27 februari 2015

Aqil tunebe meriv biserketina dijminê xwe jî dilşa dibe


Gelek kurd bi serketana taximekî tirk li hemberî taximekî biyanî wek tirkan kêfxweş dibin. Piştgirî û kêfxwesiya kesên nezan, kesên ne şiyar, kesên ne siyasî meriv fêm dike. Lê gava kurdên şiyar û siyasî jî wek alîgir û sporciyên tirkan kêfxweş bibin ne normal e, di vir da çewtiyek, kêmasiyek heye.
Gelek kurd li dijî partiyên tirk in, lê belê li alî din jî dilxwaz û alîgirên taximên tirk in. 
Diyar e şiyariya me ya siyasî û netewî piçekî seqet e, tam tekamul nekiriye. Hemû taximên futbolê yên tirk, piraniyeke mezin ya alîgir û sporciyên taximan, wek partiyan û endamên wan, ji kurdan û nefret dikin, neyarên kurdan û daxwazên wan yên netewî ne.
Yanî gava meriv bi çavekî netewî li meselê binêre, tu sebeb tuneye ku kurdek wek tirkekî bibe alîgirê taximekî tirk.
Hevalekî min ê facebookê jî ji ber ku Beşîktasê do zora li Lîverpûlê bir kêfxweş bûye. Hin kesan jî ev piştgiriya wî ya ji taximekî tirk ra rexne kirin.
Wî jî di bersîva xwe da got, ”Ji ber ku ez kurd im tu sebebek tuneye ku ez ji taximekî tirk yê futbolê nefret bikim…”
Min jî jê ra got, madem wiha ye ”Sibe al û apikê xwe li xwe ke û rozeteke ala kurdî ya jî rismê Ocalan ya jî yê Mesûd Barzanî jî bi sînga xwe ve ke û here maa Beîktaê. Tu yê fêm bikî bê hezkirina BJKê û tirka i ye !”
Xortê kurd di bersîva xwe da got, ”Ew jî rastîyeka wan e mamoste.”
Rast e, em dizanin tirk ji kurdan nefret dikin, ji tu tiştekî, ji tu semboleke kurdî hez nakin. Û kesê jê hez bikin jî lînc dikin. Em bi vê rastiya tirkan dizanin û qebûl dikin.
Lê em bi qasî rastiya xelkê, bi rastiya xwe nizanin, em nizanin rastiya me çi ye?
Heger me rastiya xwe bizanîbûya dibê wek kurd me îşê xwe ji taximên tirk neaniya, em bi serketina wan kêfxweş nebûna.
Çimkî wek partiyên tirk, wek dewleta tirk, wek meclîsa tirk, wek artêşa tirk, wek pûlisên tirk, taximên tirk jî ne yê me ne, yên Tirkiyê û tirkan e. Û di ser da neyartiya me jî dikin.
Lîstikvanekî Beşîktaşê ya jî yê taximekî din kurd be jî newêre bibêje ez kurd im, newêre sempatiya xwe eşkere ji kurdan û sembolên kurdî ra nîşan bide. Wek tirkek rozête ala tirk bi sînga xwe ve dike, ew jî newêre ala kurd bi sînga xwe ve ke.
Newêre serkeftineke gerîlla û pêşmerge ya li hemberî Daîşê vekirî biparêze û pîroz bike, piştgiriya xwe nîşan bide. Heger bike, hevalên wî, sporciyên taximê wî, ewê wî lînc bikin.
Lê gelek kurd vê ”rastiya” xwe nabînin, bîra vê yekê nabin û loma jî wek sporciyên tirk, ji serketinên taximên tirk ra li çepikan dixin, sembolên wan hildidin, formayên wan li xwe dikin. Ji ber ku zanîn û şiûrê netewî bi me ra kêm e. Loma jî em xwe nas nakin, siyasîbûneke vala û bê naverok li meydanê heye…
Bi kurtî, li gel hewqas micadele û bedelên giran jî em hîn tam nebûne milet.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE