01 februari 2015

Dîndarên bûne rêberên dijminên xwe


Kurdekî bi navê Ahmet Yildiz, bi qasî ku min jê fêm kir bi kêmanî dilxwazekî Daîşê ye, di minaqeşeyeke di Twitterê da şûrê Daîşê dikşan û êrîşî Emerîka dikir, digot heger ne Emerîka bûya pêşmergeyan nikanîbû Daîş bisekinanda. Daîşê ewê Kerkûk bigirta. Û di ser da jî ji yê hemberî xwe ra digot ”ez ji te kurdtir im”(!)
Min jî jê ra got, ”Madem tu kurdî û xêra kurdan dixwazî, çima tu ji alîkariya kurdan aciz dibî? Çima tu jî wek misilmanekî tirk, ereb û faris bi zimanê xwe nizanî? Çima tu bi min ra tirkî dipeyivî? Ma ne dibê tu jî wek misilmanên ereb, tirk û faris ji bo qewmê xwe bixebitî. Tu jî bixwazî bibî xedî dewlet.”
Li ser van pirs û gotinên min Yildiz ev bersîva jêr da min:
”Ez berî kurdayetiyê misilman im xalo. Dînê min ji nîjada min muhîmtir e… ”
Dû ra jî me dirêj nekir. Ji ber ku tiştekî me têxista serê hev tunebû, dilê wî bi têkçûna neyarê wî dişewitî, dixwest qatilên Daîşê bi ser kevin. Û li dij bû ku Emerîka alîkariya gelê wî yê mazlûm bike.
Rewşeke trajîk e. Dîndarên me ji rêberiya miletê xwe bûne neyarên qewmê xwe û rêberên neyarên xwe.
Îslamiyetê tirk, ereb û faris bêtir kirine neteweperest û dilxwazên milet û dewleta xwe, yên me jî ji qewmiyeta wan derxistiye û kirine neyarên miletê xwe…
Dîndar û alimên kurd yên wek Şêx Ahmedê Xanî, Seyid Ebdilqadir, Şêx Seîd, Şêx Abdulselam, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, Şêx Izeddînê Husênî , Şêx Meşûqê Xeznewî û bi sedan dîndar û alimên wek wan ji bo zadî û serxwebûna gelê xwe dixebitîn û gelekên wan di vê riyê da canên xwe feda kirin.
Lê dîndarên me yên îro, yên wek Ahmet Yildiz û Huda-Parê, Huzullahê neyartiya gelê xwe û hevalbendiya qatilên Daîşê dikin. Ji kurdbûnê bêtir, xwe misilman û hevalên dijminên kurdan dibînin.
Misilmanên tirk, ereb û faris dîn dikin xizmeta netew û dewleta xwe, lê yên me dev ji qewmiyeta xwe berdidin û li ser navê dîn dikevin xwîna gelê xwe, dibin rêberên neyarên xwe.
Bi kurtî li ser navê dîn him dev ji qewmiyeta xwe berdane û him jî bûne çete û qatilên neyarên xwe….
Çi dîn, çi îdeolojî her tiştê kurdayetiyê pûç û red bike şaş e, pîlaneke dijmin e, siyseteke bindesthîştin û heta wendakirina miletê kurd e. Loma jî dibê meriv li dij vê ”îslamiyeta siyasî”, vê îdeolojiya antî-kurd derkeve û di warê îdeolojîk da şerê wê bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE