01 februari 2015

Nezanî meriv dike berdevkê xelkê û neyarê qewmê xwe


Cahil û cuhûlên kurdan pir in. Kurd wek milet li gel ku ji her miletî bêtir zulm lê bûye, di dîrokê da gelekê caran hatine qirkirin û bi 40 milyon nufûsa xwe hîn jî bindest û bêdewlet in, lê dîsa jî pir rehetî qala zulma bav û kalên xwe ya li ermeniyan û asûr-suryaniyan kirine dikin.
Û ne kesên nezan tenê, gelek siysetmedar û kesên bi çavên ronakbîriyê li xwe dinêrin jî ji ermeniyan, ji asûriyan bêtir qala zulma kurdan li van miletan kiriye dikin.
Ji ber ku ji zanîn û şiûrê dîrokê bêpar in haya wan ji zulma li bav û kalên wan bûye tuneye, qala tiştên ermeniyan û rûsan anîne serê bav û kalên xwe nakin. Çimkî haya wan ji vê yekê tuneye. Bi devê xelkê dipeyivn, bi çavên xelkê li dîrokî û li meselan dinêrin.
Fena ku kurd li Kurdistanê xwedî dewlet bûn, xwedî artêş û hêz bûn û loma kanîbûn zulmê li ermeniyan û li gelên din bikin.
Lê ji bo çi kurd hîn bindest in, ji bo çi li gelek welatan bi milyonan kurdên koçber hene nizanin û sebebê vê koçberiyê jî qet meraqnakin.
Tiştê dizanin bav û kalên xwe neheq, zulimkar û xelkê jî biheq û mazlûm nîşan bidin…
Ji ber ku nezanin, ji dîroka xwe bêhay in. Merivên nezan zû dibin berdevkên xelkê û neyarên qewmê xwe….



XXX
Qet meraq nekin, gelek tiştên siyasetmedarên kurd û dewlet îro ji me vedişêrin piştî demekê ewê eşkere bibin; ji ber ku "xuyekî rastiyê yê pîs heye, zû dereng derdikve ortê..."

XXX
Kerkûk dilê Kurdistanê ye û Kurdistan jî dilê her kurdî ye. Kurdistan tunebe kurd jî tunene, kurd mirî ne. Ji bo ku kurd nemrin dibê Kurdistaneke serbixwe çê bibe. Kurdistan çênebe kurdê jî wek asûrî-suryaniyan bi çol û çepelan kevin û biqedin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE