22 januari 2015

Komara Kurdistanê ewê tim di dilê me da bijî


Îro 69 saliya damezirandina Komara Kurdistanê ye. 69 sal berê di rojeke wiha da Komara Kurdistanê ji alî Pêşewa Qazî Mihemed va li Kurdistana Rojhilat li bajarê Mahabadê li Meydana Çarçira hat îlankirin.

Di 22-ê Çileyê 1946-an(22/1-46) da kurdên rojhilat di bin serokatiya Qazî Mihemed da mizgîniya avabûna Komara Kurdistanaê dan gelê kurd. Lê jiyana vê dewleta kurd zêde dirêj nebû...

Piştî lihevkirina Yekitiya Sovyetê û Îngilistanê, Sovyetê alîkariya xwe ji ser kurdan qut kir. Piştî vê, Îranê ji nû ve hêza xwe topî ser hev kir û êrîş bir ser komara Kurdistanê. Komara kurd piştî temenekî nêzî 10 mehan hate hilweşandin.
Piştî tecrûbeya hukûmeta Şêx Mahmûdê Berzencî ya li başûrê Kurdistanê, Komara Mahabadê ji bo kurdan tecrûbeyeke herî mezin bû. Lê ji bêtalihiya me kurdan ra Sovyetê û Îngilîzan, kurd kirin qurbana tirkan û menfaetên xwe yên maddî.
Di vekişîn û qutbûna alîkariya Sovyetê da rola dewleta tirk pir mezin e, ji bo sovyet alîkariya kurdan neke û rê bidin êrîşên Îranê, tirkan roleke pir mezin lîstin.
Jiyana Komara Kurdistanê( Komara Mehabadê jî tê gotin) her çiqasî demek pir kin be jî, lê di vê dema kin da dîsa gelek tişt kirin û tesîreke pir mezin li ser hest û mejiyê hemû  kurdan hîşt.
Sêzde(13)wezîrên Komara Mahabadê hebûn.
Hukûmeta Komara kurd ala netewî ya Kurdistanê hilda û artêşa komarê çêkir. Ev al ji wê rojê da ye bûye ala Kurdistanê û ya hemû kurdan.
Qadî Mihemed, berî têkçûn komarê û girtina xwe ”Ala Komara Kurdistanê” teslîmî Mele Mistefa Barzaî kir û got, ”wê biparêze û nehêle tu carî li erdê keve!”
Û Mele Mistefa Barzanî jî ev wesiyeta Qazî bi cî anî û ala Kurdistanê weke roniya çavê xwe parast.
Ev al nuha li beşekî Kurdistanê, li Kurdistana başûr, li asîmanên Kurdistanê hêl dibe.
Hukûmeta Komarê di warê aborî, civakî, edebî û kulturî da jî gelek gavên girîng avêtin. Rojname û kovar derxistin. Ji bo pêşxistina zimanê kurdî gelek hewil hat dayin û hin gavên girîng hatin avêtin.
Zimanê Kurdî weke zimanê Komarê yê resmî hate qebulkirin.
Tiyatroya kurd hat avakirin.
Yekîtiya Jinên Kurdistanê hate sazkirin.
Bi kurtî, her çiqasî temenê Komara Mehabadê kin ajot jî, lê Mahabad di her warî da dîsa jî bû navenda siyaset û rewşenbiriyê.
Piştî demeke kin, Yekîtiya Sovyetê alîkariya ku dida Qazî Mihemed qut kir û hêzên Sovyetê di 9-ê gulanê da paşda vekişiyan û xwestin ku Qazî Mihemed jî Kurdstanê terk bike û here îltîcayê Sovyetê bike.
Lê Qazî Mihemed ev yek red kir û got ez tu carî welatê xwe û gelê xwe terk nakim.
Di 16-ê mijdara 1946-an da(16/11-46) hêzên artêşa Îranê berê ketin paytexta Azerbaycanê Tebrîzê û dû ra jî berê xwe dan Mehabadê.
Û di 17-ê kanuna 1946-an da(17/12-46) jî bi alîkariya îngilîzan ketin Mahabadê û Komara Kurdistanê ya Mehabadê hilweşandin.
Û di 31-ê adara 1947-an da jî Qazî Mihemed, serokwezîr Hecî Babe Şêx, wezîrê parastinê Seyfî Qazî li Meydana ku Komar lê hatibû avakirn bi darde kirin.
Qazî Mihemed, li Meydana Çarçira di merasîma avakirina Komara Kurdistanê da wiha sond xwaribû:
”Bi mezinahiya navê Xwedê, bi rûmeta Qurana Kerîm, li ser welat û ala xwe ez sond diwxim ku ezê heta dilopa dawî ya xwîna xwe û nefesa xwe ya dawî, bi can û malê xwe di rêya azadiyê da, ji bo ku alên me li asîmanan pêl bidin têbikoşim.”
Û bi rastî jî Qaziyê nemir sadiqê sonda xwe ma û ji bo ku ala kurd li asîmanên Kurdistanê hêl bibe canê xwe feda kir.
Bira ciyê wî û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê behişt be.
Ji îfadeya Qaz Mihemed ya di mahkimê da, ji bo çi Mele Mistefa Barzanî hat Mahabadê? Û bersîva Qazî ya dîrokî !

Kolonel Eta:
Bi rastî jî ez dixwazim tu bersîva vê pirsiyara min bidî, madem tu hewqasî hogirê gel û welatê xwe yî, çima  û ji bo çi te rê da biyaniyan ku têkevin vî welatî û bibin serbazên gelê te?

Qazî Mihemed:
Hun vê gotinê pir dubare dikin, welê diyar e meramê we hêzên rûs û îngilîzan e?
Serheng Eta:
Na, merema min Mela Mistefa Barzanî ye!

Qazî Mihemed bi ken got:
Min berê bersîva vê pirsiyara we daye, dubarekirina wê ne gerek e. Min ji we re got ku ne min û ne jî biyaniyan û ne jî kurdan Barzanî neaniye. Mele Mistefa kurd e û Kurdistan mala her kurdekî ye. Mele Mistefa weke ji beşekî mala xwe hatiye beşekî din, mafê her kesî jî heye ku li her cih û quncekê milk û mala xwe bigere.
Kesî  Mele Mistefa Barzanî neaniye, ew bi xwe hatiye, ji ber ku ew kurd e û Kurdistan mala her kurdekî ye, mafê her kurdekî heye li ser her buhostek axa xwe, li her ciyê ew bixwaze bijî, ji ber ku maf yê xwediyê malê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE