03 februari 2015

Futbol û şiûrê netewî


Li Kurdistanê, li Tirkiyê û Ewûpayê piraniya keç û xortên kurd şiyar in, kurdperwer in û li dijî hemû partiyên tirk in. Kurdên rayên xwe didin partiyên tirk yanî AKPê, CHPê û MHPê, kurdên piştgiriyên didin van partiyan di medyaya sosyal da rexne dikin. 
Li gorî wan, dibê kurd êdî nebin dilxwaz û hevalbendên partiyên tirk û rayên xwe nedin wan.
Sêleke netewî ye û wek şexs gelkî kêfa min jê vê sekin û şêla xortên me rat ê. Ji pêşiyên xwe bêtir netewî difikirin.
Lê eynî însan, eynî xortê kurd piştgiriya taximekî futbolê yê tirk dike. Wek xoretekî tirk ya pistgiriya Galatasarayê, ya Febenerbahçeyê ya jî ya Beşîktaşê dike.
Rast nabîne kurd piştgiriya AKPê, CHPê û MHPê bikin, kurdên hevalnbendên van partiyan in rexne dike, lê bi ew xwe wek tirkekî terefdariya taximekî tirk dike, ne ji taximekî Kurdistanî ya jî kurd, ji taximekî tirk hez dike, al û sembolên taximên tirkan dike profîla xwe, wek xortekî tirk bi serketina taximekî tirk kêfxweş û bi têkçûna wî jî xemgîn dibe.
Nabe terefdarê taximekî Kurdistanî(taximê kîjan bajarî dibe bila bibe), dibe yê taximekî tirk.
Dibe ku meriv taximekî Kurdistanî neecibîne, wê demê jî ne şert e meriv bibe terefdarê taximekî tirk.
Min berê jî li ser vê meselê nivîsî ye, bi dîtina min, çawa ku wek kurd em li dijî dezgeh û partiyên tirk in, her wisa dibê kurd nebin dilxwaz û terefdarê tu taximekî kurd jî.
Wek kurd dibê em bibin terefdarê taximên Kurd û Kurdistanî. Li hemberî taximên tirkan, dibê meriv taximê kurd û Kurdistanî biparêze.
Mesela di maça Galatasaray û Diyarbekir Sporê da ya jî di maça Fenervahce û Meletye Sporê da ya jî di maça Beşsîktaşê û Elezîz, Entab Sporê da dibê meriv dilxwazê taximên Kurdistanî be.
Wek Baran Zeydan jî gotiye, ”filistîniyek tu carî nabe dilxwaz û terefdarê taximekî Îsraîl.”
Gotina Baran rast e, ji ber ku bi filistîniyan ra zanîn û şiûrê netewî xurt e. Dînekî filistînî jî nabe terefdarê taximekî Îsraîl û flama wî naxe profîla xwe. Dibê em kurd jî xwediyê şêleleke wiha bin, ne ji partiyên tirk tenê, ji taximên tirk yên futbolê jî hez nekin.
Ev bêîstîkrariya hin xortên me û ya hin kurdan ji nezaniyê û zeîfiya şiûrê netewî tê. Asîmîlasyonê kurd gêj kirine, hest, şiûr û hişê netewî, perspektîfa netewî li ba kurdan zeîf kiriye.
Gelek kurdên di meseleyekê da, di warekî da netewî difikirin, şêleke netewî digrin, tu hew dinêrî di meseleyeke din da, di warekî din da şêleke tam eksê wê digre…
Ji bo xurtkirin û geşkirina hişê, şiûrê netewî medya sosyal wasite û platformeke pir baş e, kurdên zana, keç û xortên kurd yên zana dibê vê platformê baş bikar bînin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE