24 februari 2015

Hafiza masî û kurd

Dibêjin hafiza masî tenê sê saniye ye. Ez bawer dikim hafiza piraniya kurdan ji ya masî jî kêmtir e. Heger ne wiha bûya dibê kurdên AKPê, parlamenter û wezîrên kurd yên AKPê, ji Erdogan û Davutoglu pirsa gorrên pêşiyên xwe bikirana. Dibê ji Erdogan û Davutoglu ra bigotana, hûn hestiyên merivekî we yê 837 sal berê miriy hûn bi vir da û wê da direvînin, hûn jê ra qub û tirbên spî çê dikin. Wê demê çima hûn ciyên gorrên pêşiyên me nîşanî me nadin?
Ka gorra Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Dr. Fûad, Seyid Riza û yên we bi wan ra qetil kirin li ku ne? Çima hûn gorrên wan nîşanî me nadin?
Lê kurd ne vê pirsê ji Erdogan û Davutoglu dikin û ne jî bi vê veşartina dewletê nerehet dibin. Ji ber ku hafiza tuneye, şiûr zeîf e.
Jixwe li Kurdistana bakur belkî ji sedî deh jî nizanin gorrên kalik û pîrikên wan li ku ne. Miletekî wiha bêhafize, ji dîroka xwe qut nikane bîr bibe ku ji dijminê xwe ciyê gorra bav û kalê xwe bipirse! Û mesela alïkariya PYDê jî min fêm nekir, çima alîkarî kirine?



XXX
Li gorî malpera Avestakurdê dinivîse, serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ” 500 milyon dolar ji Tirkiyê aniye."
Nêçîrvan Barzanî, hefta borî li Tirkiyê bû û bi serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu û serokkomar Erdogan ra hevdîtin pêkanî.
Di xeberê da derbarê şert, faîz û mudeta deyn da tu agahdarî tuneye, nayê gotin ev pere ji Tirkiyê çawa, bi kîjan şertan, bi kîjan faîzê hatiye deynkirin û heta kînga? Divê ev yek were zelalkirin û herkes bizanibe.
Ne meclîs û hukûmet tenê, dibê bîrûraya giştî jî şert, faîz û muedeta deyn bizanibe. Dibê medya kurd vê yekê ji birêz Nêçîrvan Barzanî û ji berpirsiyaran bibipirse û gelê kurd agahdar bike. Ne ku hema bibêje, serokwezîrê herêma Kurdistanê ”500 milyon dolar ji Tirkiyê anî.”!
Çawa anî, bi kîjan şertan?
Herhal Tirk belaş, xêra bavê xwe 500 milyon nadin Nêçîrvan Barzanî.
Di rojeke wiha teng da, rojeke ku hewcedariya kurdan bi pera heye Tirkiye çêyiyê, qenciyê, camêriyê bi kurdan nake. Bi îhtîmaleke mezin ewê bibêjin fersend ev fersend e û şertên xwe gelkî giran bikin, faîza xwe jî bikin çend qatên faîza tefeciyan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE