22 januari 2015

Ji siyasetê ra jî erbab lazim in


Gava însanên baş, jîr û jêhatî, însanên zana û xwedî şiûrê netewî dest navêjin siyasetê, siyaset dikeve destê merivên nezan, pîs, bêkêr, pûlperest û ji kurdayetiyê şiûrê netewî bêpar.
Kesên wiha bi gazin û rexneyan nayên guhertin, baş nabin, dev ji siyaseta xwe ya şaş bernadin. Çimkî ew çi bin ew in, nikanin bibin tiştekî din. Dibê meriv viya bibîne û qebûl bike. Her însan nikane her siysetê bimeşîne, her fikirê biparêze.
Çare dibê siyaset ji alî kesên erbab ve were kirin, kesên ku Kurdistanê, azadiyê û serxwebûnê dixwazin…
Ê di nava kurdan da jî erbabên siyasetê pir kêm in. Dijmin bi malê me, bi malzemeyê me lîstiye. Gelek însanên me yên hêja ji ortê rakirin, hinek jî gêj kirin, ji taqet da xistin.
Û erbabên hene jî darê wan di xênî hilnayê, dengê wan naçe derekê, hêza wan kêm e.
Pûçkirina xeta xwar ji bicîkirin û xurtkirina xeta rast zahmettir e. Ji bo wê, xebat, marîfet û keramet hewce ye, heta xelk emel, marîfet û kerametê meriv nebîne, bi çend beyan û bi çend civînan berê xwe nade meriv, nabe hevalê meriv.
Û ji bo vê jî xebateke bi îstîkrar û wext lazim e. Lema pêşiyên me gotine xwediyê sebrê mîrê Misrê…

XXX
Carnan meriv dixwaze bide dû dilê xwe, wî ji xwe ra bike rêber û ew çû ku meriv jî here wir...
Lê aqil hertim xwe tevî îşê wî dike, carnan destûrê didê û carnan jî nadê. Feqîrê dil ji destê aqil ketiye belayê, ne kane hertim guh bidê û ne jî kane qet guh nedê. Maye di orta xelî û celîl da. Û heta mirinê jî ewê di vê cendereyê da here û were....

XXX


Li Tirkiyê edeb û heya her ku diçe kêm dibe. Bi taybetî jî di nav camîa siyasî da bi qasî misqalekî jî nemaye. Gava bi însanan ra edeb û heya nemîne ji însaniyetê derdikve...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE