01 februari 2015

Herkes nizane lê ew dizane wî çi sûcên mezin kirine


Ji bo ku sîstema serokkomariyê li Tirkiyê were qebûlkirin û Erdogan jî careke din xwe bike serokkomar ewê her tiştî, her sûcî bike.
Herkes nizane, lê Erdogan dizane wî gelek sûcên mezin, gelek sûcên ku dikane wî bibe ber ben, ya jî heta mirinê wî di zindanê da birizîne. Ew viya baş dizane.
Erdogan diziyên pir mezin kirine, di nava 15 salan da bûye yek ji dewlemendên Tirkiyê yê herî mezin. Û destûr daye, emir daye ku kesên din jî diziyên mezin bikin.
Bi emrê Erdogan hemû îmkanên dewletê ketin xizmeta terorîstên Daîşê, bi milyaran pere û bi tonan û bi hezar kamyonan çek û cebilxane dan Daîşê. Bi emrê wî bi hezaran çete û terorîst li Tirkiyê bicî bûn û sûcên mezin kirin. Li Tirkiyê di bin kontrola îstîxbarat, leşker û pûlisên tirk da jinên kurd yên êzdî hatin firotin û kirîn. Yanî bi terorîstên Daîşê ra gelek sûc û îş hatiye kirin.
Şerê Sûriyê bi plan û emrê Erdogan dest pê kir, gaza jahrî li Sûriyê bi alîkarî û destûra Tirkiyê hat bikaranîn.
Êrîşa ser Şengalê û Kobanê bi organîze û emrê Erdogan hat kirin. Heger Tirkiyê nexwesta Daîşê êrîşî Şengalê û Kobanê nedikir. Ji bo kantonên YPGê têk bibin û PKKê bişkînin ev şer bi destê Daîşê dan kirin. Lê wek dewlet Tirkiye li pişt Daîşê bû, Tirkiyê çek dida wan û însan jê ra dişand.
Yanî sûcên Erdogan pir in, bi jimar nayên û hemû jî sûcên pir giran in. Herkes nizane, lê ew dizane wî çi sûc kirine.
Bi ketina AKPê dikane malik lê bivirite. Loma jî ji bo ku AKP nekeve û sîstema serokkomariyê bîne Tirkiyê û xwe jî bike serokkomar ewê hertiştî bike, her dek û dolabê bigerîne. Ji bo ku xwe bigre garantiyê, ji bo ku kes nikanibe wî bigre dibê ciyê xwe saxlem bike. Û kursiya herî saxlem jî serokkomarî ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE