23 februari 2015

Ji Erdogan komediyeke nuh


Ji do da ye Erdogan û Davutoglu komediyeke pir xerîb û pir pespaya pêşkêşî miletê tirk û kurd dikin; navê lîstikê “operasyona” Gorra Silêman Şah e.
Do bi şev bi hela helayeke mezin, bi tank û topan çûne gorra Silêman Şah vekirine û hestiyên wî revandine Tirkiyê. Lê li gorî dibêjin hestî mestî tuneye, sindoqek vala ye. 
Îcar jî dixwazin "hestiyên" Silêman Şah li derke ser sînorê di orta Kobanê û Surûcê da veşirên. Di viya da miheqeq planek hukûmetê heye.
Ev “operasyon”(!) çima kirin, gorr çima guhestin, mesele çi ye, hîn baş nayê zanîn. Lê ne belaseb e û ne mesela ewlekariyê ye.
Tenê welwele û helahelayek û qîjewîja zafera artêşa tirk ya nayê zanîn tê kirin. Ev çi zafer e hîn kes nizane.
Di “operasyona” derewan da şer çênebûye, kuştî û birîndar tunene, lê Davutoglu bi xurûr qala zafereke pir mezin dike, fena ku dinya feth kiribin…
Çima şer çê nebû, çima Daîşê guleyek jî bera tirkan neda, çima kurdan dengê xwe nekirin û hîştin tirk bi rehetî, bêyî qeza û bela herin û werin?
Davutoglu li ser “operesyona” derewan demagojiyeke wiha dike ku mahdê meriv jê digere. Însan çawa dikane hewqas derew li hev bîne aqilê meriv disekine.
Min bi xwe tu tişt ji vê dek û dolab û lîstika Erdogan ya Silêman Şah fêm nekir, Xwedê zane dîsa çi zindîqiyê, çi dek û dolab fikirî ye.
PYD dibêje Tirkiyê ji wan alîkarî xwestiye û wan û Tirkiyê bi hev ra çûna "hestiyên" Silêman Şah ji gorrê derxistine û derbasî Tirkiyê kirine.
Lê çima bi şev, çima bi tank û topan û çima ev alîkarî kirine min fêm nekir.
Heger gorr ji alî Daîşê ve hatibûya dorpêçkirin dibê şer derketa, birîndar û kuştî hebûna. Lê tiştekî wiha tuneye. Wê demê ev helahop çima?
Ya din Daîşî çeteyên Tirkiyê ne, ne mimkûn e herin bela xwe di hestiyên Silêman Şah bidin.
Çimkî nanê wan, ava wan, çek û cebilxaneya wan ji Tirkiyê ye, merivên wan di ser Tirkiyê ra diherin û tên. Tirkiye tenê rê li ber wan bigre ewê di wirda bifetisin. Loma jî destûra Daîşê tunebe tirk nikanin herin wir, miheqeq lihevkirinek heye.
Yanî Daîş li gel hewqas dijmin, Tirkiyê jî ji xwe ra nake neyar. Tiştekî wiha zêde nakeve serê min. Ez dibêjim wek revandina personalên seferarata Mûsilê, “operesyona” gorra Silêman Şah jî lîstikek Erdogan ya nuh e, di rojên pêş da ewê baştir zelal bibe. 

2015-02-22

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE