25 januari 2015

Xwezî ev şelaf ne ji qewmê min bûya


Hin însan hene bi derbasbûna wextê ra ew jî bere bere rezîl, pîs û bêşexsiyet dibin. Ji zarok, malbat û qewmê xwe ra dibin rûreşî...
Mehmet Metîner numûneya vê qerekterê yê herî îstîsna û herî mezin e.
Min nuha di kanalekê da çend deqîqeyan li sefîlî û şelafiya wî guhdarî kir. Careke din mahdemê jê geriya…
Îcar jî ji ber gotinên xwe yên çend roj berê ji ”mezinên xwe” yên AKPê uzrê xwe dixwest, digot ez şelafê we me, dibê hûn viya ji bîr nekin…
Bi hîskînî û girî, bi şalûziyeke dûrî aqilan digot, min çi gotibe jî min wek şelafekî ji bo parastina we gotiye. Min bawer dikir ku bi wan gotinan xwe ezê bêtir kêfa we bînim, bêtir teqdîr û eferima we bigrim.
Wek şelafekî profesyonel(wek dalkavukekî profesyonel)nêta min parastina serokê me, serokkomarê me bû. Min nikanîbû qebûl bikira însan ji emrê wî derkevin û rayên xwe li hemberî îradeya wî bikar bînin.
Li hemberî bûyereke wiha wek şelafekî profesyonel ez mecbûr bûm îsyan bikim û bûyerê bi ”îxanetê” binav bikim.
Heger bi wê gotinê min hedê xwe derbas kiribe jî ew ne ji br nêteke xerab e, ji ber qerekterê min yê şelafiyê ye.
Wek şelafekî, li hemberî bûyereke wiha, li hemberî bêhurmetiya ji serok ra ez nikanim bêdeng bimînim.
Di meclîsê da fîredayina rayan(dengan) wek şelafekî min wek "îxaneta" bi serok ra telaqî kir û lema jî ez bi hemû qudret hunera xwe li dij derketim, min got ev "îxanet"!
Çawa ku pêvedan qerekterê fitratî ya dûpişkê ye, parastina serok jî wek şelaf qerekterkî min ê fitratî ye. Ez nikanim nekim…
Lê diyar bi nezanî, bi nêteke paqij min şelafiyeke şaş kir. Lê "hasbî" bû. Carnan şelaf jî dikanin şelafiyên şaş bikin. Dibê mezinên partiyê vê yekê bibînin û efûkar bin.
Yanî dibe ku min îcar karê xwe baş nekiribe, ez vê çewtiya xwe qebûl dikim. Û heger hewce be, ji ber vê şaşiya xwe ez "hezar carî" jî uzrê xwe dixwazim. Ne hedê min e ez navê mizinên xwe bigrim devê xwe, lê ez ji we hemû mezinên xwe uzrê xwe dixwazim…
Û soz be, ahd be, careke din bêyî destûra we, derbarê meseleyên partiyê da, derbarê gelşên hundur da ezê tu carî devê xwe venekim.
Aha serê min û şûrê we. Ez hertim amademe "serê xwe bavêjim ber şûrê we…"
Piştî çend deqîqe guhdarîkirina li vî şelafî min ji xwe ra got, xwezî ev mexlûq ne ji qewmê min bûya…
Gilla ·  · 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE