî ji ilmê wergerê tuneye.
Loma jî zirareke pir mezin didin kurmancî. Di van çend salên dawî da van telewîzyon û ajansên xeberan(ANF, (DİHA, TRT haber) li gel hin feydeyan, zirareke pir mezin gîhandine kurmancî...

19 april 2015

Ermeniyê dibêje ez bim jî ezê jenosîdê qebûl nekim!

Etyen Mahçûpyanê ermenî gotiye: ”Heger ez serokwezîr bûma minê jenosîd qebûl nekira.”
Etyen Mahçûpyanê ermenî ku heta çendakî berê şêwirmendê serokwezîr Davutoglu bû, lê ji ber gotina xwe ”tiştê 1915a da hat serê ermeniyan jenosîd e” ji şêwirmendiyê hat bidûrxistin, di nivîsa xwe ya dawî da çerxek nuh daye xwe û gotiye ”heger ez serokwezîr bûma minê jenosîd qebûl nekira.”
Mahçûpyan gotiye:
”Ev terîm(têgîn) li ba min tu carî muhîm nebûye û ji ber vê yekê jî di salên borî da dîaspora ermenî tim êrîşî min kir…
Li alî din heger meraq dikin ku ezê qebûlkirina jenosîdê pêşniyarî serokwezîr bikim ya na, ez gaveke din bi pêşda herim…Ez serokwezîr bûma minê jenosîd qebûl nekira.
Ji alî min da di vê momenta dîrokî da ya muhîm serketina serokwezîr, serokkomar û ya AKPê ye…”
Rewşeke pir trajîk e.
Xwedê tu însanî nexe rewşeke wiha trajîk.
Nivîskar û întellektuelê miletekî hatiye qirkirin û dibêje tiştê hatiye serê gelê min jenosîd e, lê dibêje ez ji neviyên celadên bav û kalên xwe ra nebêjim vê rastiyê qebûl bikin. Ji ber ku qebûlkirina vê rastiyê ewê zirarê bide Erdogan û Davutoglu, lema jî dibê jenosîdê qebûl nekin.
Însanek ne pir pîs û rezîl be, ruyê wî ji çermê gê(ga) ne qalintir be, tamara eniya wî neqetiya be bi vê derecê nabe şûrkêş û zilamê zalim û neheqan.
”Yê rastiyê, heqiyê bizane û nebêje îblîsê bêziman e”.
Bi van gotinên xwe Mahçûpyan îblîsî heq kiriye…
Însan carê xwe pîs bike sînorê wê tuneye, dikane bibe berdevkê zaliman û qatilên bav û kalên xwe jî...

XXX


Hema ez ji we ra bibêjim, Erdogan nikane mesela kurd çareser bike. Ji ber ku ne di wê çapê û kapasîteyê da ye, ne xwediyê kultura merivekî zana û mezin e. Qerekterê wî, kultura wî ya lûmpen û tucara ye. Û di warê îdeolojîk da jî merivekî panturkîst e.
Çend salê berê ji kurdekî ra gotibû, ”hûn nefikirin mesela kurd tuneye. Mesela kurd hûn di serê xwe da çêdikin.”
Nuha jî li meydann bi dengekî bilind dibêje ”hûn bifikirin jî nefikirin jî mesela kurd tuneye”.
Mesele hewqasî vekirî ye. Kurdên derî vê siyasetê hêviyeke din ji Erdogan dikin xwe û civatê dixapînin.

PARVE BIKE