13 januari 2015

Bi tirkî micadele li dijî asîmîlasyonê nayê dayin

Îsmaîl Beşîkçî xoce gotiye, ”di merasima cenazeyê Murad Bozlak da serokê HDPê, DBPê, DTKê û seroka belediya Amedê bi tirkî peyivîn û asîmîlasyon rexne kirin.”
Û dû ra jî rexneya xwe bi pirseke manîdar wiha domandiye:
”Bi axaftina tirkî ma meriv dikane li dijî asîmîlasyonê micadelê bide? Gelo ev yek dikane baweriyê bide meriv?”
Helbet baweriyê nade meriv û helbet bi tirkî li dijî asîmîlasyonê micadele nayê dayin.
Belovacî wê, axaftina û nivîsîna bi tirkî piştgiriya asîmîlasyonê kirin e, alîkariya bi siyaseta dewletê ya helandina kurda ye. Nêt çi dibe bira bibe, axaftin û nivîsîna bi tirkî ji karê bêtir zirarê dide kurdan û di nava kurdan da asîmîlasyonê berfirehtir dike, kurdan dihogirîne tirkî.
Dibê siyasetmedarên Kurdistana bakur jî wek yên başûr siyasetê bi zimanê xwe bikin, bi gelê xwe ra bi kurdî bipeyivin.
Dibê kurdên Kurdistana bakur jî wek yên başûr fêr bibin bi hevdu ra bi kurdî bepeyivin.
Heta ku ev yek nebe, heta ku kurd hêviya tirkan qut nekin tirk dev ji hêviya asîmîlekirina kurdan bernadin.
Ji ber ku yên hêviya asîmîlebûnê didin dewleta tirk kurd bi xwe ne, kurd bi dilxwazî asîmîle dibin.
Kurd sal bi sal dihelin û dev ji kurdî berdidin. Zarokên kurd bi kurdî mezin nabin.
Gava cîlên nuh bi zimanê xwe mezin nebin ziman roj bi roj berbî mirinê dihere.
Dewlet vê yekê dibîne û loma jî serî li kurdan digerîne, naxwaze perwerdeya kurdî qebûl bike û kurdî bike zimanê resmî. Hêviya dewletê ew e ku piştî 10-20 salên din kurdên kurdîzan ewê têkevin hindikayiyê û ev yek jî ewê bibe sebebê kurd dev ji Kurdistanê û serxwebûnê berdin.
Yanî gava piraniya kurdan weren asîmîlekirin û ziman bimre kurd jî ewê dev ji Kurdistana serbixwe berdin û bi demê ra bihelin, bibin tirk.
Ev ne dîtineke beradayî ye, para wê ya rsatiyê pir e. Ziman daxwaz û hêviya serxwebûnê zîndî digre.
Heger ne ev hêvî û hesabê dewletê bûya ji zûda perwerdeya bi kurdî qebûl kiribûn ûli gorî xwe mesela kurdî çareser kiribûn. Yanî di vî warî da gavek avêtibûn.
Lê di warê asîmîlekirina kurdan da bêhêvî nebûne.
Bi qasî min fêm kiriye ji gelek kesî ra axaftina kurdî, fêrbûna kurdî ji dînguhertinê jî zortir e. Ji bo dîndarekî derketina ji musilmaniyê çiqasî zor be, ji bo kurdekî tirkîaxêf jî fêrbûna kurdî, devjêberdana tirkî hewqasî zor e.
Yanî meriv dikane bibêje ji bo milyonan kurd tiştekî nêzî nemimkûniyê ye.
Ji bo ku kurd dev ji tirkî berdin û bi kurdî bipeyivin, kurdî fêr bibin dibê guherîneke fikrî û îdeolojîk ya pir radîkal derbas bikin. Heta ku di mejiyê wî da, di dilê wî da, di dîtin û îdeolojiya wî da û di şexsiyeta mirovê kurda da depremeke wiha mezin neqewime dev ji tirkî bernade û derabsî kurdî nabe, kurdî fêr nabe.
Baweriyeke min ya din jî ev e: kesê ku hest û tamara kurdayetiyê, kurdperweriyê pê ra zêde xurt e kurdî fêr dibe, bi kurdî dipeyive û dinivîse. Zêde îltîfatî tirkî nake. Heger kurdî dizane kurdiya xwe pêşda dibe, heger nizane fêr dibe, dixwaze fêr bibe. Yanî dikeve nava hewildanekê.
Û kesê ku tamara kurdayetiyê pê ra zeîf e û ya çepîtiyê, misilmantiyê, ”enternasyonalîstiyê”, tirkîtiyê, Tirkiyebûnê pê ra xurt e ew nikane dev ji tirkî berde û kurdî fêr nabe.
Ne ku ev kes ne kurd e ya jî xwe kurd qebûl nake. Na mesele ne ev e, mesele hest e, daxwaz e, bawerî û hezkirin e.
Meriv ji bo kurd û Kurdistanê û zimanê kurdî, muzîka kurdî, sohbeta bi kurdî neşwite, di dilê meriv da pêlên hezkirina ji kurdî serî hilnedin meriv kurdî fêr nabe, nikane fêr bibe. Ji ber ku girêdayî xebateke şexsî ye. Girêdayî hezkirinê ye. Meriv hez neke dildar nabe, ji bo dildariyê hezkirin şert e. Fêrbûna kurdî jî wisa ye.
Tenê îstîsnayek heye, ew jî pere ye. Heger axaftina kurdî, fêrbûna kurdî pere, kursî û meqamekî bidê ewê fêr bibe. Ji bo fêrbûnê bixebite.
Mesela TRT Kurdî numûneya vê dîtina min ya herî konkret e. Ji ber ku pere têda hebû, yê çar gotinên kurdî li kuçê fêr bûbû jî çûn kar xwest.
Heger di TRTê da pere tunebûya, yanî xebata di wê da jî karekî fedekariyê û belaş bûya, ez bawer nakim kurd ji bo xizmetê wiha qefle bi qefle biçûyana ber deriyê TRTê û jê kar bixwestana.
Yanî sebebê xebata di TRTê da ne ji ber eşqa kurdî ye, eşqa pera ye.
Îmkanên wiha pir bûna, yanî kurdî pere bikira, zikê însan têr bikira ewê fêr bibûna. Lê îro ew bazar tuneye.
Bi kurtî, gelek kurd dixwazin bi kurdên ”tirk”, kurdên tirkîaxêv bin, kurdayetiyê, siyasetê, serokatiya milet bi tirkî bikin. Devjitirkîberdan ji bo wan întîxar e.
Helbet di nava herdu grûban da jî dikane hin îstîsna hebin, lê îstîsna qaîdeyê xera nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE