27 januari 2015

Erdogan dîsa got "ez qebûl nakim" !


Piştî 134 rojên berxwedaneke bêhempa û bi sedan şehîd, şervanên kurd bajarê Kobanê do bi tevayî ji qatil û terorîstên DAÎŞê paqij kirin û efsaneya ku kes nikane zora DAÎŞ bi keleşa xwe bibe pûç kirin. Dinyayê dît ku yên naşikiyên gerîlla û pêşmergeyên kurd in.
Bêguman kurdan ji bo rizgarkirina Kobanê bedelekî pir mezin dan. Kaban wêran bû, kevir li ser kevir nema. Bi dehhezaran kurd ji bajar û gundên xwe koçber bûn û nuha li vê kampê û li wê kampê di halekî pir xerab da dijîn.
Di şerê Kobanê da kurdan bi sedan şehîd dan, bi sedan keç û xortên kurd birîndar bûn. Vana hemû bedelên pir mezin in û zaliman kurd mecbûrî dana vê bedelê kirin.
Lê li alî din Koban ji bo kurdan û ji bo cîhanê demokrat û azadîxwaz yên cîhanî bû sembola liberxwedan û gernasiyê, bû sembola egîdiya keç û xortên kurd yên ziravpilind. 
Li Kobanê libexwedana şervanên YPGê, YPJê û pêşmergeyan li cîhanê olan da, sempatî û hurmetek mezin qezenc kir. Li cîhanê ji miletê kurd ra îmajeke baş çêkir.
Dîsa şer û berxwedana Kobanê bû mîknatîza hevkarî û yekîtiya kurdan, hemû hêz, hemû kurdên welatparêz nêzî hev kir. Kurdên herçar perçeyan, partiyên nabêna wan ne xweş cûn hawara hev, destê biratiyê dirêjî hev kirin. 
Û ev hewa pozîtîf hîn jî berdewam e, gel naxwaze ev dostî, hevakrî û yekîtiya nabêna hêzên başûr, bakur û rojava û rojhilat xera bibe. 
Gel dixwaze ev hevkarî, ev yekîtî mayinde be. Ji ber ku gel feydeya wê dît. Gel bi çavê serê xwe dît, heger ne hevakrî û yekîtî bûya, heger ne alîkariya Kurdistana Federe û çûna hêzên pêşmerge û alîkariya çekên giran bûya Koban ji ketinê xelas nedibû, terorîst nedihatin şikandin. Koban ewê bi bedelekî hîn mezintir biketa. 
Di dîroka kurdan da ez dibêjim ev cara pêşî ye kurdên herçar perçeyên Kurdistanê bi vê berfirehiyê û xurtiyê diçin hawara hev û bi hev ra mil bi mil di yek sengerê da li hemberî neyarê xwe şer dikin. Tesîr û netîceyên vê hevkariya nabêna hêzan li ser miletê kurd pir mezin e û dîrokî ye. 
Li alî din bêguman Emerîka û koalîsyona navnetewî jî di şerê Kobanê da alîkariya me kir û rola vê alîkariya wan jî di vê serketinê pir e, dibê em wê jî bibêjin û teqdîr bikin, spasî wan hêzan bikin.
Lê li gel vê jî şerefa herî mezin ya şêr û şepalên kurd, ya egîdên kurd bû, ne qehremanî û berxwedana wan bûya alîkarî jî nedihat, koalîsyon jî çênedibû. 
Ne liberxwedana du sê hefteyên destpêkê ya şervanên YPG û YPJê bûya, heger wan ji bo parastina Kobanê bi comerdî xwîna xwe neherikandana zafera îro me nedidît, Koban îro ewê di bin destê terorîstên Daîşê da bûya. 
Rizgargirina Kobanê helbet gelkî muhîm e, bi vê yekê hemû kurd kêfxweş û serbilind in. Lê dibê em ji bîr nekin ku gelek gundên Kobanê hîn di bin îşxala terorîstên ereb û tirk da ye. Yanî li pêş me hîn gelek rojên zahmet hene, şer hîn bi temamî neqediya ye.
”Silava” Davutoglu ya li Kobanê…
Çennd roj berê serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu, li Diyarbekrê ji Kobanê ra ”silav” şanda û gelek kurdên bêşiûr ji vê derewa Davutoglu ra li çepikan xistin.
Lê belê serokkomar Erdogan, bi beyana xwe ya îro ya derbarê rizgarkirina Kobanê da him ew ”silava” Davutoglu derew derxist û him jî careke din jî naîşanî me kurdan da bê ew û hukûmeta wî çiqasî neyarê miletê kurd e. Di eynî wextê da ev beyana Erdogan teyida hevaltiya Tirkiyê bi Daîşê ra ye. 
Erdogan gotiye:
”Li vir(yanî li Kurdistana rojava)çi dibe? Eynî tiştê li Îraqê hat meydanê ewê bibe. Em naxwazin Iraqeke nuh çê bibe. Çi ye ev? Iraqa bakur… Nuha jî bira Sûriya bakur çê bibe! Ne mimkûn e em viya qebûl bikin. Wek Tirkiye ez dizanim barê me giran e. Lê em mecbûr in vê sekna xwe bidomînin. Eksê wê piştî Iraqa bakur li vir jî ewê Sûriya bakur çê bibe…Cêbûna tiştekî wiha di pêşerojê da ji bo me ewê gelek gelşan peyda bike…” 
Piştî van gotinan ez bawer dikim zêde hewce nake meriv şiroveyên dûr û dirêj bike. Erdogan pir vekirî dibêje, ”Iraqa bakur” yanî Kurdistana Federe bi zor bi me dan qebûlkirin. Lê îcar emê avabûna ”Sûriya bakur” qebûl nekin. 
Yanî Tirkiye ewê qebûl neke kurd li Sûriyê wek kurdên Îraqê bibin xwedî maf û desthilat.
Heta ji serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û ji Nêçîrvan Barzanî tê bira spasiya Erdogan û Tirkiyê bikin, lê ew çi bikin jî Erdogan nabe dostê kurdan û dev ji neyartiya kurdan bernade. 
Erdogan ne netenê wek siyasetmedar û serokkomar, wek însan jî neyarê kurda ye, bi fikir û îdeolojiya xwe ya panturkîst nikane rizgarbûna kurdan li tu beşekî Kurdistanê qebûl bike.
Baş e Erdogan dikane çi bike, çi zirarê bide kurdan?
Bi dîtina min tu giraniyeke Erdogan û Tirkiyê li ba Emerîka û li Yekîtiya Ewrûpayê nemaye. Di saha navnetewî da nikanin tu jahrê jî belav bikin.
Tiştê dikanin bikin, dikanin bi Îranê ra li dijî kurdan hin tiştan bi hev ra bikin, hin hêzên ereb bera kurdan bidin. Dikanin alîkariya xwe ya bi Daîşê ra bidomînin û kurdan tim nerehet bikin.
Lê heger PKK û PYD bi PDKê û bi hukûmeta Kurdistanê ra nabêna xwe xera nekin, hevvkarî û tifaqa xwe xurttir bikin, xerabî û provakasyonên Tirkiyê ewê pere neke. Ya muhîm yekîtiya kurd aye, yekîtî hebe alîkariya deve jî ewê berdewam be. Û ji bo me jî ya muhîm ev e. 
Ka nuha jî em werin ser hevdîtinên bi Ocalan ra û mesela ”pêvajoya çareseriyê…”
Kesê qebûl neke ku kurd li Sûriyê wek kurdên başûr bibin xwedî statuyeke siyasî, xwedî otonomî ya jî federasyon, li Tirkiyê tu mafî nade kurdan. 
Loma jî ev gotinên Erdogan ne ji bo Kurdên rojava tenê, ji bo me kurdên Kurdistana bakur jî, ji bo PKKê jî muhîm e.
Ew kurdên ji bo Erdogan gewriya xwe diçirînin, di gerên wî yên Kurdistanê da jê ra dibin paşmêr û dibêjin ewê mesela kurd hel bike, dibê li ser van gotinên wî jî tiştekî bibêjin.
Heger ev kurdên AKPê pir mêr in bira li hemberî van gotinên Erdogan devê xwe vekin, biwêribin du gotinan jê ra bibêjin. Heger diwêrin, bira ji Erdogan ra bibêjin, lawo, ma nuha çi ji te ra li welatekî din kî çi dike, çi nake? Sûriye ne welatê te ye, ne erdê bavê te ye, çima tu qebûl nakî wek ”Îraqa bakur”, li wir jî ”Sûriya bakur çê bibe?”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE