25 januari 2015

Hin hêz dev ji zilamtiya tirkan bernadin

Huda-Parê û Hizbullahên kurd, îro(24/1) li Diyarbekrê li dijî kovara mîzahî Charlie Hebdo û ji bo piştgiriya qatil û terorîstên Daîşê û El Qaîdeyê mitîngeke mezin çêkirine.
 
Li dora sedhezar însan beşdarî mitîngê bûne û sloganên li dijî Charlie Hebdo û piştgiriya bi terorîstan ra qîriya ne, bandrol û flamayên bi şîarên piştgiriya terorîstan vekirine. 

Bi vê meşê Huda-Parê careke din jî nîşan da ku ew ji tevgereke kurd zêdetir, li Kurdistanê Hespa Truva ye, tevgereke tarî ye. Li Kurdistanê wek hêzeke piştevanê Daîşê û neyarên kurdan dixibite.

Dîndarên, kurdên li dijî karîkatorekî qiyametê rakin û li hemberî tecawizî namûsa xwe, xwe qet aciz nekin, gotineke tahl ji tecawizkaran ra nebêjin însanên pir bêûjdan û zalim in.

Heger meriv însan be, partiyeke kurd be dibê li hemberî zulma li gelê meriv dibe jî bêdeng nemîne.

Heta nuha gelek felaket hatin serê kurdan, Daîşê li Kurdistana rojava û başûr gund û bajarên kurdan îşxal kirin, bi hezaran kurd kuştin, tecawizî namûsa kurdan kirin, bi hezaran keç û jinên kurd revandin û li bazaran firotin, rojekê jî Huda-Parê û van kurdên xwedêgiravî dîndar ev zulma li ser miletê xwe protesto nekirin.

Lê îro di bin xêliya navê Pêxember da meşa piştgiriya bi Daîşê ra li Diyrbekrê çê dikin.

Dijmin kurdan rehat nahêlin, di bin vî navî û wî navî da tim ji wan ra astengan, gelşan çêdikin. Û di rojên pêş da bi destên hêzên wiha ewê hîn jî çêkin.

Ji bo ku kurd ji bindestiyê xelas nebin, negihîjin azadiya xwe Tirkiyê çend planên xwe hene. Meriv dikane bibêje plana A, B, C, D û belkî jî hîn zêde.

Bi qasî xuya dike Huda-Par-Huzbullah plana dewleta tirk ya B ye. Di destpêkê da min digot di nava wan da hin merivên dewletê û qatilên berê hebin jî, lê dibe ku hîn jî ne maşa destê dewletê bin, bibin tevgereke kurd. Lê diyar e ev texmîna min ne rast bûye.

Her ku kurd nêzî azadî û serxwebûna xwe dibin ev hêz ewê were bikaranîn.

Bêguman di nava dilxwaz û endamên wê da gelek kurdên feqîr, nezan û bawermend hene. Nêta wan ne xerab e. Lê ev yek qerekterê Huda-Parê naguhere. Lê li gel vê jî dibê meriv ji bo qezenckirina wan bixebite.

Lê bi qasî ku meriv dibîne serok û birêvebirên Huda-Parê-Huzbullahê dev ji têkiliyên xwe yên bi dewletê ra bernadin, xwe ji sûc û qetlên xwe yên berê paqij nakin û naxwazin nabin tevgereke kurd ya netewî.

Tevgereke li dijî êrîş û qetlîamên Şengalê û Kobanê dernekeve, qatil û terorîstên ereb bi xurtî protesto neke, tevgereke xerab û pir tahlûke ye.

Ev aliyê Huda-Parê roj bi roj êdî diyar dibe. Loma jî ya muhîm êdî ne ku Huda-Par çi ye û maşa di destê kîjan diminî da ye? Ya muhîm merivê kanibe kurdan çawa ji feqa vê rêxistina tarî xelas bike

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE