29 januari 2015

Tirkên misilman û sunî kurdekî elewî nakin serokwezîrê xwe

Heta li Tirkiyê mixalefet ev mixalefet be, kes nikane zora AKPê û Erdogan bibe.

Dixwaze bira Erdogan û dizên wî qasa dewletê reqûrût bikin û hemû malên dewletê li ser xwe tapû bikin.

Qet ferq nake.

Bi propagandeya Erdogan diz e Erdogan ji ser hukum da nakeve.
Ji ber ku milet ji diziya Erdogan ne aciz e.


Tirk dibêjin yê hingiv bifroşe ewê tiliya xwe bialêse. Dîsa tirk ji zarokên xwe ra dibêjin, ”melê dewletê dengiz e yê nexwe kerîz.” Yanî yê nexwe këmaqil e, ehmeq e.

Erdogan jî li gorî temiya bav û kalên xwe hereket dike û carnan tiliya xwe dialêse û carnan jï wek hûtan dikeve ser û dixwe.

Di vê yekê da tu anormalî tuneye, belavocî wê kêda tirka tê. Dibêjin bi rastî jî mêrik keleşekî bêemsal e, helal be jê ra…

Ya din, Erdogan hinekî li der û dora xwe û li milet jî belav dike, yanî pir hindik “milet” jî para xwe digre.

Û di ser da dizên hevalên xwe jî bi tenê nahêla, heta dawiyê wan diparêze. Keleşekî wiha cesûr û bi bext diz jî mû milete jê hez dike, terka wî nake.

Ji bo ku AKP ji ser hukum da bikeve berî hertiştî dibê lîderekî wek zilama, lîderekî ku xelk jê hez bike û programeke demokrasiyê ji AKPê baştir hebe.

Sedûyeksal herin jî tirk rayên xwe nadin Kurdekî û elewiyekî. Heta jê tê bira Kiliçdaroglu eslê xwe û elewîtiya xwe înkar bike. Tirk dîtinên xwe yên di heqê wî da naguherin, kurdekî pîs be jî tirk rayên xwe nadinê.

û jixwe her ku Kiliçdaroglu dibêje “ez ne kurd im” û “elewî jî misilman in”, tirk bêtir jê aciz dibin û dibin neyarên wî.

Tirkên ji Konyayê, Corrimê û Derya Reş rayên xwe nadin kurd û elewiyekî eslê xwe înakr dike.

Tirkiya sunî kurdekî elewî nake serokwezîrê xwe, dixwaze bira Kiliçdaroglu rojê sed carî destê xwe li Quranê xwe û bi bibêje ez ne kurd im, pere nake...

Ji bo ku tirk rayên xwe nedin AKPê berî her tiştî dibê lîderekî ji Erdogan û baştir û programeke ji ya AKPê pêşdatir hebe.

Kemal Kiliçdaroglu ne ji defê ra dibe, ne ji zurnê ra.

Ma tirk dîn in rayên xwe bidin merivekî heramzade?
Û bi rayên kurdan jî AKP ji ser hukum da nakeve.

XXX

Serokê meclîsê Cemîl Çîçek li Parîsê gotiye, ”li herêmê rêxistina terorîst ne Daîşê tenê ye, berî Daîşê PKK heye Heger hûn dixwazin li dijî terorê micadelê bidin, dibê hûn li dijî PKKê jî bikin…”

Yanî Çîçek ji Ewrûpiyan ra dibêje, ”heger hûn li dijî PKKê û rêxistinên nêzî wî şer nekin, wan jî ji ortê ranekin, em jî Daîşê ji ortê ranakin. Heger hûn dixwazin Daîş bela xwe ji we veke, dibê hûn jî li dijî PKKê alîkariya me bikin…”

Min ji van gotinên Çîçek ev fêm kir.

Bi vê mesja Çîçek jî xuya dibe ku Tirkiye di pêşerojê da ewê Daîşê li hemberî Ewrûpayê wek qoz, wek çekeke tirsandinê bi kar bîne.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE