24 januari 2015

Gayê pîr tedbîra xwe digre

Li gorî hin xeberên îro di medya tirk da belav bûne, Ahmet Davutoglu berî dengdana meclîsê ya derbarê wezîrên bertîlxur da, bi herçar wezîrên bertîlxur ra civînek çêkiriye û ji wan ra gogiye, dibê hûn bi xwe bixwazin herin Dîwana Edaletê.

Li ser van gotinên Davutoglu, wezîrekî bertîlxur gotiye, “heger em herin wir ewê di heqê AKPê da gelek tişt derkevin ortê…”
 

Ev gotina wezîrê bertîlxur tê maneya, “heger hûn me neparêzin emê jî bertîlên Erdogan û yên kesên din eşkere bikin.”


Xwedêgiravî Davutoglu jî qeherîye û gotiye, “çi eşkere dibe bila bibe...”

Û tiştek nexistine serê hev û civîn belav bûye. Lê dû ra herçar bertîlxuran li ser navê xwe Zafer Çaglayanê kurd şandine ba Erdogan.

Piştî hevdîtina bi Erdogan ra endamên komisyonê qenaet û biryara xwe ya berê ku di eleyhê bertîlxuran da bû guhertine û herçar bertîlxur jî bêsûc, pirûpak dîtine, gotin mahkimekirin ne hewce ye, van camêran ji kesî tu bertîl mertîl negirtine, tiştên tên gotin hemû derew in.

Pereyên hatine girtin, mal û milkên tên qalkirin jî hemû yên wan in, bi keda eniya xwe qezenc kirine.

Li ser vê rapora jomisyonê, meslîsê jî bi piraniya dengan şandina bertîxuran dadgeha bilind red kir. Yanî herçar bertîxur jî bi vî hawî ji mahkimekirinê xelas bûn û li ser pereyên xwe rûniştin.

Davutoglu ecemî ye, bi îhtîmaleke mezin wek Erdogan û hin wezîrên din di îşê rişwwet û bertîlan negeriyaye. Loma jî bêtirs(çimkî bin wî ne şil e) gotiye “çi eşkere dibe bila bibe”, dibê hûn derkevin hemberî dadgehê.

Lê Erdogan gayê pîr e, çimkî loqê herî mezin, herî bi rûn û bi qeymax û bi hingiv wî daqultandiye.

Erdogan heta 25-30 sal berê jî feqîrek bû, li kolanên Kasimpaşayê simît difrot. Lê îro bi qasî Qarûnekî dewlemend bûye, hesabê mal û milkê wî tuneye.

 

Loma jî baş dizane ku gava ew herçar bertîlxuran neparêze ewê li zirarê derkeve, dawiyadawî ewê serî bigihejî wî.

Zafer Çaglayan û yên din ne ker in ew here têkevin qodesê û Erdogan jî li Qesraserokkomariyê ji xwe ra kêf û zewqê bajo û milyarên xwe rehet rehet bixwe…


Herçiqas Erdogan bi kursiya serokkomariyê ciyê xwe hinekî mezbût kiribe jî, lê ew kursî jî ne ebedî ye, roja wezîfeya wî qediya dikanin bi kortika hustuyê wî bigrin.

Jixwe Erdogan ji bo ku neyê girtin, jib o ku çend salën din jî xwe têxe bigre bin garantiyê xwe kir serokkomar.

Cimkî kursiya serokwezîriyê kursiyeke zêde ne saxlem e, hetim meriv dikane îktîdarê wenda bike.

Netîce Erdogan bi xelaskirina herçar wezîrên bertîlxur ra ji bo demekê xwe jî ji girtinê û mahkimekirinê xelas kir. 

Lê ev xelaskirin demî ye, li Tirkiyê dem û dewran zû diguhere. Loma jî ji nişka ve dor dikane were wî jî...

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE