05 januari 2015

Dîaspora kurd


Bi gotina dîasporayê berî hemû miletan cuhû û ermenî tên bîra meriv. Li ser dîaspora cuhûyan û ermeniyan gelek lêkolîn û berhemên edebî hene.
Lê halbûkî kurd ji cuhû û ermeniyan qetbiqat bêtir marûzî dîasporeyeke pir hezîn, pir bi êş û jan bûne û ev êş û jana wan, bêdewletbûna wan hîn û hîn jî berdewam e.
Destpêka dîaspora kurdan heger bi qasî ya cuhuyan ne kevn be jî, lê ew jî xwedî dîrokeke bi sedan sal e.
Bi kêmanî meriv dikane dîaspora kurdan ji dema împaratoriya Sefawî û Osmaniyan bide destpêkirin. Lê piştî perçebûna Kurdistanê û avabûna Tirkiyê, Îraqê û Sûriyê vê trajediyê bi rengekî bêînsaftir û gelkî berfirehtir dom kiriye.
Lê heta nuha li ser dîaspora kurd tu lêkolîn hatine kirin, tu berhemên edebî hatine nibîsîn bi rastî ez nizanim. Heger hebin ezê bi kêfxweşî bixwînim. Çimkî ez jî ferdekî, surgûnekî, şahidekî ji vê dîaspora kurd im.
Heger em ji dema nêz dest pê bikin jî, hema ji şerê Cîhanê yê Yekem û virda ye kurd mecbûrî jiyana dîasporayê bûne.
Helbet berî jî, di dawiya sedsala 19a da jî wek min di serî da got, gelek ronakbîr û malmezinên kurdan bi darê zorê hatine surgûnkirin ya jî ji ber zulma deswleta Osmanî koçî der kirine û piraniya wan hev vegeriyane welatên xwe. Van kesan li dîsaporayê gelek xebatên hêja kirin, rojnameya kurd ya pêşî Kurdistan(1898)derxistin.
Heger haya kesî ji berhemeke ser dîaspora kurd heye bira xêra xwe bibêje em jê hardar bibin.

XXX
Reklam û nivîskarî
Carinan ji karê meriv ra reklam hewce ye. Reklam, bihîstin e, dîtin e, xweşkirin û şîrînkirin e.
Tu kar bêyî reklam mezin nabe, tu şêx bêyî reklama murîdan meşhûr nabe.
Heger ne reklama rexnegiran be tu nivîskar mezin nabe û Xelata Nobelê nagre.
Jixwe loma ye hin nivîskar bi dehsalan, bi sedsalan piştî mirina xwe meşhûr dibin.
Çimkî di dema wî da kesî reklama wî nekiriye.
Yê reklama wî pir bibe zû meşhûr dibe.
Heger hûn nivîsakrên kurd jî dixwazin meşhûr bibin reklama xwe bikin, bidin kirin. Bira xelk pesnê berhema we bide. Çiqas zêde pesnê we were dayin hênê hewqasî zû meşhûr bibin.
Ne şert e bi rastî jî hûn edîb û nivîskarekî baş û mezin û bin, yên ne baş, êretî jî bi saya reklamê meşhûr dibin.
Yanî mimkûn e û numûne jî henin.
Bêyî reklam hûn romana dinyayê ya herî baş jî binivîsin weleh bêfeyde ye, çimkî haya kesî jê tuniye…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE