31 januari 2015

Xwezî dermanê kêmaqiliyê û xiyanetê hebûya !

Benîadem tedawî û dermanê gelek nexweşiyan dîtiye, lê tenê dermanê ”îxanetê û kêmaqiliyê” nedîtiye. Xwezî dermanê îxanetê û kêmaqiliyê jî hebûya.
 
Dermanê îxanetê û kêmaqliyê ji her miletî bêtir ji kurdan ra lazim e. Ji ber ku kêmaqil û xayinên kurdan ji yên her miletî qat bi qat zêdetir û xayintir in…

Heger hin kurdên me ne kêmaqil û xayinên qewmê xwe bûna bi terorîst û qatilên Daîşê ra gund bajarên xwe bi tank û topan wêran nedikirin, serên birayên xwe yên pêşmerge jênedikirin û vîdeoya vê bênamûsiyê û xiyaneta nedîtî wek mêraniyekê li cîhanê belav nedikirn.

Ev îxaneta hevalbendiya bi Daîşê ra, serîjêkirina birayê xwe yê pêşmerge Hucam Surçî , tecawzkirina dayik û xwehên xwe, pêşkêşkirina wan ji çeteyên ereb, somalî û tirk ra bênamûsiyeke ji bênamûsiyê û îxanetê jî mezintir e.

Navê vê bênamûsiyê, vê îxanetê di ferhenega tu miletî, tu zimanî da tuneye.
Dibê nivîsakarên kurd li ser vê bênamûsî û îxaneta bêemsal ya van kurdên xayin romanan binivîsin, hunermend fîlman û piyesan çêkin.

Ev xiyaneta zarokên miletekî ya li hemberî gelê xwe pir mezin e, dîrokê hîn bênamûsî û xiyaneteke wiha nedîtiye, li cîhanê kes hîn nebûya şahidê îxaneteke hewqasî mezin.

Ev hevalbendiya, ev piştgiriya, ev îxaneta bi terorîst û qatilên Daîşê ra dibê ebeden neyê jibîrkirin, dibê ev xiyaneta kurdan têkeve kitêbên dîrokê, ji bo zarokên kurd û cîhanê bibe belgeyeke dîrokî…

Heger kêmaqil û xayinên me ji kêmaqil û xayinên her miletî ne pîstir û ne xayintir bûna, piştî hewqas zulm, hîn jî nedibûn havalên Daîşê û hîn jî nedidan pey qûna Erdogan.

Û ji ber ku Erdogan kurdan bindest dihêle, ji ber ku zarokên kurdan dikuje û bi Daîşê dide kuştin jê ra li çepikan nedixistin.

Bi kêmanî yekê bigot ”BES”, ez êdî vê zulmê hew qebûl dikim.

Lê kes nabêje, Erdogan hemû kurdên Sûriyê ji gund û bajarên wan derxe jî, zindanên Tikriyê tije kurd bike jî, rojê bi dehan kurdan bikuje jî, bi Daîşê Hewlêrê jî ji kurdan bigire, dîsa jî wezîrekî kurd, parlamenterekî kurd xwe aciz nake, dev ji AKPê bernade.

Ev bi serê xwe bûyereke dûrî aqilan e. Ewladên miletekî li hemberî gelê xwe çawa dikane hewqasî bêxîret û bêhest bin meriv matmayî dimîne…

Erebek, tirkek, farisek ne mimkûn e hewqasî jî bêhest û bêxîret be.

Yê kurdan çima wiha ye, kêmaqil û xayinên kurdan çima ji yên herkesî kêmaqiltir û xayintir in ez nizanim.

Xwezî dermanê kêmaqiliyê, bêxîretiyê û xiyanetê hebûya


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE