24 januari 2015

Miletê kurd ronakbîrekî xwe yê pir hêja wenda kir

Xebera wefata nivîskar, dîrokzan, rojnamevan, mêrê çê û kurdperwerê bi nav û deng Wezîrê Eşo ez pir û pir xemgîn kirim. 

Çend sal berê li Stockholmê di semînereke li ser dîroka kurdên Kafkasyayê bû nesîbê min ez vî zana û xweşmêrê nefsbiçûk û mirovê pir taybet nas bikim. 
Di wê civînê da bi zanîna xwe, bi bersîvên xwe yên întellektuel û jixwebawer ez kirim heyranê xwe. Merivekî sergiran, mitewazî û hakimê mijara xwe bû.

Gotinên zêde nedigot lê bi tiştên digot meriv îqna dikir. Bi her hawî xuya dibû ku Wezîr merivekî xwedî zanîneke kûr e.

Heta nuha min gelek nivîskar û kurdperwerên ji Sovyeta berê nas kirin û bi gelekan ra jî dostî û hevaltiya min çê bû.

Lê tu kesî bi zanîn û bi şexsiyeta xwe wek Wezîrê Eşo tesîr li min nekir, ez nekirim heyranê xwe. Lê çi heyf ku îmkan çê nebû em hevûdu zêde nas bikin.

Miletê kurd xebatkar, nivîskar, dîroknas û mêrekî pir giranbiha do wenda kir.

Bi vê wendakirina ku rê li ber nayê girtin û benîadem li hember bêçareye, wek her kurdî ez jî xemgîn û heznî me.

Bira serê malbata wî û gelê kurd sax be, bira gora wî behişt be. Wezîrê Eşo navekî hêjayî heykelê wî were danîn, navê wî bi herfên zêrîn were nivîsîn.

Ewê tim di dilê miletê xwe da bijî, navê wî, kar û xebata wî ewê tim bi hurmet û bi serbilindî were bîranîn...

XXX

DAXUYANî

Gelek kurd bi navên sexte, bi mahlasên rengorengo û bi profîlên ya vala ya jî bi agahiyên nerast daxwaziya hevaltiyê li min dikin.
Heta ji min tê ez naxwazim daxwaza tu kurdekî, tu kurdeka kurdîzan red bikim.
 
Lê gelekên wan navên sexte yên kulîlk û sosinan, yên şêr û şepalan, yên çiya û baniyan li xwe dikin.

Ez vê yekê rast nabînim. Lê ji bo ku dilê wan nehêlim qebûl dikim. Esas dibê meriv navên sexte qebûl neke.

Dibê însan biwêribe bi nasnameya xwe, bi sûretê xwe derkeve pêşberî xelkê û fikrê xwe bibêje.

Bi navekî sexte, bi nasnameyeke veşartî rexnekirina xelkê ne rast e, ne exlaqî ye.

Loma jî bi dîtina min dibê însan nasnameya xwe veneşêre. Ji ber ku li vir em karekî bi dizî, karekî pîs û sûcekî nakin, di platformeke sosyal û demokratîk da fikrên xwe dibêjin, hevaltiyê bi însanan ra dikin, hin tiştan bi wan ra par dikin. Yanî "nam-ı mustear" ne hewce ye.

Ez carnan difikirim hevaltiya navên sexte qebûl nekim û hemû kesên bi navên sexte jî ji hevaltiya xwe derxim. Lê hîn nehatime wê nuxtê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE