15 januari 2015

Yaşar Kemal tim kurd mezin kirine


Yaşar Kemal nexweş e û rakirine nexweşxanê. Ez jê ra sihet û şifayê dixwazim. Yaşar Kemal 92 salî ye, wek her benîademî ewê jî rojekê ji vê dinya derewîn bar ke. Mixabin rê li ber mirinê nayê girtin.
Ez dibînim di medya sosyal da li ser berhem û nasnameya Yasar Kemal hin tişt tên nivîsîn. 
Berî hertiştî bi qasî ez dizanim, Yasar Kemal di tu berhemeke xwe da kurd reben, nezan û pîs nîşan nedaye. 
Belovacî wê di çîrok û romanên xwe da tim pesnê kurdan daye, bi dilovanî û hezkirin qala wan kiriye. Ev gelkî muhîm me.
Û wek fikir jî tim xêra kurdan xwestiye, neyartiya kurdan nekiriye û carnan jî vekirî şûrê kurdan kişndiye, bûye piştevanê kurdan. Rast e hin caran jî bêdeng maye., wek jê dihat hêvî kirin dengê xwe bilind nekiriye. Ev jî rast e. Lê ev meseleyeke din e.
Malbata Yasar Kemal ji Kurdistanê, ji Ercîşa qeza Wanê koçî Edenê kiriye. Loma jî Yaşar Kemal di bîrûraya giştî da wek kurd tê zanîn. Û ew jî xwwe wek kurd qebûl dike, bi kêmanî negotiye ez ne kurd im. Ez lê rast nehatime.
Lê bi rastî kurd e ne kurd e ez baş nizanim. Dikane ne kurd be jî. Belkî bi koka xwe ermenî be jî. Lê wî bi xwe di vî warî da tiştekî wiha negotiye, eksê wê tim gotiye ez kurd im. Lê wek meriv dixwaze nasnameya xwe zêde dernexistiye pêş, nexwestiye li ser vê bipeyive.
Lê dixwaze bira Yaşar Kemal kurd be ya jî ermenî qet ferq nake, camêr li dijî kurdan tiştekî xerab nekiriye, gotinek xerab negotiye û di berhemên xwe da jî tim bi başî qala kurdan kiriye. Loma jî dibê em bi çavên yekî ji xwe lê binêrin û wek yekî ji xwe qedir û qîmetê bidinê.
Lê Yaşar Kemal kurd be jî ne nivîskarekî kurd e, çimkî wî berhemên xwe ne bi kurdî, bi tirkî nivîsîne. Bi dîtina min meriv bi çi zimanî binibvîse meriv nivîskarê wî zimanî û wê edebiaytê ye. Hin kurd vê rastiyê qebûl nekin jî ev wiha ye.
Gelek nivîskar hene bi eslê xwe cihû ne lê bi îngilîzî, fransî, almanî, îspanyolî û swêdî dinivîsin. Lê ji ber ku bi nîjada xwe cihû ne berhemên wan jî nabin malê edebiyata cihûyan. Kê bi kîjan zimnî nivîsî be ew berhem male wî zimanî ye.
Meriv bi kîjan zimanî bistirê meriv dengbêj û hunermendê muzîka wî zimanî ye. Yekî bi eslê xwe kurd bi tirkî bistirê ew hunermendekî muzîk û zimanê tirkî ye. Ev yek ji bo edebiyatê jî wis ye. Ji ber ku edebiyat jî bi zimên dibe. Di edebiyatê da ziman Esas e.
Romana “Efsaneya Çiyayê Agirî” tenê têr dike ku em hurmetê nîşanî Yasar Kemal bidin û qedrê wî bigrin.
Careke din ez jê ra şîfayê dixwazim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE