07 februari 2015

Bi van serokan em nikanin tu havlê bikin

Serokê HDPê Demirtaş, li ser hin paşgotinên ku HDP bi AKPê ra bi dizî bazariyê dike gotiye:
”Bira herkes rehet be, HDP ne partiya ku bazarên erzan bike. Yê bixwaze bira li rabirduya me binêre. Ma Mazlûm Dogan, Îbrahîm Kaypakkaya bazarî kirine? Ma Mahaîr Çayan û Deniz Gezmîş bazarî kirine?”
Erê Demirtaş bi eslê xwe kurd e û li ser navê kurdan siyasetê dike, lê bi îdeolojî, fikir û hestên xwe ne kurd e.
Heger Demirtaş bi îdeolojiya xwe, bi dîtin û hestên xwe, xwe kurd û serokekî miletê kurd bidîta gotineke wiha ji d evê wî dernediket, Îbrahîm Kaypakkay, Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan nedikir referensên xwe, bi sê çepên tirk pesnê xwe û partiya xwe nedida.

Kaypakkaya ne têda, lê Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş herdu jî mirovên kemalîst bûn. Loma jî ji bo siyasetmedar û serokekî kurd şerm e Mahîr Çayan û Deniz Gezmîş ji xwe ra bike numûne.

Lê ne kemalîst bûna, herdu jî antî-kemalîst bûna jî ferq nedikir, dibê siyasetmedar û serokekî kurd ne bi tirkan, bi dîroka xwe, bi egîd û qehremanên gelê xwe pesnê xwe bide, wan ji xwe ra bike sembol û nîşan, ne ku du tirkên kemalîst.

Demirtaş li ser navê kurdan siyasetê dike, kurdan ew kirine parlamenter û serokê partiyekê. Lê ew dîsa jî wek kurdekî, wek serokekî kurd hereket nake. Çimkî ev hes pê ra tuneye. Gava bêkontrol, spontan dipeyive pir rehet dibe tirk, wek siyasetmedarekî tirk dipeyive. Ji ber ku bi kultur û terbiyeya çepên tirk mezin bûye, çavkaniyên xida xwe jê girtiye dîroka tirk e.

Loma jî Demirtaş wek serokekî kurd li meselan nanêre, refensên wî ne kurd û qehremanên kurd in, ne ji dîroka kurd ne. Ew, wek siyasetmedarekî tirk numûneyên xwe ji dîroka tirkan digre, bi hin lîderên tirk pesnê xwe dide.

Tu kes bi nav, bi meqam û kursiya xwe nabe serok û siyasetmedarê kurd, însan bi şêla xwe, bi dîtin û siyaseta xwe dibe siyasetmedar û serokekî kurd, ya jî nabe.

siyasetmedarekî tirk bi serê Xalid Begê Cibrî, Doktor Fûad, Seyid Riza, Qazî Mihemed, Necmedîn Buyukkaya û Wedat Aydin tu carî sond naxwe, bi diristî û mêraniya wan pesnê xwe nade, tu carî wan ji xwe ra nake numûne.

Kurdê ku ne Necmedîn Buyukkaya û Wedat Aydin, Deniz Gezmiş û Mahir Çayan ji xwe ra bike referens û îdol, ew kurdekî bêşiûr e, dibê kurd nedin dû serokekî wiha...

Siyasetmedarekî filistînî jî tu carî lîder û egîdekî yahûdî ji xwe ra nake referens û numûne.

Serok û siyasetmedarekî Kurdistana Îranê û Îraqê jî ne mimkûn e ku bi farisekî û erebekî pesnê xwe bidin.

Ez bawer nakim bêyî siyasetmedarên Kurdistana bakur, serok û siyasetmedarên miletekî din lîderên ji miletên serddest ji xwe ra bikin numûne.
Di dîroka me ya nêz da, di nava şehîdên PKKê bi xwe da bi sedan egîdên di her warî da ji Mahîr û Deniz mêrtir û qehremantir hene. Ji ber ku Demirtaş bi kultur û hestên xwe, bi dîtin û siyaseta xwe ne serokekî kurd e, loma jî qehremanên kurdan nas nake, navên wan nayê bîra wî.

Çimkî kurdayetiya wî ne kûr e, xida xwe ji dîroka kurdî negirtiye, kurdayetiyê di tamarên xweda his nake.

Demirtaş emanetçî ye, çawa ku bû siyasetmedar û serokekî kurd, pir rehet dikane bibe siyasetmedar û serokekî tirk jî. Û ji xwe wa ye ji bo wê zend ûbendên xwe vemaltiye. Loma pesnê tirkan dide.

Ji xwe wa ye îro gotiye, me heta nuha siyaseta kurdayetiyê(siyaseta nasnameyê) dikir, lê ju nuha û pêda emê nekin. Çimkî “wê demê hewcedarî hebû.”

Diyar e Demirtaş siyasetê, siyasetmedariyê û serokatiyê wek karekî dibîne, gava hewce be diguherîne, dibe siyasetmedarê miletekî din.
Çawa ku HDP ne partiyeke kurd e, projeyeke dewletê ya entegrekirina kurda ye, diyar Demirtaş jî li gorî vê projeyê roleke nuh girtiye ser milê xwe û loma jî êdî bi devê siyasetmedar û serokekî tirk dipeyive...

XXX
Murat Bora: Ev yek tawanbarîyeke mezin e... Hûn jî dizanin ku Demîrtaş siyasetmedar e û divê siyasetê bike û dike jî...

Di şûna van peyvên tirş û tehl de xwezî we piştgirî bida wî û hevalên wî. Lewra dem dîrokî ye û her tişt bi mêranî û rastî naçe ser, hûn çêtir dizanin.
An na, madem hûn dibêjin ew ne kurd e û siyaseta tirkan diajo, kerem bikin vegerin welatê xwe Kurdistanê û hûn kerema xwe re siyaseta Kurdistanî bimeşînin...

Lê Ewropa cihê we xweş e, nerm û germ e, haya we ne ji Kurdistanê heye ne ji jan û zordestîyên dagirkeran heye. 

Di ser de jî hûn zirar didine yekîtîya gelê kurd.. 
Ev rexne ye, bila dilê we nemîne lê baş bizanibin ku Demîrtaş û partîya wî di ser de nûnerê kurdan e, piştî jî nûnerê hemû gel û beşên bindest e... 

An bikin, anjî na, bihêlin bila hin bikin... Li gel silavan...

Bersîva Murat Bora:

Zinarê Xamo:  Mûrat Bora, yanî tu ji min ra dibêjî, ya piştgiriya HDPê bike ya jî devê xwe bigre!
Ne wisa?
Bi tirkî dibêjin” ya tu yê vî deveyî biçêrînî ya jî tu yê ji vî diyarî koç bikî, herî”!
Weleh ez ne devê xwe digrim û ne jî ji vî diayrî diherim”! 
Demeg demokrasî demokratbûna me heta piştgiriya HDPê ye, rexnekirina HDPê û Demirtaş di demokrasiya me da tuneye.

Û di ser da jî hûn her roj ji Erdogan û hukûmetê demokrasiyê dixwazin, dibêjin hûn ne demokrat in, hûn dîktator in. Ev jî tiştekî trajî-komîk e.
Wê demê demokrasiyê em tenê ji bo xwe dixwazin, ne ji bo kesên din û mixalifên xwe…
Birayê delal, min heta nuha di hemû hilbijartinan da piştgiriya BDPê û partiyên kurdan yên din kir.
Lê îcar ezê nekim. Ji ber ku ez li dijî siyaset û konsepta HDPê me. Bi dîtina min HDP projeyeke hukûmeta AKPê ye û dixwaze bi vê ”Hespa Truvayê” ked û xebata kurdan û PKKê ya salan bi avê da berdin, kurdan entegreyî Tirkiyê bikin.

Jixwe çendakî berê Beşîr Atalay got, ”HDP, projeyeke Ocalan û serokê MITê Hakan Fîdan ya xweş e…”

Dibe ku ji bo hin kurdan ev yek ne muhîm be, lê ji bo min muhîm e, ez tu carî piştgiriya partiyeke bi destê dewletê û ji bo helandina kurdan hatiye avakirin nakim û rexnekirina siyaseta vê partiyê jî wek mafekï xwe yê demokratîk dibînim.

Ji ber ku HDP li ser daxwaza hukûmetê ü MITê hatiye avakirin loma jî gelek tirikên kemalîst ku heta nuha li dijî Demirtaş û hemû partiyên kurd bûn, îro ji nişkave bûne propagandîstên Demirtaş û HDPê.

Ji ber ku li gorî wan HDPê dev ji ”kimlik siyaseti” yanî dev ji siyaseta kurdayetiyê berdaye û ev jî ji bo Tirkiyê baş e, loma dibê meriv piştgiriya Demirtaş û HDPê bike.

Yanî ne kuNazli Ilicak û tirk guherîn, bûn însanên demokrat, mafzan û dixwazin mafê kurdan were dayin loma piştgiriyê didin Demirtaş. Tiştekî wiha tuneye, ji ber ku HDPê û Demirtaş û Zozanî dev ji siyaseta partiyek kurd û kurdayetiyê berdane loma tirk ji dibêjin eferim û ji wan ra li çepikan dixin.

Kî pistgiriya vê projeya helandina kurdan dike bira bike, ez nakim. Û fikrê xwe yê li ser vê plana Erdogan jî bibêjim. Ya din li Kurdistanê pir hindik kesên siyaseta Kurdistanî dimeşînin hene û ji nuha û pêda jî roj bi roj ewê zêde bibin.

Û mesela ”vegera welêt”! Heger nivîsa min ji dêlî rexneyê pesnê Demirtaş bûya, wek nuha we yê îtîraz nekira, we yê negota ”vegerin welatê xwe, Li Ewropa cihê we xweş e, nerm û germ e…” 

Bi îhtîmaleke mezin we yê bigota ”her bijî mamoste”! 

Yanî herçî pesindane meriv dikane li Ewrûpa û li her derê bike, lê gava mesele dibe rexne, a wê demê li Ewrûpayê nabe, ji bo rexnekirnê dibê meriv ”vegere ”welatê xwe…”! 

Lê gelek kes ji Stenbolê, ji Anqerê li ser navê kurdan siyasetê dikin. Kurd êdî di wê da jî tu anormalî nabînin. 
Çimkî êdî gelek kurd Tirkiyê ji Kurdistanê bêtir welatê xwe, Stenbolê û Anqerê jî ji Diyarbekrê bêtir bajarên xwe dibînin. Loma jî kes ji wan ra nabêje vegerin welatê xwe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE