04 februari 2015

Adil Zozanî wiha kir ku em bibêjin rahmet li kefendiz

Di wext û zemanekî da yekî kefndiz hebû. Îş û karê wî kefendizî bû. Berî mirina xwe rojekê ban lawê xwe yê ku ew jî wek xwe kiribû kefendiz kir û jê ra got:
-Lawê min, tu zanî hemû jiyana min bi kefendiziyê derbas bû. Min bêyî kefendiziyê tu senetekî din fêrî te nekir. Berî mirina xwe, ez dixwazim temî û wesiyeta xwe li te bikim.  Rica min ji te, tu yê vê wesiyeta min miheqeq bicî bînî. Ji bo ku xelk û alem rahmetê li min bîne.
Lawê wî got baş e û wesiyeta wî jê pirsî. Kefendiz got:
-Piştî ez mirim kefendiziya xwe bidomîne. Lê belê miriyên te kefenên wan dizî singekî jî têxe tabûta(qûna) wan. Wesiyeta min ev e.
Piştî demekê kefendiz dimre. Û lêwik jî li gorî wesiyeta bavê xwe, him kefendiziya xwe didomîne û him jî singekî dixe tabûta(qûna)yê mirî.
Ev ibreta giran tavilê li her delê belav bû. Milet ji hev ra digot, xwezî bi kefendiz, rahma Xwedê li kefendiz be, qenekê wî tenê kefen didizî, lê ev zalimê nuh bi diziya kefen tenê nayê serî, di ser da singekî jî tu dibê ecêb jî dixe tabûta(qûna) miriyan…

Piştî ku min hevpeyvîna Adil Zozanî ya di ”internethaberê” da xwend ev pêkenîna ”kefendiz” hat bîra min.
Berê me ji Sabahat Tunecelê, Hatip Dicle û Aysel Tuglukê gazin dikir, me dixwest rojekê berî rojekê em ji wan xelas bibin.
Lê heft xwezî  bi Dîcle, Tuncel û Tuglikê, Adil Zozanî  wiha kir ku ez bi xwe li ”kefendizên” berê digerim. Min ji xwe ra digot, ma ji Tuncel û Tuglukê xerabtir ewê çi hebe?
Lê ne wisa ye. Adil Zozanî nîşan da hertim kane xerabên ji xeraban xerabtir hebin.
Bawer bikin di şelafiya tirkan da, di tirkparêziyê û  Tirkiyeparêziyê da Tugluk, Tunecel avê jî li destê Zozanî nakin. Xwezî bi Tugluk û Tuncelê…
Sebebê ez wiha dibêjim ev hevpeyvîna Adil Zozanî ya internethaberê bû. Ji wê xeberê min çend rêz kirin kurmancî. Zozanî li ser rol û wîzyona HDPê wiha dibêje:

”Êdî ew roj hatiye HDP wîzyona xwe ya Tirkiyê bi hilbijêran ra parve bike.  Heta nuha baweriyeke wiha hebû, fena ku HDP partiyeke bi meseleyên lokal ve mijûl dibe.

Bi dîtina min ji nuha û pêda dibê HDP êdî vê îmaja lokal derbas bike û li ser hemû meseleyên Tirkiyê xwedî program be, xwedî pêşniyar be, HDP êdî tevgereke îktîdara Tikiyê ya nuh e…”

Doza kurd û Kurdistanê bû meseleyeke”LOKAL”, li gorî Zozanî jî dibê HDP dev ji vê mesela ”LOKAL” berde û ji bo Tirkiyê û miletê tirk xwedî program be. Yanî li gorî Zozanî dibê HDP bibe alternatîfê AKPê, were ser hukim û Zozanî jî belkî ji dêl Davutoglu ve bibe serokwezîr. Ji ber ku maneya partiya Tirkiyê ev e.

Zozanî di îktîdara HDPê da ne welatekî, soza zengîniyê dide kurdan, dibêje di îktîdara me da emê we jî wek tirkên herêma Marmarayê zengîn bikin.

Zozanî, kefendizê nuh wiha domandiye:

”Heger HDP bibe îktîdar, li Tirkiyê ewê ferqên pêşketinên nabêna herêman ji ortê rabe. Merivekî li herêma Marmarayê dijî  ji hasila millî(GSMH) teqrîben 19 hezar dolarî digre.

Hemwelatiyekî  li Rojhilatê Derya Reş ya jî li Rojhilatê Anadoliyê dijî para wî tenê 3 hezar û 500 dolar e.
Ev ferqeke pir mezin e. HDP ewê vê ferqa mezin ji ortê rake. HDP, ewê herêmeke Tirkiyê ji bo herêmeke din tazî neke, wek qadeke kedxuriyê bikar neyne.

Zozanî  di meclîsê da zû hewisî kemalîzmê, loma jî dev ji Kurdistanêberdaye, navê Kurdistanê bûye ”Rojhilatê Anadoliyê”  û ”herêmeke Tirkyê.”!

Tirkan ev 90 sal bûn nikanîbûn kudan bikin tirk û evîndarên Tirkiyê, lê bi saya kefendizên wiha nuha ewê bikanibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE