09 mars 2015

Bi camêr ra bext tuneye

Erdogan: Ez ne Gul im karê min tenê îmzekirin be !
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan merivekî pir bêbext û bêwefa ye. Di axaftina xwe ya do da gotiye, ”fêrî yekî li Çankaya yê rûne û îmze bike bûne…”
Yanî dibêje ez ne Abdullah Gul im, karê min îmzekirin tenê be...
Vê heqaretê li Gul dike. Dibêje karê Gul tenê îmzekirin bû, kê çi daniya ber îmze dikir û dû ra jî temebel tembel li ser kursiya xwe rûdinişt.
Lê ew ne kesekî wiha ye, ew ne merivê îmzekirinê tenê ye, ewê gelkî aktîf be û xwe tevî tiştan bike.
Ji alîkî da rast e, Gul karê wî îmzkirin bû, Erdogan, hukûmetê çi daniya ber wî, bi lez û bez, carnan di eynî rojê da îmze dikir û ji xwe ra li ser kursiya xwe rûdinişt…
Lê ev pasîfî ji bo xatirê Erdogan dikir, ji bo ku ji Erdogan û hukûmeta wî ra zorê û zahmetiyê dernexe dikir. Ne xwe wî jî kanîbû xwe tevî hin tiştan bikira û di îmzekirinê da jî ji hukûmetê ra zahmetî derxista. Hewqasî pasîf nema.
Lê heger Gul wiha bikira, yanî wek Erdogan wî jî xwe zêde tev karê hukûmetê bikira, Erdoganê biqeheriya û ew rexne bikira û bigota bi min ra bêbextiyê dike. Ewê hezar û yek nav û nîçok li Gul kira, ew bi îxanetê îtham bikira.
Lê nuha jî ji ber ku Gul pasîf maye û bêemriya wî nekiriye wî bi rebeniyê û pepûktiyê îtham dike, dibêje ez ne Gul im karê min tenê îmze be.
Lê Erdogan dizane ewê ji kê ra kanibe çi bibêje. Ew merivê xwenas dike.
Heger Gul mêr ba û li ber xwe keta ewê bersîva Erdogan bida û careke din jî pê rahevaltî nekira. Lê ne wisa ye. Erdogan sibe jî çi wezîfeyê bidê ewê bi kêfxweşî qebûl bike. Ewê tu carî hesabê vê heqaretê ji Erdogan nepirse.
Çimkî Gul ne ew mêr e.
Çimkî Erdogan hemû merivên dora xwe xesandine, kesên bêşexsiyet, yên newêrin li hemberî wî rabin û bêemriya wî bikin li dora xwe top kirine.
Loma jî ew diwêre Gul biçûk bixîne, heqaretê lê bike.
Çimkî dizane ne Gul diwêre xwe jê bixeyidîne û ne jî yekî din diwêre bibêje çima tu wiha dikî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE