03 mars 2015

Heta meriv xelkê nebîne meriv bi belengaziya xwe nahese

Blogereka swêdî ya 25 salî blogeke xwe wiha dest pê kiriye:
”Navê min Therése Molander e û ez nexweşeka psîkiolojîk im. Lê bi rastî…” û dû ra jî qala nexweşiya xwe kiriye.
Ev bloga Therése Molander xanimê di nava 24 saetan da ji alî 45 hezar kesî ve hatiye xwendin. Nufûsa swêd bi qiç û pîlên xwe ve 10 milyon e.
Ev 8 sal in ez jî her roj bloga dikim. Ziyaretçiyên bloga min di seranserê van 8 salan da here were 138 330 kes in. Bi gotineke din di 8 salan da 138 330 carî bloga min hatiye tikandin, ziyaretkirin. Yanî hejmara di 8 salan da ez gihîştimê, Therése Molander xanim dikane di hefteyekê da bigihîjê…
Nuha de were neqehere û bi kevir kuçan bi serê xwe nekeve ya jî ji derdê kurdan porê xwe nerûçikîne…
Hûn dibêjin ez kîjanê bikim ?

Ali Kut Ez bawerim rûçikandina por hê arzantir e!

Nura Şane :)) ezbenî ez dibêjim ka lînka bloga xwe bavêje bin parvekirina xwe soz ezê her roj bi dehan cara têkevim û hêjmarê têketinê zêdetir bikim:))

Ferhat Dayan Nura çareseriyek dît  ez jî destekê didime vê kampanyayê :))

Bilal Karli Ne qehere kekê Zinar ma blogên ji te kêmtir jî hene ê divê mirov wana jî bibîr bîne.

Mehmet Gültekin Kekê, pêşniyariya min; Tu wan biqehirîne 

Zinarê Xamo Ji bo dilxwzî û pêshniyaran mala we hemûyan ava be. Vê dilsoziya we moralê min bilind

Zinarê Xamo Nûra xanim, hema ev gotinên te ji bo min têr dikin.
Axir numûneyên xelkê meriv bi rebeniya meriv dihesîne. Heta meriv yê xelkê nebîne, nebihîze meriv bi belengaziya xwe nahese. Min xwest ne ez tenê, çend kurdên din jî bi halê me bihesin, ji bo wê min qala xanima swêdî kir...
Gelek silavên biratiyê,,,

Zinarê Xamo Sax bî Emerê hêja, ev xwesh bû. Ez nuha li kar im, bi van kirnên xwe sûc dikim, lê guh nadimê. Pir pir ewê min ji kar bavêjin....

Nura Şane Belê, niha lê werqilîm bi text û bext be jî çend caran leqa wê blogê hatime lê hûrgilî li ser neseknî me..niha min çend nivîsan ji wir xwend gelek bi hêzên hem tê da nasyonalîstek qewî heye hem jî tamek cudatir jî heye, wek mirovên rûspî ku nav xelqê da rêya ortê dibînin û wan li hev tînên. (Îroj bû 4 car têkevim blogê heta şevê yê bigihîje 10an :)))

Zinarê Xamo Nûra xatûn, piştî 8 sal libxwerdan û bêdengî diyar e bi kurtenivîsê kabê min dike mîr were û îşê min dike baş bibe. Wisa xuya ye dibê carnan meriv bike qîjewîj û xelk û alemê bi xwe bihesîne, dilê xelkê bi xwe bişewitîne.
Tiştê min fêm kir bi van çend gazinên jor ez li karê derketim. Ev jî ji bo min bû tecrûbe. Ji nuha û pêda ezê tim carnan gazinên wiha dubare bikim…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE