09 mars 2015

Kêmaqilî ne bi pera ye



Piştî serketina Fenerbahçeyê 1-0 li hemberî Galatasarayê, kurdan li Hekariyê kirine şahî û dîlan û bi sloganan bajar hejandine.

Heger li bajarekî wek Hekariyê, kela kurdayetiyê û kurdperweriyê xortên bi hezaran kurd ji bo serketina taximekî tirk yê futbolê(Fenerbahçe) hewqasî dilşa bibin, wek ku Kurdistan rizgar bûbe dakevin kolanan û bikin şahî û dîlan, li bajarên din kurd xwe ji bo tirkan bikujin jî, xwe biçirînin kî, xweliyê li serê xwe kin jî hindik e.

Ji ber ku do Fenerbahçeyê 1-0 zora Galatasarayê bir, li Hekariyê bi hezaran kurd daketine kolanan û wek terefdarên tirk serketina Fenerbahçeyê pîroz kirine.

Li gorî rojname û medya sosyal dinivîsin, serketina Fenerbahçeyê li Hekariyê di atmosfera cejnekê da hate pîrozkirin. Piştî maçê bi hezaran kurd daketin kuçe û kolanên Hekariyê û bi fîşekên hewayî, bi gerra di nava bajêr da serketina taximê xwe pîroz kirin.

Dîsa li gorî rojnameya Hekariyê dinivîse, pîrozbahiyên Hekariyê bi her hawê xwe ji pîrozkirinên Stenbolê Kadikoyê ne kêmtir bûye, bi îhtîşamtir bûye…

Hercara ku gerîlayekî kurd ji teref leşkerên tirk ve tê kuştin birêvebir û alîgirên Fenerbahçeyê ji kêfa difirin, destên xwe hine dikin, lê kurdên me bi serketina wan ji kêfa dîn û har dibin.

A ferqa me û tirkan ev e, loma ew xwedî dewlet in û em jî rebnên bindestê wan in. Çimkî ew biaqil û em jî kêmaqil in.
Berê jî min min çend caran li ser vê mijarê nivîsand. Bi dîtina min piştgirî û terfdariya kurdan ya ji taximên tirk ra bêşiûrî û kêmaqiliyeke mezin e û musebîbê ve bêşiûriyê û kêmaqliyê jî tevgera kurd ya siyasî ye. Hêzên kurd in, ronakbîrên kurd in.

Heger bi hezaran kurd li bajarekî wek Hekariyê hîn jî wek tirkan bi serketina taximekî tirk dilşa dibin, maneya xwe ew e ku di van 35 salan da me bi qasî misqalekî jî hiş û şiûrekî kurdayetiyê nedaye cîlên nuh. Ew hîn ne xwe nas dikin û ne jî dijminê xwe.

Piştî 30 sal şerê çekdarî, malwêraniyeke mezin û bi hezaran şehîd, heger li Hekariyê hîn jî bi hezaran kurd bi serketina taximekî tirk, wek tirkan dilşa dibin ev têkçûneke mezin e. Ev tê wê maneyê ku ew xwe ne kurd, tirk dibînin.

Û loma jî di şîn û şahiyê da tirkek çi his dike, ew jî wiya his dikin.
Heger meriv xwe kurd û Fenerbahçeyê jî wek taximekî tirk bibîne û bi çavê ”em kurd” û ”ew tirk” li meselan binêre, ne mimkûn e ku meriv weka tirkekî bi serketina taxemekî tirk wiha dilşa bibe û bike dawet û dîlan.

Flistîniyekî herî nezan, herî kêmaqil jî îşê xwe ji taximên îsraîl û serketin û têkçûna wan naynin. Wek îsraîliyan bi serketina taximekî kêfxweş nabe. Ji ber ku ew xwe bindest û welatê xwe jî di bin îşxala îsraîl da dibîne.

Lê belê ev hizir, ev hest li ba kurdan tuneye. Kurd hîn tu cudahiyekê, ferqekê di nabêna kurd û tirk da nabîne. Û heta nebîne jî em nikanin tu havilë bikin. Ji bo ku em ji dewleta tirk mafê xwe bigrin, berî hertiştî dibê em xwe wek miletekî cihê bibînin

Dinay jî xera bibe, tirkekî herî dîn jî bi serketina Diyarbekir Sporê, Riha Sporê, Wan Sporê, Hekarî Sporê dilşa nabe, ji bo serketina taximekî kurd wek dînan xwe li kuçe û kolanan hol nake û nake borre borr.

Sebebê vê kêmaqliya me, vê dînîtiya me nezanî ye, siyasetmedaran, pêşengên gel tiştek nedaye xortan, şiyarbûneke vala, bêbingeh e, qalikekî vala ye, girseyeke(kîtleyeke) bêhiş e…
Ez bi xwe vê rewşê li hemberî dewleta tirk di warê îdeolojîk û siyasî da wek têkçûnekê dibînim…
Û gelkî jî pê diqeherim. Loma jî van rêzan dinivîsim…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE