09 mars 2015

Îcar jî Huda Kaya dike bibe seroka kurdan

Min nuha hevpeyvîna ANFê ya bi Huda Kaya xanimê ra xwend. Ev cara pêşî ye ez tiştekî Huda Kaya yê dixwînim. Ez wê qet nas nakim
Min ne ji hevpeyvînê û ne jî ji Huda Kaya yê zêde tiştek fêm nekir. Bi min wek hevpeyvîneke şîkewarî hat.
Huda Kaya berê ”ulkucî” yanî mîlîtaneke MHPê, tevgera faşîst bûye. Dû ra marksîzim pir ”xwendiye”. Lê nabêje çima xwendiye û gelo di netîceyên xwendina xwe da bûye çep ya na?
Dû ra dest bi xwendina Quranê kiriye û bûye dîndar. Lê dîndareke çawa, bi kê ra û hevala kê bû ye, wiya jî nabêje.
Û vê taliyê jî kurdan bala wê kişandiye û îcar çûye ketiye nava HDPê. Û tavilê jî terfî merkeza HDPê kiriye.
Bi yekî biyanî ra zewicî ye, lê nabêje ji çi miletî bû, ji çi dînî bû û çi bi serêmêrik hat? Arzû Demir jî di vî warî da tu pir jê nekiriye.
Yanî her tiştê qal kiriye, zelal û xweşik qal nekiriye, tarî hîştiye. Merheleyên jiyana xwe, guherandinên xwe yên fikrî û siyasî zelal nekiriye û ya pê ra peyivîye jî bi pey çîroka jiyana wê û van guhertinên ecêb neketiye.
Mesela meriv nizane Huda Kaya kî ye, ji miletî ye û ji bo kurdan çi difikire?
Nizanim çima, lê ev jinik qet neket serê min û dilê min li wê û li bersîvên wê rûnenişt, bi min ji dil û samîmî nehat…
Lê bi îhtîmaleke mezin ewê ji HDPê wê bikin namzeta parlamentoyê. Jixwe bi baweriya min ji bo wê hatiye wezîfedarkirin. Dibê bibe seroka kurdan.  Û dema bikin namzet jî ewê ji dereke pir saxlem, ji bajarekî wek Hekariyê, Şirnexê, Batmanê, Wanê û Amdê nîşan bidin.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE