16 februari 2015

Her miletek bi zimanê xwe heye

Fîrdewsî di Şahnameya xwe ya meşhûr da dibêje, ”Di sîh salî da min gelek zahmetî kişand. Lê di dawiyê da min ji zimanê farisî miletê ecem xuliqand.”
Şair û edîbê xelkê hezar sal berê girîngiya zimên û nivîsîna bi zimanê xwe zanîbûye û wêrîbûye bibêje, "min ji zimanê farisî miletê ecem xuliqand."
Ji ber ku wê demê erebî pişt li farisî şikandibû û farisî wek kurdiya nuha ketibû ber sikratê. Fîrdewsî bi berhema xwe ya nemir Şahnameyê ew ji mirinê xelas kir.
Pîşiyên me yên wek Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî xwe ji Fîrdewsî, Sadî û Şîrazî biçûktir nedidîtin, digotin kurdino em ji wan ne kêmtir in.
Lê şair, edîb û ronakbîrên me yên nuha hîn nikanin xwe bi şair û edîbekî  tirk û faris yê herî pespaye ra jî miqayese bikin.
Bira miqayesekirin li wir bimîne, hîn bi zimanê xwe nizanin û yên dizanin jî ji bo ku bi kurdî nenivîsin hezarûyek qal û qîlan dibînin.
2015-02-15

XXX
Ev serdem ne ya pêxemberan e !
Alema îslamê hîn bi bi fikirên, bi îdeolojiyên hezarûçarsed sal berê mijûl e, hîn dixwazin bi fikir û îdeolojiyek hezarçarsed sal berê civatê îdare bikin. Ev ne mimkûn e, fikir û dîtineke prîmîtîv e û ne li gorî vê serdemê ye.
Civata îro, însanên îro bi fikrên wext û modeya wan derbas bûne, bi qanûn û huqûqa hezarûçarsed sal berê îdare nabin.
Ev serdem ne serdema pêxemberan, xelîfeyan, ewliya û enbiyan û padîşahan e. Dema demokrasiyê, teknîkê, qanûnan, wekheviyê ye. Êdî kes nikane mafê jiyanê li hin miletan yasax bike. Ew dema hovîtiyê çû...
Her sedsalek li gorî xwe hin şerttan, hin îmkanên wiha peyda dike ku ew mexsûsî wê sedsalê, mexsûsî wê demê ne. Meriv nikane bi reçete û îdeolojiyeke hezarûçarsed, duhezar sal sal berê bersîva pirsên îro bide, gelşên civata îro, gelşên însanên îro çareser bike.
Dinya îslam û merivên misilman dibê xwe întîbaqî vê serdemê û van şertên nuh bikin. Ev serdem ne serdema serîjêkirina însanan e. Ne ew serdem e ku jin wek girtiyan di hunduran da werin hefskirin. Ev serdem ya azadiyan e. Dîrok paş da naçe, tim pêş da diçe. Dibê alema îslam jî vê rastiyê bibîne û li gorî wê xwe organîze bike.
Alema îslam, mirovên misilman dibê dev ji fikir û zanînên kevn yên wext û zemanê wan gelkî buhurîne berdin û li pêşerojê bifikirin, tim xwe bi rabirdû ra, bi demên borî, bi fikir û îdeolojiyên kevn ve girê nedin, ne li paş xwe, li pêş xwe binêrin.


2015-02-16

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE